Engîn Sîncer

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Engîn Sîncer (Erdal) hat beralîkirin)
Erdal
Engîn Sîncer (Erdal)
Navê rastî
Engin Sincer
Jidayikbûn2ê adarê 1969
EsilKurd
HevwelatîSinemillî
biguhêreBelge

Engîn Sîncer (Erdal) Yek ji şehîdên tekoşîna azadî ye.

Sîncer ji aliyê Kurdistaniyên li Ewropa û Botanê, ji nêzîk ve dihat naskirin. Sîncer dema li Ewrûpayê dixwend tevlî xebatên rêxistiniyê yên ciwanan bû û di nav 10 salan de xwe gîhand gelek astên bilind. Seha xebatê ya herî dawî ya Sîncer dîsa Ewropa bû. Sîncer ku di rêxistinkirina gel û dîplomasiyê de xwediyê kedek mezin bû, ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd 18ê tebaxê çavên xwe li jiyanê girt.

Engîn Sîncer bi navê kod Erdal di 2yê adara 1969an de li navçeya Seyrantepe ku girêdayî Maraşê ye, ji dayik bû. Engîn Sîncer heyanî 9 saliya xwe li wir xwend. Di despêka tekoşîna azadiya kurdan de şoreşgerên wek Mustafa Yondem, Şêxo Dîrlîk û Battal Efsan ku gelek xebatên mezin li Maraşê kiribûn, bandorek mezin li ser gel çêkirin. Herwiha malbata Engîn Sîncer jî, di destpêka salên 1970`yî de ket bin tesîra têkoşîna PKKê ya li herêmê. Dewletê asteng derdixist pêş malbata Sîncer. Lewma malbatê di sala 1978an de koçî Almanyayê kir. Almanya ji bo wî welatek xerîb bû. Di demek kurt de Almanî fêr bû û dest bi dibistanê kir. Di heman demê de, di koma futbolê ya zarokan a li navçeyê de cihê xwe girt. Dû şehadeta Erdal, mamosteyê wî yê ku ji bilî Engîn hemû şagirt jê ditirsiyan di roportajekê de wiha digot: Engîn zarokek gelek dilsoz û bi aqil bû. Min pir ji wî hezdikir. Têkiliya wî bi hevalên wî re jî gelek baş bû. Min li gorî derfetên xwe dixwest şagirtiyên xwe gelek bi disîplîn perwerde bikim. Di kesatiya Engîn de, keda min jî gihîşt xaka bereket. Keda min baş fêm dikir û di pratîka xwe de jî ew dijiya. Erdal ket bin tesîra xizmên xwe yên di nava PKKê de cih girtibûn. Ji aliyekî ve xwend û ji aliyê din ve di rêxistinkirina ciwanên Kurd de rol lîst.

Di sala 1986an de li komeleya Maînzê tevlî xebatên çandê bû û li Frankfurtê koma YCKê saz kir.Di vê demê de qezayeke trafîkê derbas kir. Di demekê de ku hindik mabû bijîşk ji jiyana wî hêviya xwe bibirin, ew bi ser xwe ve hat û piştî 8 mehan ji nû ve tevlî xebatê bû. Erdal di sala 1989an de bi awayekî profesyonel tevlî xebatê bû û bi yek ji pêşengên PKKê Hüseyin Çelebi re hevalî kir. Di sala 1992an de çû Akademiya Mahsûm Korkmaz û piştî perwerdeya li wir dît, derbasî herêma Botanê bû. Wî li qadên cûda yên Botanê tam 10 salan gerîlatî kir. Erdal di vê pêvajoyê de tevlî gelek xebatan bû û gelek caran birîndar bû. Sîncer bi fermandariya mangehê dest bi jiyana xwe ya leşkerî kir û bi rêzê fermandariya lek, tabûr, herêm û eyaletê kir. Erdal xwe di warê rêveberî û fermandariyê de xurt kir û di kongreya şeşan a PKKê de ji bo komîteya navendî hat hilbijartin. Piştî kongreya heftan a PKKê ji bo Ewropayê hatiye wezîfedarkirin. Erdal, li Ewropayê di rêxistinkirina gel de cih girt û paşê derbasî xebatên dîplomasiyê bû. Engîn Sîncer demekê endametiya Konseya Rêveber a KNKê jî kir. Dû kongreya çarem a YDKê amadekariya vegera welêt kir. Xatir ji malbat û hevalên xwe xwest û di 1ê hezîrana 2003yan de vegeriya welêt. Jiyan di 18 yê tebaxa 2003yan de sekinî. Ji ber ku Erdal di merasîma 15ê tebaxê de bi qezayê şehîd ket. Engîn Sîncer ku di hemû xebatên xwe de bi taybetiyên xwe yên têkoşer bandoreke mezin li her kesî dikir, bi koça xwe ya dawî, gelê Kurd û hemû hevalên xwe xemgîn kir. Malbata hevalê Erdal, cenazeyê wî anî Seyrantepeyê. Yekem carbû ku bi fermî cenazeyê fermandarekî PKKê dihat Bakûr.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]