Qurûn

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Qurûn (bi tirkî: Bağış) gundekî girêdayî navçeya Qoser a girêdayî Mêrdînê ye.

Gund bi nêzî 15 km li rojavayê Qoser ê dikeve, rojhılata gund, Hanika Şêx Eli û Merelik, rojavayê gund Tawo û Cihoşî, bakurê gund, Elidizk, başurê gund Boqetar û Sinara cîrantiyê ji gundê Qurûn ê're dikın.

Xelkê vî gundî nirxekî girîng didin xwendinê ji ber wê taybetmendi yê gelek saziyên fermî de weka rêvebir û serkara cîh girtine, ji wî gundî gelek mamoste, parêzer, bijîşk, endazyar, fermanber û karmend derketine.

Gund bi welatparêziyaxwe jî tê nasîn. Xelkê vî gundî piranî girs û berbiçawin.

Debarî û aboriya gund piranî cotkarîye, cûreyên wek pembo, garis, nîsk, genim û ceh tê çandin.

Dîroka Gundê Qurûn ê geleki kevnare, jiber di nawa gund de heremek (girekî bi çûk) heye ev herema goristaneke kewnare, li dora goristan ê heft bîrên mihênî (kevnar) hene kes nizane di kîjan demê de hatine çêkirin, derdora gund gava ax tê kolan morîk, qafik ê şerbika, sibîl û hîn gelek tiştên kevin derdikeve. ji ber Çemê Şurtik ê di nava gund derbasdibe, derdora gund gelek avahiyên kevn hene li ser çem aşekî dîrokî, Dêra Heremê Reş heta rojameyî îro jî şûnawan xwiyaye. Li gorî rîwayetên tên gotin, navê Gundê Qurûn e ji Qarûn te, baweriyek jî heye dibêjin xezîneyek pir mezin li wî gundî heye.

Xelkê gund ji eşîra Dirbasiya, ji bera Mele Hisêniya tê, nezî 30 malî li gund dijîn û zedeyî 100 malî ji Qoser, Edene û Stembolê dijîn.