Destnimêj

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Children of Iran Of qom کودکان ایرانی، کودکان قمی 29.jpg

Destnimêj yek ji ferzên dînê Îslamê ye. Di pêş nimêjê yan jî xwendina Quranê de bi avê tê girtin. Gava ku av neyê ditîn, mirov dikare bi qûmê yan jî xaliyê jî destnimêj bigire. Li gor dînê Îslamê, ji ber ku mirov here hizûra Xwedê, divê mirov pir paqij be.

Maneya Destnimêjê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li gorî dînê Îslamê, hîkmetê destnimêjê ew e ku; mirov xwe ji bilî bûna hemû kar û xebatên dinê dûr bixe û xwe bi her awayê ji bona îbadetên ji Xwedê ra amade dike. Girtina destnimêjê sembola paqijiya hemî cism û dilê mirovan e, ji çavreşî, hesûdî, fesadî û derewan e[çavkanî hewce ye].

Girtina destnimêjê, emrê Xwedê ye û di Quranê de ayetên li ser girtina destnimêjê hene. Destnimêj di sûra Maîdeyê da di ayeta 6an da derbas dibe; "Gelî bawermendan, dema we xwest rabin Nimêj bikin, serçavên xwe û herdû milên xwe bi înişkan ve bişon û serê xwe mesih bikin û herdû lingên xwe bi gûzekan va jî" (Sûra Maîde 5/6).

Ferzên Destnimêjê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. (1) Rû (Heta bin çenê, ber ê û gûhan) carek tê şûştin.
  2. (2) Her dû dest heta enîşka bi carekî tê şûştin.
  3. (3) Tûncik mesh kirin.
  4. (4) Lîngan, gûzek jî tev carek şûştin.

Sûnnetên Destnimêjê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. (1) Di serê destnimêjê de Êûzû Besmele tê anîn.
  2. (2) Nîyet anîn.
  3. (3) Destan heta hêzê şûştin.
  4. (4) Sê cara dev (mazmaza) û poz (îştînşak) re av hildandin.
  5. (5) Mîsvak bi kar anîn.
  6. (6) Bi şûştina dest û lingan, tiliyan dest pê kirin.
  7. (7) Goh, qirik û stû mesh kirin.
  8. (8) Porên ser berê jî mesh kirin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]