Farsiya kevn

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Farisiya kevn an farsiya kevnar an jî Exmînî, zimanê farsiya bastane ku di serdema Hexamenişiyan de heta têk çûna Silsileya Silûkiyan di Îranê de Farisan pê diaxivtin û ketîbeyên xwe pê dinivîsîn. Belge ya herî girîng ji vê Farsiyê Ketêbeya Daryûş ya di Bîsitûnê ye ku bi sê zimanê Îlamî, Ekkedî û Farsî nivîsiye. Daryûşi li ser wan keviran behs a pîrozî û serkeftina xwe ya li hemberî dijmin dike û laveyan ji Ahûra mazda dike û dibêje: "Xwedayo tu vî welatî ji derew, nepakî, nexweşî û nerastiyê biparêze." Ev çend mînak in ji şûn û warên zimanê parsiya kevin ku li ser çiyayê Bêstûn hatine kolan.

"Dareyewe ûş xişayetiye wezerke xişayetiye xişayetiya nam xişayetiye de hîw nam hiştaspehiya putir hexamenişiyahî emem teçerem ekewnûş." Wate: Daryûş şahê mezin, şahê şahan, şahê welatan, kurê Guştaspî Hexamenişî ku ev koşk û qesr çêkirin[1]

Çavkanî[biguherîne]

  1. Dîroka Zimanê Farsî Dr. EbolQasimî.