Gehînke

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Demareragîhandin li gehînkê de bi şêweyê kîmyayî tê guhaztin

Gehînkeya demarî, demaregehînke an jî gehînke.

Gehînke (bi îngilîzî: Synapse) pêkhateya taybet a demarekoendamê ye ji boy guhaztina ragîhandinan, ji demarexaneyek ber bi demarexaneya din, an jî xaneyek din. Ango xala ko du an jî zêdetir demarexane digihêjin hev wekî gehînkeya demarî tê bi navkirin.

Pêkhate[biguherîne]

Tewerekotahî bi gellek cureyan gehînke ava dike

Gelemperiyê xala gehînkeya demarî, ji beşên xaneya pêşgehînke, xaneya paşgehînke, gelîşka gehînkeyê, çikildana gehînkeyê,demareguhêzeran, cogên iyonan û proteînên wergir pêk tê[1]. Hemû tewere li beşa kotahiyê de liqdar in, li cemserê her liqek tewerê de beşek heye bi şêweyê girêkî, ev beş wekî tewerekotahî tê bi navkirin[2]. Demarexane bi navbeynkariya gehînkeyên demarî, di nav têkiliyê da ne. Demarekothî li gel dendirîdên demarexaneyan, dibe ko bi xaneyên masûlke an jî bi xaneyên rijên jî gehînke ava bike[3]. Tewerekotahiya xaneya pêşgehînke bi hemû beşên bê bergên maylînî ya demarexaneya paşgehînke ve demaregehînke ava dike. Wekî mînak; tewerekotahî bi dendrît, laşexane an jî tewereya demarexaneya paşgehînke ve gehînkeya demarî ava dike. Li gehînkeyê ragîhandin(demareragihandin) bi şeweyê kîmyayî an jî elektrîkî pêk tê, lê piraniya ragihandinan li gehînkeyên kîmyayî bi şeweye kîmyayî rû dide[4]. Xaneya pêşgehînke ragîhandinan diguhazîne ber bi gehînkeyê. Xaneya paşgehînke ji gehînkeyê ragihandin werdigire. Li kotahiya tewereya demarexaneyan de çikildanên gehînkeyê heye. Di nav çikildanên gehînkeyê de demareguhêzer hene. Demareguhêzer madeyên kîmyayî ne. Demareguhêzer di laşêxaneya demerexaneyê de tê berhemkirin. Paşê bi navbeynkariya tewereyê ber bi demarekotahiyê ve tên guhaztin, li wir, di nav çikildanên gehînkeyê de tên embarkirin. Ji çavkaniyê heta xaneya armanc, demareragihandin bi navbeynkariya du an jî zêdetit demarexaneyan ve tê guhaztin[5]. Demarexane li paş hev rêz dibin lê herdu xane raste rast nagihînin hev[6]. Di navbera xaneya pêşgehînke û ya paşgehînke de valahîyek piçûk dimîne, ev valahî wekî qelîşka gehînkeyê (gehînkeqelîş) bi nav dibe. Gehînkeqelîş bi firehiya 0.02 mîkron e, ango navbera du demarexaneyan de valahiyek bi qasî 0.02mîkron heye[7]. Demarexaneyên ko ragihandinan bi şeweyê elektrîkî li gehînkeyê de diguhazin, raste rast bi hev re girêdayî ne, loma iyon ji xaneya pêşgehînke derbasî xaneya paşgehînke dibe. Ango pêdivî bi demareguhêzeran nin e[1].

Demareragihandin li gehînkeya demarî de[biguherîne]

Demareguhêzer ragihandinan bi şêweyê kîmyayî diguhazînin boy xaneya paşgehînke

Gava erkê kar ji dendrîdan gehîşt demarekotahiyê, çikildanên gehînkê diqelişin û demareguhêzeran ber didin nav gehînkeqelîşê. Demareguhêzeran li nav gehînkeqelîşê de belavbûnî dibin û li ser wergirên xaneyên paşgehînkê de tên girêdan[6]. Bi vî awayê erkê kar ji xaneya pêşgehînke derbasî xaneya paşgehînkeyê dibe. Ango demareragihandin bi şêweyê kîmyayî bi navbeynkariya demareguhêzeran ji xaneyek derbasî xaneya din dibe. Piştê guhaztina erkê kar, demareguhêzerên nav gihinkeqelîşê ji aliyê enzîman ve tê hilweşandin[2][5]. Hinek ji demareguhêzeran jî ji aliyê parzûna xaneya peşgehînke ve tên mijandin[8]. Li beşa demarekoendama navendî de ji 50yê zêdetir cure demareguhêzer heye. Adrenalîn(epînefrîn), noradrenalî(norepînefrîn), dopamîn, hîstamîn, seretonîn hin ji wan cureyan e[5].

Çavkanî[biguherîne]

  1. a b OpenStax, Anatomy & Physiology, OpenStax ,2013 [1]
  2. a b Sylvia S. Mader, D., & Windelspecht, M. (2015). Biology (12th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  3. McKinley, Michael P.(2010) Human anatomy.3rd ed. McGraw-Hill Higher Education ISBN 978–0–07–337809–1
  4. Campbell, Neil A., and Jane B. Reece. Biology. 8th ed., Pearson Education, Inc., 2008. ISBN 978-0-8053-6844-4
  5. a b c Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J. S., & Wilson, K. J. (2014). Ross and Wilson anatomy & physiology in health and illness 12th ed.
  6. a b Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology. Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.
  7. ANCYCLOPÆDIA BRITANNICA, Synapse [2]
  8. Starr, C., & McMillan, B. (2010). Human Biology. Boston, MA: Cengage Learning.