Che Guevara

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Ernesto Che Guevara hat beralîkirin)
Che Guevara
"Guerrillero Heroico"
Di sala 5ê adarê 1960an de ji bo bîranîna qurbanên Teqîna La Coubre de ji alîyê Alberto Korda portreya berhemî hate kişandin. Di Cîhanê de ev wêne wek navdar tê hesibandin.
Navê rastî
Ernesto Che Guevara
Jidayikbûn6ê sibata 1928an
Mirin9ê çiriya pêşîn a 1967an (39 salî)
La Higuera, Bolîvya
EsilArjentînî
Hevwelatî Arjentîn
PîşeDoktor, nivîskar, dîplomat, gerîlla, şoreşger, Îdeoloj
DînAteîst (Marksîst humanîzm)[1][2][3]
HevjînHilda Gadea (1955–1959)
Aleida March (1959–1967)
ZarokHilda (1956–1995)
Aleida (d. 1960)
Camilo (d. 1962)
Celia (d. 1963)
Ernesto (d. 1965)
MalbatErnesto Guevara Lynch
biguhêreBelge

Ernesto Che Guevara (1928-1967) şoreşgerekî arjentînî yê navdar e.

Che Guevara, di sala 1928'an de li bajarê Arjentînê Rosarioyê ji dayîk bû. Bi eslê xwe ji spanî, baskî û îrlendî ye. Di sala 1953an de li Buenos Airesê, bû bijîşk. Che, bi tevgerên çep ên şoreşger ên li welatên Amerîkaya Latînî ji nêz ve eleqedar dibû. Dûre, dema ku çû Meksîkê Fidel Castro naskir. Ew bi tevî Castro, li dijî rêvebiriya dîktator Batîsta, tevlî têkoşîna Rizgariya Kûbayê bû. Salên dirêj di nava şerê gerîlla de cîh girt. Piştî rizgarbûna Kûbayê weke Wezîrê Sanayiyê hate wezîfedarkirin. Lê wî ev wezîfe qebûl nekir û ji bo rizgarkirina gelên din ên bindest berê xwe da çiyayên Bolîvya yê.

Li Bolîvyayê leşkerên Barrientos şeva 7ê çiriya pêşîn 1967an Che li nêzî li Higuerasê asê dikin. Ji lingê xwe birîneke giran girt û wî di zîndaneke Hiegurasê de hepis kirin. Che, li hemberî ti kesî serî netewand. Gotinên dawî yên Che, bi qasî ku bikeve lîteratura dîrokê ya cîhanê bi wate bûn. "Mirina li ser pêyan ji jiyana li ser çogan çêtir e"[çavkanî hewce ye]. Roja 9 çiriya pêşîn 1967an, saet 13:10an de bi fermana Dewletê Yekbûyî yê Amerîkayê û servîsa îstîxbarata wê û bi erêkirina serokkomarê Bolîvyayê Rene Barientos, ji aliyê Mario Tuzan ku yek ji mêrkûjê kirêgirtî yên Barrientos bû, bi neh guleyan can da[çavkanî hewce ye].

Piştî kuştina Che, Rêvebiriya Bolîvyayê bi biryareke wiha poşman dibe, ji ber ku Che, êdî bibû efsane. Ew bibû efsaneya şoreşgeriyê û îlhama rihê têkoşeriyê. Dijminên wî difikirîn ku eger sax bimaya, dibe ku bandora wî ew çend li cîhanê belav nebûya.

Wisa jî -ji SNCCyê Juius Lester, daxûyaniyeke pir balkêş dide derbarê mirina Che de. Ew wiha dibêje: "Mirina Che, ne girînge, ya girîng ewe ku mirovekî wisa jiya ye. Ji bo tunekirina Che, divê hûn me hemû xelkên xîzan tune bikin; ev yek jî bê îmkane."[çavkanî hewce ye]

Bi yek gotinê, ew xewna şevan ya zordar û mêtingeran bû û hîn jî wisa ye. Ew bi kesayetiyeke xwe ya bi utopya dagirtî, bi azwerî û xwestika têkoşînê û alîgiriya neteweyên bindest, di nava dilê herkesî de cîh girt.

Piştî 35 salan jî ew hîn ciwanekî 39 salî ye di dilê hemû mirovatiyê de ye. Ya girîng jî, meşa mirovên ku bi vê felsefeyê dimeşin, berdewam dike. Di gotineke xwe de serok Apo wiha digot, "Heta ku mirovatî berdewam bike wê meşa mirovê ber bi kamilbûn û gîhîştinê ve jî berdewam bike". Di felsefeya Che de jiyaneke tijî û dagirtî heye. Ew dibêje, divê jiyana mirovan hertim bi têkoşînê derbas bibe. Ew bi romantîzma şoreşgerî dijî û dixwaze ku tim mirov ji bo rastiyê têkoşînê bike. Rastî li kû be mirov li wir be.

Rêzedîroka jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ernesto Che Guevara di 9ê çiriya pêşîn a sala 1967an de li çiyayên Andê ji aliyê çawişekî Bolîvyayî ve hate kuştin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ The Spark That Does Not Die by Michael Löwy, International Viewpoint, July 1997
  2. ^ McLaren 2000, p. 78.
  3. ^ Embodiment and Agency, by Sue Campbell & Letitia Meynell, Penn State Press, 2009, ISBN 0-271-03522-6, p. 243

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]