Here naverokê

Faîk Bucak

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Faîk Bucak[1] (bi tirkî: Faik Bucak, jdb. 1919an li gundê Xadrayo, parêzgeha Rihayê, Bakurê Kurdistanê - m. 5ê tîrmeha 1966an li Sêwregê, Bakurê Kurdistanê) helbestvan, damezrîner û yekem serokê Partiya Demokrat a Kurdistana Tirkiyeyê (Türkiye Kürdistan Demokrat Partisi T-KDP) bû.

Bucak dibistana seretayî û ya navendiyê li Sêwregê, lîseyê jî li Amedê xwendiye. Dû re di 1939an de ji bona xwendina bilind diçe Stembolê. Li wir qeyda xwe li Beşa Hiqûqê çêdike. Bucak piştî fakultê diqedîne, du salan li Xetayê hakimiyê dike, dû re li Kozanê û Zarayê jî heman kar dike. Di pey de, ew diçe Rihayê û li wê derê awûqatiyê dike, herweha ew bi kar û barên polîtîk û kurdîtiyê ve jî mijûl dibe.[1]

Di roja 4ê tîrmeha 1966an de li Rihayê qurbanê kuştinxwazî bû û di roja 5ê tîrmehê de jiyana xwe ji dest da.[1]

  1. ^ a b c Uzun, Mehmed (1995). Antolojiya edebiyata kurdî. Cild 1–2. Stembol: Tümzamanlaryayıncılık.