Ece Üner
Ece Üner | |
---|---|
Jidayikbûn | 21ê hezîrana 1981ê (43 salî) |
Esil | Tirk |
Perwerde | Zanîngeha Koçê, Zanîngeha Parîsê |
Pîşe | Rojnemavan |
Salên çalak | 2000 – niha |
Hevjîn | Deniz Bayramoğlu (zw. 2013) |
Zarok | 1 |
biguhêre |
Özge Ece Üner, (jdb. 21ê hezîrana 1981ê li Stenbol) nûçegihan, pêşkêşvan û rojnamevana tirk e ku bi rexnegiriya xwe tê naskirin. Di 25ê hezîrana sala 2021an de wekî pêşkêşvana nûçeya sereke ya Show TVyê dest bi karê pêşkêşvaniya nûçeyan kir û 7 sal di heman qenalê de xebitî. Piştre di qenalên wekî Kanala D û TV100ê de wekê pêşkêşvana nûçeyan dest bi kar kiriye.[1]
Jînenîgarî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Ece Üner, di sala 1981ê de li bajarê Stenbolê ji dayik bûye û keça Dinç Üner û Ayşe Meral Üner e ku demekê wekî rêvebera giştî ya CNN Türkê xebitiye. Piştî xilaskirina Lîseya Taybet a Koç, di sala 2003an de beşa Civaknasî û Dîrokê ya Zanîngeha Koçê qedand. Li Zanîngeha Parîsê beşa zimanê fransî xwend û li Brukselê li ser mijaran Yekîtiya Ewropayê perwerde wergirtiye. Dibistana Diyalog, Ragihandin û Pêşkeşvaniyê wek yekem a dewreyê qedandiye.[2] Gotar û tezên wî li ser Aboriya Medya, Medya Cîhanî, Dîroka Medya û Pêwendiya Gerdûnî hene.
Kariyera wê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Üner di sala 1999an de hem wekî akademîsyen û hem jî wek stajyer li Zanîngeha Koçê ya Beşa Civaknasiyê dest bi kariyera xwe kir. Di şerê Iraqê yê sala 2003an de jibo navenda nûçeyan a NTVyê wekî wergêr û nûçegihaniyê kar kiriye. Ji sala 2002an heta çileya sala 2006an wekê nûçegihaniyê NTVyê li ser dîplomasî û aborî xebitiye. Bi gelek rayedarên payebilindên dewletan ku di nav wan de serokên meclisên Îran û Îsraîlê, wezîrê navxwe yê Îranê, serokomarê Çekyayê, şêwirmendê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê Richard Perle, şêwirmendê pilebilind ê Bill Clinton Richard Holbrooke, balyozê Amerîkayê ya Tirkiyê û bi wezîrên dewletên Brîtanya, Rûsya, Fransa û Almanyayê re hevpeyvînên taybet kiriye.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ "Ece Üner ekranlara veda etti - Tele1". web.archive.org. 26 hezîran 2021. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 26 hezîran 2021. Roja gihiştinê 24 kanûna paşîn 2023.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ "FLAŞ...GENEL MÜDÜR DİNÇ ÜNER'İN KIZI ECE ÜNER, CNNTÜRK'ÜN HABER SPİKERİ OLDU!." web.archive.org (bi tirkî). Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 4 sibat 2021. Roja gihiştinê 24 kanûna paşîn 2023.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |