Dewliser

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Dewliser navê xwarineke kurdî ye. Li hin deveran jê re kilora dewliserê jî dibêjin. Ji ber ku tê de şikeva jî heye wisa gotine. Helbet mirov dikare wekî kilorekê jî binav bike. Çima gotine dewliser nayê zanîn. Dew nakeve vê xwarinê.

Dewliser cure girarek (pîlaw) e bigoşt e. Pîvaz, şikeva, fringî jî dikevê, amadekirina wê hinekê dem dixwaze.

Berkeliya dewliserê (bo şeş kesan)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 150 gr tîkegoşta berxê
  • 3 stekan (qedeh) riz (birinc)
  • 3 kevçî rûnê nivîşkî
  • 3 stekan ava goşt
  • 100 gr kuvarka hûrkirî
  • 2 serî pîvaz
  • 2 fringî (bacanê sor, tomatos)
  • 1 fîncan şîr
  • 1 kevçî rûnê ron
  • 2 stekan ard (arvan)
  • 100 gr rûnê tîr (margarîn)
  • 2 hêk
  • Ava lîmonekê
  • Xwê (solin)

Çêkirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Rûnbirêşka xwe bînin. berê pîvaza hûrkirî, paşê goşt, kuvark û firingiya hûrkirî berdinê. Di nava rûnê nivîşkî de wan biqijilînin û bihêlin bula sar be.

Riza xwe pakij bikin, bişon. di nava rûn de biqelînin û bi 3 stekan ava goşt bi qasî 10 deqeyan bikelînin. Ew têkela we amadekiribû tevlî bikin.

Hevîrê xwe bi hêk, ava lîmonê, xwê û margarînê bistrên. Bi destan ava wê zêdebikin (avê pêwerbikin, hevîrekê hinekê ron derînin). Nîvê hevîra xwe bi tîrikê vebikin, bikin tiyaneke (sêniya firneyê) ya binê wê rûnkirî.

Pîlawa xwe li ser pelhevîrka xwe raxin, perên wê bi ser de bigirin. Rûnê ron û şîr tevlîhev bikin, li rûyê hevîr bidin. Di firneyê de bi qasî 30 deqeyan bipijînin. Baldar bin bila hevîrê we neşewite.