Gotûbêj:Berivan İçen

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Berivan an Bêrîvan Îçen  ?[çavkaniyê biguhêre]

Êvar baş hevalno @MikaelF, Ghybu, Guherto, Balyozxane, Gomada, û Bikarhêner: @Jiju, Mohajeer, Penaber49, KelêÛxelfetî, Biyolojiyabikurdi, û Ferrus: @GPinkerton, Pispor, Bibliophile, Rewiye tine, û Ahmetbeg: Min berê gotara bi sernavê Bêrîvan Îçen nivîsand. Mixabin rastnivîsa tirkî hatiye pejirandin. Ez vê yekê fêm na kim. Lîstikvana futbolê Kurda Mêrdînî ye ; navê wê Bêrîvan peyv û navekî Kurdî û ev jî Wîkîpediya kurdî ye. Em jî Leyla Îmret dinivîsin ne Leyla İmret. Ketelan û îrlendiyên ku bi Zimanê îrlendî diaxivin di Wîkîpediyayên xwe de rastnivîsa xwe bikar tînin. Mixabin Wîkîpediyayên din piştgirîya şovenîzma dewleta Tirk dikin û behsa eslê Îçen jî nakin. Di guzarnameyên /pasaportên tirkan de her tim rastnivîsa tirkî heye. Alfabeya tirkî tîpên ê , î , q , û , x an w nas nake . Ger navê yekî Welat be neçar e navê xwe wek Velat binivîsîne. Ne hewce ye ku em piştgiriyê bidin van derewan . Avestaboy (gotûbêj) 20:33, 7 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

Bêrîvan Îçen çêtir e. Guherto (gotûbêj) 18:47, 14 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]
@Avestaboy û Guherto: Merheba hevalino. Wekî ku min li ser vê gotûbêjê jî diyar kiribû, ji bo diyarkirina navan krîterek muhîm jî ev e ku awayê zêdetir tê nasîn were bikaranîn. Ji bo vê yekê jî mirov li bikaranînên di çavkaniyên serbixwe yên pêbawer ên bi zimanê kurdî de. Lê belê di ti çavkaniyeke kurdî de navê "Bêrîvan Îçen" bi halê kurdî nehatiye nivîsîn. Ango kurd hêj vê kesê nas nakin. Lewma bi qenaeta min divê bi halê xwe yê ku tê naskirin yanî wek "Berivan İçen" were qeydkirin. -- Bikarhêner (gotûbêj) 23:08, 17 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

Êvar baş @Balyozxane: Aniha ez dibêjim tu mafdarî . Mesela Berîvan Aslan navê fermî jî navê xwe wek Berîvan Aslan dinîvis e ( û ne Bêrîvan) .Ew li gorî min çewt ema ne biryara min e . Avestaboy (gotûbêj) 18:35, 18 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

@Avestaboy Ew Bikarhêner (g · b · a) e, ne ez im :) --Balyozxane (gotûbêj). 18:47, 18 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]