Gehînkeya kîmyayî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Gehînke pêkhateya taybet a demarekoendamê ye ji boy guhaztina ragîhandinan, ji demarexaneyek ber bi demarexaneya din, an jî xaneyek din.  

Gehînkeya kîmyayî, qada ragihandina erkê kar bi navbeynkariya madeyên kîmyayî.

Kartêkirên hawirdorê dibin sedema çêbûna erkê kar, ango demreragihandinê. Erkê kar ji tûmika tewereyê dest pê dike heta kotahiya tewereyê bi şêweyê elektrîkî tê guhaztin. Kotahiya tewereyê bi demarexaneyêk din ve di nav têkiliyê de ye. Hin caran jî dibe ko kotahiya demarexaneyê bi xaneya masûlke an jî bi xaneya rijên ve di nav têkiliyê de be. Divê erkê kar (demareragihandin) ji kotahiya tewereya demarexaneyê derbasî xaneyên din bibe. Ew beşa ko demarexane nezikê hev dibin wekî gehînke an jî gehînkeya demarî tê navkirin. Erkê kar ji xaneyek bo xaneya din, bi navbeynkariya gehînkeya demarî tê gihandin.

Cureyê gehînkeyan[biguherîne]

Du cure gehînke heye, gehînkeya elektrîkî û gehînkeya kîmyayî[1].

Gehînkeya elektrîkî[biguherîne]

Li gehînkeya elektrîkî de firehiya gehînkeqelîş a navbera xaneya pêşgehînke û ya xaneya paşgehînke pir hindik e, ji 2 nanometeyê kêmtir e, ango tewerekotahî hema bigire raste rast bi xaneya paşgehînkê ve di temasê de ye[2]. Di navbera xaneya pêşgehînke û ya paşgehînke de pirikên sîtoplazma ava dibe, bi vî awayê erkê kar bi şêweyê elektrîkî derbasî xaneya paşgehînke dibe. Wekî mînak, koendama demarê ya medûz (bi îngilîzî: medusa, jelly fish) gehînkeyên elektrîkî lixwe digire. Erkê kar di gehînkeyên elektrîkî de, li gor gehînkeyên kîmyayî hê leztir tê gîhandin. Aresteya gihîhandinê bi du alî rû dide[3]. Di laşê mirov de masûlkeyên dil û masûlkeyên lûs(lûsemasûlke) bi gehînkeyên elektrîkî erkê kar radigihînên xaneyên din[4].

Gehînkeya kîmyayî[biguherîne]

Gehînkeyên demarî yên piraniya ajalan bi firehiya 2 heta 20 nanometre ye[2]. Ji ber ko gehînkeqelîş fire ye, ango di navbera herdu xaneyan de valahî heye, herrika elektrîkê di valahiyê de radiweste, erkê kar bi şêweyê elektrîkî derbasî xaneya paşgehînke nabe. Ragihandina erkê kar di gehînkeyê de bi navbeynkariya demareguhezeran, bi şêweyê kîmyayî rû dide. Piraniya ajal xwediyê gehînkeyên kîmyayî ne[5] .

Pêkhate û taybetmendiya gehînkeya kîmyayî

Gehînkeya kîmyayî ya nûmûne van pêkhate û taybetmendiyan lixwe digire[1]

  • Xaneya pêşgehînke (erkê kar radigihîne)
  • Demareguhezer (di nav çikildanên demarî de embarkirî ye)
  • Qelîşa gehînkeyê (gehînkeqelîş)
  • Proteînên wergir (li ser parzûna xaneyê de ne)
  • Xaneya paşgehînke (erkê kar werdigirîne)
  • Hilweşandin û dubare mijandina demareguhêzeran.

Di tewerekotahiyê xaneya pêşgehînke de kîsikên hûrikên bi qasî tîreya 20 nanometre hene, ji van kîsikan re dibêjin çikildanên gehînkeyê. Di nav çikildanên gehînkeyê de madeyên kîmyayî heye, ev madeyan wekî demareguhêzer tê navkirin. Demereguhezer bi awayek rêkûpêk (sîstematîk) di tewerekotahiyê de tê berhemkirin. Ji boy berhemkirinê, enerjiya ATP ji mîtokondriyên li tewerekotahiyê tê bi destxistin. Enzîmên ji boy berhemanîna demareguhêzeran di laşê xaneyê de tê berhemkirin, bi navbeynkariya tewereyê ber bi tewerekotahiyê tê guhaztin.

Piraniya ajal xwediyê gehînkeyên kîmyayî ne.

