Gotûbêj:Destnimêj

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

@MikaelF: Merheba, ez fêm nakim te çima şablona jêbirine danî ser evqas nivîsaran. Ji bo nimûne ev nivîsar sala 2005a hate çêkirin, û tiştê ku ez zanim gotarên bêçavkanî nayên jêbirin, şablona {{Bêçavkanî}} tê danîn li ser wan. -- Guherto (gotûbêj) 21:27, 21 nîsan 2022 (UTC)[bersiv bide]

@Ghybu, Gomada, Penaber49, Avestaboy, û Bikarhêner:
Silav Guherto, dembaş, tu çawan î, baş î? Gelek spas ji bo hizrên te li ser vê mijarê. Bingeha sereke ya her çi ensîklopediyê çavkanî ye, yanî mirov ensîklopediyan bê jêder/çavkanî nanivîse û bes. Wek tu dibêjî, ev gotar behtirî berî 15 salan hate nivîsandin, bê jêder û di vê demê de ti kesî çavkaniyek lê zêde nekiriye û wisa maye. Heyf e, bi hezaran gotaran bi vî awayî hatine nivîsandin û ji ber vê hingê jî Wîkîpediya kurdî wîkîpediyeke alîgir, bêbawer, bêkalîte û qels bûye. Peyama min ev e, heke gotareke bê çavkanî di maweyeke sê-çar mehan de neyê baştirkirin, bi dîtina min, bila were jêbirin. Gotarên neensîklopêdîk û alîgir in, mixabin. Ez Wîkîpediyeke modern û bikalîte dixwazim, bi çavkanê, bê xwe-reklam (CV), bê reklama dînî û siyasî, bi zimanekî zelal û ne bi zimanê wergera google. Li vir ez dixwazim bikarînerên aza û wêrek bibînim, lê bikarînerên BI çavkanî. Min bi salan şablona {{Bêçavkanî}} daînaye li ser gotarên bê çavkanî, îro min ji xwe re got: êdî bes e! :) Serkeftin ji bo te. --MikaelF (gotûbêj) 11:15, 23 nîsan 2022 (UTC)[bersiv bide]
@MikaelF: Merheba, baş im tu çawa yî? Ez fikirîna te fêm dikim. Lê bere hê jî şablona bêçavkanî li serê werê danîn. Ji bo nimûne ez piçekî li ser nivîsara Nimêj şuxilîbûm lê ji ber ku {{Bêçavkanî}} li ser nînbû min ferq jî nekir ku çavkanî nînin. Ez bahwer im hemû tiştê di wê nivîsarê de rast in û baş e jî, heyf e ku werê jêbirin. Lê rast e divê çavkanî hebin. -- Guherto (gotûbêj) 13:56, 23 nîsan 2022 (UTC)[bersiv bide]

@Ghybu, Gomada, Penaber49, MikaelF, Guherto, û Bikarhêner: Mixabin di Wîkîpediya Kurdî de gelek gotarên bê çavkanî hene. Ger em hemû gotarên bê çavkanî jêbikin, tenê çend hezar gotar dê bimînin. Di heman demê de, nivîskarên me ewqas zêde nînin. Ew lûksa ku ji bo Wîkîpediya bi zimanên din he ji bo Wîkîpediyaya kurdî tun e. Ji ber vê yekê, divê em tenê gotarên ku neensîklopedîkin jêbirin. Gotarên din hîn jî dikarin werin çêtir kirin. -- Avestaboy (gotûbêj) 17:33, 23 nîsan 2022 (UTC)[bersiv bide]

@Ghybu, Gomada, Penaber49, Avestaboy, û Guherto: @MikaelF, Xwedêda, û Balyozxane: Merheba hevalino. Ez dibînim ku hinek gotar him xelet in, him kurt in û him jî bêçavkanî ne. Bi min ger gotarekê him bêçavkanî him kurt be em dikarin jê bibin. An jî him bêkalîte û him jî bêçavkanî be em gotarê jê bibin. Wekî din ger tenê bêçavkanî be, bila bimîne. Lewma ez dibêjim bila ev gotar bimîne. Spas. -- Bikarhêner (gotûbêj) 12:46, 18 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]