Girmelêva

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Girmelêba (bi tirkî: Esenli) gundekî girêdayî navçeya Qoser a girêdayî Mêrdînê ye.

Gundekî li ser girikekî hatiye avakirin. Li aliyê başûr rêzeke darên çaman û di nava wan de hewzek avê û du-sê mal hene.Li aliyê rojava bexçekî darên zeytûn,biîv û mêwên tirî heye. Li aliyê bakur dîsa sê rezên tirî hene. Li kêleka riya gund ku ji Qosarê ber bi çiya ve dihere û di nava gund de derbas dibe mezelê gund heye. Gund ji Qosarê bi 3,5 km dûr e.Dibistaneke seretayî li gund heye. Gund ji ber darûberên li dora wê dîmeneke rengîn tîne holê. Dema ku mirov ji qosarê temaşeyî gund dike weke wahayekê dixuye.