Gotûbêj:Apik

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Silav. Li gor Wikipedia îngilîzî Rhoptropus bradfieldi diporus gumgumokeke ENDEMÎK a welatê Namîbya, li Afrîkayê ye. Çawa çêdibe ku navê wê bi kurdî heye? Ez bawer im ku ev gotar çewt e yan jî navê wê bi latînî ne rast e. -- MikaelF 17:28, 13 sermawez 2009 (UTC)

dembaş brez. dibe ku nave wê yê bi latînî saş e... lê gumgumokeke ku wisa xuya dike li Kurdistanê jî heye, min bi xwe wêneke kişandibu, ez wê wêneyî jî bara wîkîpediya bikim da ku sas ne were fehm kirin... gelo navê wê yê bi latînî ci ye ez jî sas bum :) --Ferrus 19:50, 13 sermawez 2009 (UTC)
Dema te jî xweş be! Spas ji bo vî wêneyê te... min nuha fam kir apik çi ye... silav --MikaelF 20:54, 13 sermawez 2009 (UTC)

Apik, apapika malan,qirtîşek e biçûk e ku navê wê bi îngilîzî Gecko.Ev qirtîş li gelek warên Cîhanê dijî ye

Wateya canwer[çavkaniyê biguhêre]

Silav @Biyolojiyabikurdi û @Ferrus . Di gotarê de wisa hatiye nivîsandin: Da ku apik di êvaran de xwe baş veşêrîne rengê xwe ne tu balkêş e da ku tu canewer wî nebîne .

Heta ez dizanim cinawir bi wateya Monster ( bi tirkî canavar ) e . Ajal an jî hewan peyvên rast in.

Avestaboy (gotûbêj) 14:44, 12 nîsan 2023 (UTC)[bersiv bide]

Silav. Peyvên “ canewer-candar-giyanêwer-giyandar- zîndewer “ bi gelemperî Ji bo tiştên zindî (bi înglîzî: living things) tên bikaranîn. Bakterî, protîst, karok, riwek û ajal zîndî ne, her ferdek wan wekî zîndewer tê navkirin. Peyva giyanêwer li Başûr hin caran li dewsa peyva ajal, hin caran jî li dewsa peyva zîndewer tê bi kar anîn. Ji bo tevlihevî çê nebe,ez pêşniyara peyva “zîndewer” dikim. Biyolojiyabikurdi (gotûbêj) 18:59, 12 nîsan 2023 (UTC)[bersiv bide]
@Biyolojiyabikurdi Gelo wateya zîndewer ne Organîzm ( canli , Lebewesen) e ? Avestaboy (gotûbêj) 19:32, 12 nîsan 2023 (UTC)[bersiv bide]
Belê. Organîzma û zîndewer heman tişt e. (living thing = organism) Biyolojiyabikurdi (gotûbêj) 20:12, 12 nîsan 2023 (UTC)[bersiv bide]