Franz Liszt
Jidayikbûn | |
---|---|
Mirin | |
Cihê goristanê |
Stadtfriedhof Bayreuth (d) |
Navê rastî |
Liszt Ferenc |
Navê jidayikbûnê |
Franz Liszt |
Hevwelatî | |
Perwerde |
University of Music and Performing Arts Vienna (en) |
Pîşe |
Classical composer, piyanîst, rêveberê orkestrayê, music teacher, virtuoso, muzîkvan, awazçêker, qeşe, nivîskar |
Salên çalak |
Dp. |
Bav |
Adam Liszt (en) |
Dê |
Anna Liszt (d) |
Hevjîn |
Marie d'Agoult (en) |
Zarok | |
Karder |
Franz Liszt Academy of Music (en) |
Qadên xebatê | |
Terîqeta dînî |
Third Order of Saint Francis (en) |
Endamê |
Sängerschaft zu St. Pauli Jena (d) |
Tevger |
Romantic music (en) |
Instruments | |
Xwendekarê | |
Şêweyên hunerê |
Symphony (en), muzîka klasîk, Hungarian folk music (en) |
Bandorbar |
Niccolò Paganini (en) |
Xelat | Lîsteya berfireh Pour le Mérite for Sciences and Arts order (d) Honorary doctor of the University of Königsberg (d) Pour le Mérite (en) Commander of the Order of Christ (d) Order of the Golden Spur Order of the Iron Crown (en) Knight of the Order of the Iron Crown (Austria) (d) () Bavarian Maximilian Order for Science and Art (en) () |
Dîskografî |
Musical works of Franz Liszt (en) |
Franz Liszt (bilêv bikin: Frants Lîst) (1811-1886), mûzîkdaner û piyanovanê navdarê mecar ko afirîner û babê resîtalên piyanoyê yên tek dihêt hesibandin.
Jînenîgar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Ew li gundê Raiding li Mecaristanê hat dinyayê. Li sala 1823ê bi daybabên xwe ra çû Parîsê û jihê xwe wekî piyanovanekê çeleng peytkir.
Ew 12 salan li Fransayê ma û bi gelek rewşenhizrên wî çaxî ra, mîna mûzîkdanerê fransî Hector Berlioz û nivîskar Victor Hugo û helbestvanê alman Heinrich Heine hevalînî kir. Paşra, heta sala 1847ê, ji bo heyama 8 salan li hemî Ewropayê geriya.
Li sala 1848ê heta 1861ê li dîwana dûkê mezin ê Weimarê rêveberê mûzîkê bû. Li sala 1861ê çû Romê û dest bi xwîndina olnasiyê kir. Paşmaya jiyê wî di navbera Weimar, Rom û Bûdapeştê bi danan û fêrkirina mûzîkê derbaz bû.
Karên piyanovanê polonî yê Frédéric Chopin tesîr liser Lîstî danaye.
Bandora wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Lîsr bi yek ji nûafirînkarên harmoniyê li sedsala 19ê navdar e. Ew nemaze di warê bikaranîna Kordên Kromatîk da desrhel bû. Wî di warê form an qalibê mûzîkê da jî nûafirandinek heye ko bi leimotiv navdar bûye. Ew di vê teknîkê da guhartinan di têman (bi îngilîzî: thematic transformation) da çêdikit.
Mûzîka wî ya piyanoyê jibo jenînê gelek zehmet e û wî gelek şiyanên nû nundirî piyanoyê kirin.
Karên wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- Sonata piyanoyê di B Mînorê da (1853)
- 12 meşqên hilbir (transcedental) ji bo piyanoyê (1851)
- 20 Rapsodiyên Mecarî (1846-1885)
- 6 meşqên paganînî ji bo piyanoyê (1851)
- Konsertoya piyanoya hijmar yek di E Flatê da (1849)
- Konsertoya piyanoya hijmar du di A Majorê da (1848)
- Karekê sê pişkî bi navê Salên Ziyaretê (1855, 1858, 1877)
- Demko Miroslav: Franz Liszt compositeur Slovaque, L´Age d´Homme, Suisse, 2003.