Ebdurrezaq Bedirxan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Abdulrezak Bedirxan
Navê rastî Abdulrezak Bedirxan
Pîşe Siyasetmedar, Rewşenbîr
Zayîn 1864 - Stenbol
Mirin 1918
Netewe Kurd
biguherîneBelge

Ebdurrezaq Bedirxan (Abdulrezak Bedirxan) kurê Necîb Paşa ye, Necîb Paşa lawê Mîr Bedirxan e (1804-187). Ebdurrezaq Bedirxan li sala 1864, li bajarê Stenbolê ji dayik bûye. Li destpêka jiyana xwe Ebdurrezaq Bedirxanî zimanên Rojhilat û Ewropî xwendîye, ji wan jî zimanê fransî, vî yekê arîkarîya wî ji bo nasîna edeb û dîroka fransî kirîye, her wusa jêder (çavkanî) xuya diken ku helbestvanê bi nav û deng Hecî Qadirê Koyî (1810–1897) hestê netewî li cem Ebdurrezaq berz kirîye. Ebdurrezaq Bedirxanî hewl daye ji bo temamkirina xwendina xwe ber bi Fransa ve biçe, belê Ebdilhemîdê duyem derfet nedayê. Li destpêka salên nodî ji çerxê nozdehê Ebdurrezak wek karmend li wezareta derve ya Osmanî hate destnîşankirin. Paşê bo balyozê Osmanî li Petersburg hate veguhastin, belê ji ber hevbendîyên wî digel Rusya, dewletê ji balyozxaneya Rusî veguhaste balyozxaneya Osmanî li Tehranê û dewletê çavdêrîya wî dikir heta careka dî bo Stenbolê vegerand. Belê Ebdurrezaq berê xwe neda Stenbolê, belku ber bi Rusya ve çû û bi arîkarîya karmendên balyozxaneya Rusî gihişte bajarê Tiblîsê yê li ser Rusyayê. Dema Ebdurrezaq gihiştîye di nav axa Rusya de, siltanê Osmanî gelek pê ne xweş bû, û rêyên dîplomasî digel Rusya bikaranî da ku Ebdurrezaqî ji axa xwe dûr bike, her di wê demê de guvaştin li Necîb Paşayî dikirin da Ebdurrezaq vegerîne Stenbolê û şîya bi rêka babê wî careka dî Ebdurrezaq li Stenbol akincî bike.Dema ku Ebdurrezak hatîye Stenbolê careke dî kete li jêr çavdêrîya polîsên sultan adulhemîdî, û sultan navberê Ebdurrezaq li serokatîya karûbarên balyozan li koçka sultan destnîşan kir da her li jêr çavdêrîya wî bit.Ji ber çavdêrîya siltan û polîsên wî careka dî Ebdurrezak ligel balyozê Rusya Zînufîfî kefte di gengeşî de. Ebdurrezaq daxwaz jê kir ku derfetê bide ku ew careke dî biçête Rusya. Belê Zinufîf razî nebû, çunke nedivîya hevbendî di navbera Rusya û Osmanîyan de nexweş bibin. Her li wê demê balyozê rusî peyman da Ebdurrezak ku dê ligel sultanê Osmanî sebaret serederya Osmanîyan digel Ebdurrezaq axivêt. Belam sultan sîyaseta xwe li hember Ebdurrezak Bedirxan neguherî. Li 22ê adara sala 1906 Ridwan Paşayê serokê polîsên Osmanî li Stenbolê hate kuştin. Ebdurrezaq û mamê wî Elî Şamil bi vî kuştinî hatine gunehbarkirin. Gelek dîrokvan dibêjin kuştina Ridwan Paşa di dîroka Bedirxanîyan de bûyerek girîng bû, lewra sultan Ebdulhemîd vê bûyerê bi deliv dît da ku endamên malbata Bedirxanîyan ji Stenbolê dûr bike û di encamê Ebdurrezaq Bedirxan û Elî Şamil bo bajarê Trablusa Libyayê hatine surgûnkirin. Ebdurrezaq Bedirxan di navbera salên 1910–1917 ji bo damezrandina Kurdistaneke otonom û di bin çavdêrîya Rusya de karekî berçav, her li wî demê digel kesên sîyasî yên rusî kom dibû. Behsê damezrandina Kurdistana otonom dihate kirin. Her wusa, dema ku şerê cîhanê yê yekemîn hatîye rûdan ku Ebdurrezaq Bedirxan pişkdarî ligel leşkerê Rusya kirîye û bi harîkarîya wî Rusya çendîn deverên dewleta Osmanî girtine. Ebdurrezaq Bedirxan wek sîyasetvan û rewşenbirekî kurd, bawerîyeke daîmî hebû ku xizmetkirin û geşkirina bizava çandî li Kurdistanê roleke her karîger di rizgarkirina wî de heye. Wî ji bo vê meremê projektên ber bi çav hebûn ku yên ji hemîyan girîngtir ev bûn: Yek; Avakirina Komeleya Cîhanzan 1913 ku komelayeke çanda Kurdî bû. Du; Vekirina xwendegeheke kurdî li bajarê Xoyê ku bajarekî Kurdistana rrojhilatê ye. Destekêseya hukûmeta Osmanî berdewam divçûna bizav û livalivînên wî dikir. Heta şîyaye li sala 1918 li derdora bajarê Rewanduzê bigrin, pişt re Ebdurrezaq wek esîr da destê Elî Îhsan Paşayê serkirdeyê feleqa şeşê ya leşkerê Osmanî li enîya Îraqê ku serkirde navber bêyî dadgeh bi biryara dardekirinê hate hukûmkirin û ev biryar li bajarê Mûsilê û bi veşartî hate encamdan.


Çavkanî[biguherîne]