Die Zauberflöte
Die Zauberflöte
| |
---|---|
Sirûd: | |
Welat | |
Ziman | Almanî |
Awazçêker | |
Dema avabûnê | |
Dema weşandinê | Sedsala 18an |
Cure | Opera |
Şêwe | Singspiel û opera |
Karekterên wê | |
Jê çêbûyî | |
Pêk tê ji | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Die Zauberflöte (ji zimanê almanî: Bilûra Sêrbaz) operayek awistiryayî ye ku ji du beşan pêk tê. Ew ji hêla Wolfgang Amadeus Mozart ve hatiye çêkirin û cara ewil di sala 1791ê de li Freihaustheater li Viyanayê hate pêşandan. Lîbrettoya wê ji Emanuel Schikaneder e. Berhema ku bi qasî sê saetan diajo, yek ji operayên herî naskirî û herî zêde li cîhanê tê lîstin e. Hin arya/kilam, wek mînak Der Vogelfänger bin ich ja ya Papageno, Dies Bildnis ist bezaubernd schön ya Tamino an jî aryaya keybanûya şevê Der Hölle Rache kocht in meinem Herzen[1] ji bo gelek kesên ku qet opera nedîtine jî nas in. Ji ber ku opera bi hêsanî tê gihîştinê, carinan ji bo zarokan (her weha wekî performansa dibistanê) an jî wekî şanoya bebikan jî tê pêşandan. Opera serdema muzîka klasîk a Viyanayê pir baş nîşan dide. Di destpêkê cilên rengîn serdest in, û paşê îdealên masonî her ku diçin dikevin pêş.
Beşên operayê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Beşa yekem
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Opera li derve dest pê dike. Mîrê ciwan Tamîno ji aliyê marekî mezin ve tê tehdîtkirin. Sê xanimên ku di xizmeta keybanûya Şevê de ne, wî xilas dikin û jê re qala Pamînaya bedew dikin, ya ku ji aliyê Sarastro, keşeyê Terîqeta Rojê ve hatibû revandin. Tamino yekser evîndarê wêneyê Pamîna dibe û soza azadkirina wê dide. Jin bilûrek sêrbaz didin wî, da ku di demên dijwar de alîkariya wî bike. Teyrangir Papageno, ku karakterek dilşewat û naîf e, tevlî rêwîtiya Tamîno dibe ji bo xilaskirina Pamîna. Di rê de, Tamino û Papageno divê ezmûnan derbas bikin da ku bigihîjin Sarastro û Pamina azad bikin. Keşe Sarastro wekî hukumdarek jîr û dadperwer tê xuya kirin, lê keybanûya Şevê dijberiyek e û hewl dide hemû hêzê bixe destê xwe.
Beşa duwem
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Dema ku digihêjin Perestgeha Sarastro, Tamîno û Papageno fêr dibin ku divê ew ezmûnên din derbas bikin da ku bigihîjin hundurê terîqetê û Pamîna azad bikin. Divê Tamîno ezmûnek bêdengî û bîhnfirehiyê bikişîne, û Papageno ezmûnên xwe bi mîzahî derbas dike. Pamîna, ku di perestgeha Sarastro de dîl tê girtin, di vê baweriyê de ye ku Tamîno ji tirsa ezmûnan dev ji wê berdaye. Lê Tamîno ji wê re dilsoz dimîne û di dawiyê de ezmûnên xwe derbas dike. Di vê navberê de, Papageno ji sêrbazek fêr dibe, ku ewê jin û rêhevalek bi navê Papagena bibîne. Di dîmena dawî de, Tamino bi biryarekê dijwar re rû bi rû dimîne: gelo ewê piştgirî bide keybanûya Şevê, ya ku kuştina Sarastro dixwaze, an jî ewê berê xwe bide prensîba exlaqî ya bilind a Sarastro û ronahiya zanînê? Tamîno riya ronahî û exlaqê hildijêre û bi Pamîna re ezmûna dawîn derbas dike: Ew xwe dixin nav bêdengiyê û guhdarî dengê bilûrê dikin. Di dawiyê de, Tamîno û Pamîna tariyê têk dibin û dikevin Perestgeha Ronahiyê. Papageno jin û rêhevala xwe Papagenayê dibîne û cejna aheng û aştiyê pîroz dike. Opera bi serfiraziya aqil, hezkirin û başiyê bi dawî dibe.