Frédéric Chopin

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Chopin, 1835

Frédéric Chopin (bi polonî: Fryderyk [Franciszek] Chopin, carina jî Szopen, bilêvkirina kurdî: Fransiwa Şopin), (1 adara 1810an – 17 çiriya pêşîna 1849an) mûzîkdaner û piyanovanê navdarê Poloniyayî ji rêbaza romantîsîzm. Ew ji mezintirîn mûzîkdanerên piyanoyê dihêt hesibandin.

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Chopin li Zelazowa Wola, nêzî Warşovaya paytext li bavekê Fransî û daykeka Polonyayî hat dinyayê. Daybabên wî ew li jiyê 4 saliyê fêrî piyanoyê kir. Mûzîkdanana (kompozîsyona) wî ya herî pêşîn li sala 1817ê, hêşta heft salî hat belavkirin.

Dema jiyê wî bîst sal bû, çû Parîsê. Ew li Parîsê wekî dersdêrekê piyanoyê yê herî navdar hat niyasîn. Wî dest ji mûzîkdananê berneda. Wî têkhilîyeka gelek nêzîk bi George Sandî re çêkir.

Li sala 1838ê tûşî nexweşiya êşa zirav bû. Sandî heta sala 1847ê sexbêrî lê kir. Piştra, ew ji hev cida bûn û heyamekê piştî hingî Chopin bi wê nexweşiyê mir.

Bandora wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Herçind e Şopin li welatê bûna xwe, Polonyayê dûr jî bû, evîna wî welatê bi şeran ji hevhilweşyayî her di dilê wî da mabû. Mazurkayên wî xema mûzîka gelêrî ya Polonyayê digehînin.

Mûzîka wî gelek romansî û evînî ye û kartêkir û bandorek mezin li ser gelek mûzîkdanerên dî, mîna Franz Liszt hebûye.