Here naverokê

Dewleta Kurd (1918–1919)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Dewleta Kurd (1918–1919)
Sirûd: 
Dewleta Kurd (1918–1919) li ser nexşeyê
Paytext
Zimanên fermî
Avakirin
 •  Dema avakirinê 25 çiriya pêşîn 1918 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre 
 •  Dema hilweşînê 28 hezîran 1919 
 •  Rûerd

Dewleta Kurd hikûmeteke serbixwe bû ku ji cotmeha sala 1918an heta hezîrana sala 1919an li hinek deverên Başûrê Kurdistanê hikum kiriye. Dewleta kurd her dewletekê demkurt bû di encama serhildana Şêx Mehmûdê Berzencî û piştî Şerê Cîhanî yê Yekem hatiye avakirin. Her çiqas di destpêkê de girêdayî Brîtanyayê be jî lê di dawiyê de li dijî Brîtanyayê serhildaneke daye destpêkirin û di dawiyê de hilweşiyaye.

Şêx Mehmûdê Berzencî ku demazirînerê Dewleta Kurd bû

Bi hilweşîna xanedaniya osmaniyan re di cotmeha sala 1918an de Şêx Mehmûd Berzencî hewl daye ku ji osmaniyan veqete û herêmeke xweser a kurdî di bin çavdêriya Brîtanyayê de ava bike. Şêx Mehmûd Berzencî ji aliyê konseyeke esilzade û mezin ên kurd ên li herêma Silêmaniyê ve wekê serokê hikûmetê hatiye hilbijartin. Piştê ku îngilîzan Kerkûkê rizgar kiriye (25ê cotmeha 1918an)[1], Berzencî êrîş biriye li ser deverên Kurdistanê ku di bin serweriya osmaniyan û leşkerên osmaniyan dîl digire. Di encamê de desthilatdariya osmanî hatiye bidawîkirin û Mehmûd Berzencî dilsoziya xwe ji bo Brîtanyayê ragihandiye. Herêmên din ên kurdî ên wekê Ranye û Koye bi heman rengî dilsoziya xwe ragihandine.[2]

Mehmûd Berzencî ji aliyê Brîtanyayê ve wekê parêzgerê Herêma B hatiye erkdar kirin ku ji başûrê çemê Zapa Biçûk heta sinorê kevin ê osmanî-faris dirêj dibû.[2] Berzencî hewl dabû ku bandora xwe li derveyî herêma diyarkirî berfireh bike û ji bo dabînkirina mûçeyên leşkerên xwe û ji bo alîkariya başbûna ji wêraniyên şer, ji alîkariyên Brîtaniyayê sûd wergirtibû.[3] Di vê heyamê de Berzencî hêvî dikir ku bi bidestxistina dilsoziya serokeşîrên herêmê bingeha hêza xwe zêde bike.[3]

Serhildana gulana 1919an

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di 23ê gulana sala 1919an de, çend meh piştî ku Berzencî wekê parêzgerê Silêmanî hatiye erkdar kirin, 300 şervanên eşîrî kom kiriye û çavdêrên Brîtaniyayê ji herêmê derxistiye û xwe wekê "hikumdarê hemî Kurdistanê" ragihandiye û yekem serhildana Mehmûd Berzencî daye destpêkirin.[3] Di destpêka serhildanê de di kemînên li ser karwanên piçûk ên brîtanî yên ku ji Çemçemalê derbas dibûn de hinek serkeftin bi dest xistin. Li her du aliyên sinor, eşîrên kurd helwesta xwe yê ji bo alikariya Şêx Mehmûdê Berzencî diyar kirine.[3]

Dema ku îngilîzan bi ji hêza siyasî û leşkerî ya zêde ya Şêx Mehmûdê Berzencî hesiyan, wan biryar dane ku bi awayekî leşkerî bersiv bidin. Piştre Brîtanyayê bi du tugayên hêzên leşkerî ku di 18ê hezîranê de li deriyê bazyanê ku nêzîkî bajarokê Berda Qereman e, hêza Şêx Mehmûdê Berzencî têk biriye û di 28ê hezîranê de ketine Helebceyê û rêveberiya Dewleta Kurdî hilweşandin û Şêx Mehmûdê Berzencî sirgûnê Hindistanê kirin.[2]

Dema ku dewleta kurdî hat damezrandin Mehmûd Berzencî serokê hikûmetê bû. Di 1ê Kanûn 1918an de, rayedarên Brîtanî ew wekî hikûmdar dabeşa Slêmanî nas kirin.

Tevlêbûna Brîtanî bi rola çavdêriyê hate sînordarkirin, û hukumeta herêmî di mijarên dadrêsî û dahatê de xweseriyê digire. Edward Noel ji aliyê Arnold Wilson ve wek berpirsiyarê siyasî yê berpirsiyarê çavdêriyê hat tayîn kirin.

Mijarên têkildar

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
  1. ^ "'HISTORY OF THE GREAT WAR BASED ON OFFICIAL DOCUMENTS. THE CAMPAIGN IN MESOPOTAMIA 1914-1918. VOLUME IV.' [‎166v] (337/540)". Qatar Digital Library (bi îngilîzî). 7 çiriya pêşîn 2016. Roja gihiştinê 7 hezîran 2026.
  2. ^ a b c Eskander, Saad Basheer (1999). Britain's policy towards the Kurdish question, 1915-1923 (doctoral thesis) (bi îngilîzî). London School of Economics and Political Science.
  3. ^ a b c d McDowall, David (1997). A Modern History of the Kurds (bi îngilîzî). Bloomsbury Academic. ISBN 978-1-86064-185-5.