G8

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Ew dewlet yê di G8 da ne

G8 (îng. Group of Eight; bi kurdî: Koma Heyştan) koma heyşt welatên dewlemend ên ku ji aliyê sanayî ye pêşketîne.

  1. DYA
  2. Japonya
  3. Almanya
  4. Keyaniya Yekbûyî
  5. Fransa
  6. Îtalya
  7. Kanada
  8. Rûsya

Rûsya pêşî ne endamê vê komê pişt re Rûsya jî bû endamê komê ev 8 welat bi navê Welatên G8 tê nasîn. Ji aliyê welatên G8î ji sala 1975an vir ve civînên aborî yên salane tên lidarxistin. DYA, Japonya, Almanya, Keyaniya Yekbûyî, Fransa, Îtalya, Kanada, Rûsya nêzîkî % 65 aboriya cihanê temsîl dikin. Xebatên salane ya komê ji konferans, lêkolînên ramyarî pêk tê. Serokên hikûmetên endamên komê her sal beşdarî civînan dibin û welatek endam jî serokatiya komê dixe ser milê xwe. Serokaktiya komê di destê kîjan welatî de be, rojeva civînê ew eşkere dike û mazûvaniya civîna wê salê ew dike.