Elîezer Ben-Yehuda
Elîezer Ben-Yehuda | |
---|---|
Navê rastî | |
Jidayikbûn | 7 kanûna paşîn 1858 |
Mirin | 16 kanûna pêşîn 1922 Orşelîm |
Sedema mirinê | Tuberkuloz (Sedemên sirûştî) |
Cihê goristanê | Mount of Olives Jewish Cemetery |
Hevwelatî | Împeratoriya Rûsî, Împeratoriya Osmanî (–1917), Mandaya Brîtanî ya Filistînê |
Perwerde | |
Pîşe | |
Hevjîn | |
Zarok | |
Xizm | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Elîezer Ben-Yehuda (bi îbranî: אֱלִיעֶזֶר בֶּן־יְהוּדָה; jdb. 7ê kanûna paşîn a 1858 – m. 16ê kanûna pêşîn a 1922), Jîn kirina Îbranî yê nûjen bi saya wî ye û Îbranî ya Nûjen herî yekem zimanê zikmakî yê Ben-Yehuda ye. Ew nivîskara ferhenga Îbranî yê Nûjen ê herî yekem e.
Jiyana wî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Eliezer Ben-Yehuda li bajarê Luzhkyê ya Rûsyaya Çarî bi navê Eliezer Yitzhak Perlman hat dinê. Luzhky iro bajarê Vitsebsk Voblast ya Belarûse. Eliezer Ben-Yehuda di sê saliya xweda çu dibistaneke Cihû û perwerdehiya Tevrat û Zimanê îbranî hilda. Di temenê xwe yê 12 salîda ewî dikarîbu ku pirtûkên Tewrat, Mîşna, Talmud yê ku bi zimanê îbranî hatiye nivîsandin, bixwîne. Ji ber vê yekê malbata wî, ji bo ku ew bibe Haham, ew qeydê Yeshîva (dibistana ku li ser ola Cihû perwerdehiyê dide) yê kirin.
Di dema perwerdehiya xweda gelek nivîsên bi zamanê îbranî yê ku olî û ne olî ne dît. Paşê, fêrî zimanên Frensî, Almanî û Rûsî bû. Perwerdehiya xwe li bajarê Duneburg a Letonya yê berdewam kir. Rojnemeya HaShabar xwend û nasiya wî bi Siyonîzmê ra çêbû. Ew fikirî, ku ew bikaribe zimanê îbranî li ser axa Îsraêl jîn bike, wê bikaribe hemû Cihû yên cîhanê bîne cem hev. Ji bo vê ramanê biryar da ku here Filistînê.
Di sala 1878’an da ji Împeratoriya Sovyetê derket û ji bo perwerdehiya bijîşkê hilde û di rojên pêşiyêda bi avayê bijîşkêyê alîkariya xwe li Cihû yên Filistînê bike, çu Parîsê. Li Parîsê di Zanîngeha Sorbonne da çar sal perwerdehî hilda.
Di sala 1881’an da bi jina xwe ku navê wê Deborah e, çu Filistînê. Di sala 1882’an da lawê wî Ben-Zion Ben-Yehuda (İttamar Ben-Avi) bû. Wî, lawê xwe bi temamî bi zimanê îbranî mezinkir. Gorî hinek çavkaniya, gava ku mîrovên bi zimanên din diaxifin, dahatin mala wan, ewî lawê xwe dişand oda wî. Ne ji bo zimanên din, ji bo hemu dengan ew wisa bu. Nedihîşt ku lawê wî dengên hespan, çûkan ...hwd jî bibîhîse.
Eliezer Ben-Yehuda ji bo zimanê îbranî dewlemend bike û têxe zimanê axaftinê, peyvên nû ava dikir. Rêvebîrê dibistana Alliance Israelite Universelle Nîssîm Bechar di sala 1882an da xwest ku Eliezer Ben-Yehuda di dibistanêda perwerdehiya zimanê îbranî bide. Eliezer Ben-Yehuda ev yek pêjirand û wî li vir dest bi hînkirina ziman kir. Eliezer Ben-Yehuda ji ber sedemên tenduristîyê, demeke kurt di vê dibistanêda mamostetî kir.
Di rojnameke hêremî Hahavatzelet da çend sala nivîsandin kir û di sala 1884’an da ji bo perwerdehiyê bide mezinan, bi navê Hatzvî rojnamek derxist.
Dest bi avakirina ferhengekî kir. Ferheng ji 17 bergan pêk hat û pişt mirina wî, ji aliyê jina wî ya duyem Hemda û lawê wî hat qedandin.
Di 29ê çiriya paşîn a 1922an da zimanê îbranî bu zimanê fermî ya Cihûyên Filistînê. Eliezer Ben-Yehuda piştî vê serkeftinê, mehekî şunda di 16’ê Kanûna 1922’an da ji ber nexweşîya Jana zirav mir.