Rêbaza gîhandina erkê kar li gehînkeya kîmyayî de[biguherîne]

Li ser parzûna tewerekotahiyê de cogên kalsiyumê (Ca2+) yên jêrdestê voltajê heye[6]. Gava erkê kar digihîje kotahiya tewereyê, cogê sodyumê vedibin, sodyum (Na+)belavbunê nav tewereyê dibe û cemsergiriya wê beşê hildiweşe[1]. Ji ber hilweşîna cemsergiriya parzûnê, cogên kalsîyumê ve dibin, iyonên kalsîyumê belavbûnê nav tewerekotahiyê dibin. Her ko xestiya kalsiyumê di nav tewerekotahiya xaneya pêşgehînke de zêde dibe, hin iyonên kalsîyumê bi proteînên li ser rûyê çikildanan ve tên girêdan. Girêdana kalsiyumê çikildanên gehînkeyê hander dike, çikildanên bi demareguhêzer tijî, xwe bi parzûna tewerekotahiyê ve dizeliqînin. Parzûna çikildanê yek dibe bi parzûna tewerekotahiyê, bi vî awayê her carê bi sedan çikildan demareguhêzerên nav xwe der didin nav gehînkeqelîşê û demareguhêzer di nav gehînkeqelîşê de belav dibin[4]. Li ser rûyê derve ya parzûna xaneya paşgehînke de hin proteînên wergir hene. Her proteînêk wergir taybet e ji boy cureyek demareguhêzerek. Demareguhêzerên derdanî, xwe bi proteînên wergir ve girê didin[1]. Ev rewş dibe sedema vebûna cogên iyonê yên jêrdestê kîmyayî li ser parzûna xaneya paşgehînkeyê[7]. Bi vebûna cogan, iyonên nav gehînkeqelîş diherrikin nav xaneya paşgehînkeyê. Hinek ji demareguhêzeran dibin sedema hilweşîna cemsergiriya xaneya paşgehînke, bi vê awayê di xaneya paşgehînke de erkê kar dest pê dike. Hin cureyên demareguhêzeran jî xaneya paşgehînkeyê vedigerînin qonaxa cemsergeriyê[8]. Ango bi bandora demareguhezeran dibe ko cogên iyonên sodyumê ya xaneya paşgehînke vebin, sodyum ji gehînkeqelişê biherrike nav xaneyê û bibe sedema destpêkirina erkê kar. An jî hin demareguhêzer jî dibin sedema girtina cogên sodyumê û vekirina cogên potasyumê, bi vî awayê potasum ji nav xaneya paşgehînke ber bi derveyî xane diherrike, vegeriyana cemsergiriya xaneya paşgehînke rû dide. Bi her awayê, demareguhêzer dibe sedema guherîna erkê perdeya xaneya paşgehînke.

Hilweşandin û dubare mijandina demareguhêzeran[biguherîne]

Erkê demareguhêzer ji boy carekî ye, ango divê piştê carek şandina ragihandinê, ji boy xaneya paşgehînke heman ragihandin bi caran li du hev neyê şandin. Loma divê demareguhêzer ji boy demek kin di nav gehînkeqelîşê de bimîne. Bi dûrxistina demareguhêzeran ji gehînkeqelîşê, li ser xaneya paşgehînke de bandora demaraguhêzer tê rawestandin, erkê parzûna xaneya paşgegînke vedigere qonaxa asayî. Ji boy rawestandina bandora demareguhêzeran, sê rêbaz heye[6]. Rêbaza yekem heriskirin û hilweşandina demareguhêzeran e. Ji boy wê karê, hin ezîm tên derdan. Wekî mînak; asetîlkolîn cureyek ji demareguhezêran e, enzîma kolînesteraz(bi îngilîzî: cholinesterase) asetîlkolînê diherisîne, bi vî awayê bandora demareguhêzerê namîne li ser xaneya paşgehînkeyê[5]. Rêbaza duyêm jî dubare mijandina demareguhêzeran e. Xaneya pêşgehînke demareguhêzerên nav gehînkêqelîşê dimijîne nav tewerekotahiyê, bi vî awayê ragihandin tê rawestandin. Rêbaza sêyem belavbûniya demareguhêzeran a ji gehînkeqelişê ye, bi dûrxistina demareguhêzeran jî ragihandin tê rawestandin.


Çavkanî[biguherîne]

  1. a b c d OpenStax, Anatomy & Physiology, OpenStax ,2013 [1]
  2. a b Villee, Claude Alvin, et al.( 1989) Biology. 2nd ed., Saunders College Publishing. ISBN 0-03-023417-4
  3. Cullen, Katherine E.( 2009) Encyclopedia of Life Science. Facts On File. ISBN: 0-8160-7008-3
  4. a b McKinley, Michael P.(2010) Human anatomy.3rd ed. McGraw-Hill Higher Education ISBN 978–0–07–337809–1
  5. a b Campbell, Neil A., and Jane B. Reece. Biology. 8th ed., Pearson Education, Inc., 2008. ISBN 978-0-8053-6844-4
  6. a b OpenStax Biology. 2013. [2]
  7. Postlethwait, J. and Hopson, J. (2006).Modern biology. Orlando: Holt, Rinehart and Winston.
  8. Johnson, Leland G. (1987 )Biology. 2nd ed., Wm. C. Brown,. ISBN 0-697-04972-8