Goşt û savar

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Goşt û savar, savara bigoşt, goştar ji xwarinên quşxaneyê yên bigoşt ên koma riz û savarê, xwarinek e. Li tevahiya herêmên Kurdistanê didin ser.

Savar, girar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji savarê re girar jî tê gotin. Girar bêhtir bo savara hebên wî gir in, savar jî yên hebên wê sivik û hûr in re dibêjin. Li gelek deveran savar di wateya girara hatiye kelandin re dibêjin, heger savar ne keliya be, dibêjin girar. Mixabin zimanzanên kurd ti xebatekê li ser pêjgeha kurd nekirine, têgînên wê hêj standard nebûne.

Dibe ku ji girê ar(d)ê (arvan), girar derketibe. Em dizanin berê genim di aşên prîmîtîv de dihate hêrandin û girikên genimê tê de dima.

Angaştek li ser bikaranîna savar û rizê li Kurdistanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li herêmên bakur ên Kurdistanê savar, li yên başûr jî riz (birinc) bêhtir tê xwarin. Sedemekê wê avhewa ye, başûr deştî û germ e, bo çandiniya birincê destdide. Sedemek din jî bandora xwarinên suryanî û ereb in.

Berkeliya goşt û savara Mûşê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 4 SA (stekana-qedeha avê) savar
  • 250-300 gr tîkegoşt (ê berxê be baştir e)
  • 2 serî pîvaz
  • 2 KX (kevçiyê xwarinê) mergeya fringiyê
  • 2 îsota çarlîston
  • 2 fringî (bacanê sor, pamîdor, tomatos, şamik)
  • 6-7 ta bexdenûs
  • Îsota reş
  • Xwê (solin)

Çêkirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hûn dikarin ji dêl tîkegoştê ve qeliyê jî bikarbînin. Qelî nayê kelandin, lewra ji xwe keliyaye. Pîvazê wekî zarê (kûbîkî) hûrbikin. Îsotê jî herwiha hûrbikin, dendikên wan derînin. Fringiya di ava germ de bişon bila hûn bi hêsanî bikaribin, qalikên wê bigirin, ango divê qalikên pamîdoran bên girtin û wan jî kûbîkî hûrbikin. Bexdenûsê pakij bişon, ziwa bikin, hûrbikin.

Goştê tîkekirî bişon, bi 3-4 SA avê bidin ser agir, heya ava xwe kişand bikelînin. Pîvaz, îsotê di nava rûn de biqelînin, goşt û fringiya hûrkirî berdin navê, biqelînin. Tevdin bila binî û serî yek biqelin. Fringî nermijî bûn, merge, îsota reş, xwê û 8-10 SA avê tevlî bikin, bila bikele.

Savarê berdin quşxaneya dikele, agir nizm bikin, heya savarê avê kişand xwe, hebikên savarê ponponî bûn (werimîn) bikelînin. Bexdenûsa hûrkirî tevlî bikin, bihêlin bila hinekê bisekine.

Pirranî bi mastê parzûnkirî dixwin. Xwarina we dikare were ser destexaneyê (sifre).