Delîla Meyaser

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Delîla Meyaser
Navê rastî
Şenay Guçer
Jidayikbûn1981
Mirin23.08.2007
Qileban, Şirnex (26 salî)
EsilKurd
PîşeHunermend, helbestvan
Partiya SiyasîPartîya Karkerên Kurdistan
biguhêreBelge

Delîla Meyaser an jî Delîla (1981 Farqîn, Amed - 2007 Qileban, Şirnex) hunermend, helbestvan û geralîyek Kurd e

Jiyana wê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Delîla di sala 1981en de navçeya Farqîn a girêdayî ya Amedê hatîye dinyayê. Lê malbata wê koçê bajarê Dîlokê dibî Delîla li Dilokê dest bi xwendina xwe dike û li Dilokê beşdarê gerîllayan dibî. Delîla 5 salî xwe de dest pi dibistana yekemîn kir, 16e salî ya xwe de dibistana navîn qedand. Piştê qedandina dibistana navîn Delîla beşdarê refê gerîllayên PKKê dibe. Di ciwaniya xwe de Delîla bînêrê televîzyona Kurd a Med TV bû, hinek roj hebû ku heta serê sibê Med TV yê temaşe dikir. Li gor gotinên malbata wî piştê girtina serokê PKKê Abdullah Ocalan Delîla 28 roj xwarin nexwaribû. Her sal ji dibistanê xelata xwendevanên herî serkevtî werdigirt. Di dibistana navîn, dibistana pîşe, beşa Elektrîkê dixwend û di heman demê de nexşeyên hûnerî xêzdikir. Delîla li çiyan di nabere şerde muzîka çêdikir, strana digot û helbesta dinivîsîya[1][2]

Beşdarbûna wê ya çîya[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dema ku beşdarî gerîlaya dibe tu kes li mala wan tunebû. Delîla bi telefonê li dayika digere dibê were hevîrê te tirş bûye were Dayika Delîla jêre dibejê here gazî jina cînarên wan bike, ji ber ku jina cînar seqetî ya wî heye Delîla dayîka rexne dike û dîve ew seqete ez gazîyê wî nakim. Dema ku malbata Delîla têne mal li dinêrin ku Delîla li mal tuneye. Mal bat ji ber xeman ew nanê ku Delîla çêkirêye naxwin. U jê fem dikin ku Delîla berê xwe daye Çîya.

Dema ku malbata Delîla têne mal li dinêrin ku Delîla li mal tuneye. Mal bat ji ber xeman ew nanê ku Delîla çêkirêye naxwin. U jê fem dikin ku Delîla berê xwe daye Çîya. Delîla di jiyana xwe de gelek bi stran û helbest û hunerê eleqeder dinû. Yek ji van helbestan e ku Delîla nivîsî ye.

Stranên wê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Sê Jinên Azad
  • Can Welat
  • Roja Dayika
  • Çend Sal
  • Zîlan
  • Şeva Tarî
  • Hey Berî Berîvanê

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Hasan Cemal'in son kitabında Delila'nın hikâyesi var". Diken (bi îngilîziya amerîkî). 2 sibat 2014. Roja gihiştinê 9 nîsan 2020.
  2. ^ Gazetesi, Evrensel. "Anlamlı bir hayatın kendisi: Delila". Evrensel.net (bi tirkî). Roja gihiştinê 9 nîsan 2020.