Gotûbêj:Serbistan

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

silav @Avestaboy, MikaelF, û Bikarhêner: hûn çanin? Di derbarê navê Sirbîstan (Sirbiya) de min lêkolînek piçûk kir ji xeynî zimanê almanî nav di zimanan de wekî wekê Sirbiya hatiye nivîsandin. Ez divêm em jî li ser wîkîpediya kurdî wekê hemî zimanan navê Serbistanê wekî Sirbiya biguherînin êdî çêtir e. Di vê warê de fikrên we çiye? Penaber49 (gotûbêj) 09:12, 21 hezîran 2023 (UTC)[bersiv bide]

@Penaber49 , @MikaelF û @Bikarhêner Bi dîtina min Serbistan çêtir e . Paşgira -stan ji zimanên îranî tê û derbasê Zimanên tirkî û zimanên din jî bûye. Kurdên li Împeratoriya Osmanî welat bi vî navî nas kiribûn. Navên wek Albanya (Ernewitistan) û Kroatya (Xirwatistan)
di serdema nûjen de bi riya bandora zimanên rojavayî derbasê zimanê kurdî bûn. Mesela em dibêjin Bulgaristan û ne Bulgarya . Lewma bi min guhertina navê welat ne hewce . Silav û rêz Avestaboy (gotûbêj) 09:28, 21 hezîran 2023 (UTC)[bersiv bide]
Silav @Avestaboy ji bo pêşvebirina kurdî divê hêdî hêdî peyvên nûjen beşdarî zimanê kurdî bibe. Jiber ku ziman ji asîmîlasyonê dewleta tirk bi bandor nebe pêwîst e mirov rê li ber peyvên hind û ewropî veke. Penaber49 (gotûbêj) 09:41, 21 hezîran 2023 (UTC)[bersiv bide]
@Penaber49: Paşgira "-istan" li kar e, û pir tê bikaranîn. Guhertinên zimanî jî wekî mihendisiyê nayên kirin. Her kesekî dikare ji xwe re zimanekî sunî çêke, lê kurdî ne zimanekî sunî ye, ne ew ziman e ku mihendîsî lê were kirin. -- Bikarhêner (gotûbêj) 10:42, 21 hezîran 2023 (UTC)[bersiv bide]
Silav @Bikarhêner, ji bo bersiva te spas dikim. Kurdî zimanekî gelek kevn û qedîm e, di vî warî de tu şik tineye. Dibe ku Avestaboy û hûn beşdarî fikrê min nabin. Wek ku hûn jî dizanin hemî ziman peyv ji hev werdigirin. Ji bo zimanê kurdî bi parastina peyvên heyî re mirov dikare zimanê dewlemendtir bike. Ev jî rastiyeke ku mijarê bi rengê divê kesên zêdetir pispor û zimanzan (fîlolog) li ser niqaş bikin lê mixabin saziyên kurd xebatên wan ên berbiçav tune ne. Carek din sipas ji bo bersiv û fikrên we. Penaber49 (gotûbêj) 12:11, 21 hezîran 2023 (UTC)[bersiv bide]
@Penaber49 Peyvên nûjen ? Gelo ji bo te tenê peyvên ewropî peyvên nûjen in  ? Kemalîstan jî wisa difikirîn. Nûjenî helwest û rewşek e û ne tenê bikaranîna çend peyvan e. Asîmîlasyona tirkan tenê ji serdema Kemalîstan dest pê kir.Bandora tirkên di Împeratoriya Osmanî de li ser kurdan kêm bû. Tirk bi xwe jî bi giranî di bin bandora Ereb û gelên îranî de bûn.Paşgira -stan peyveke îranî ye û lewma jî peyveke hind-ewropî ye û ne peyveke tirkî ye. Navê welatê me jî Kurdistan e ne Kurdiya. Avestaboy (gotûbêj) 11:49, 21 hezîran 2023 (UTC)[bersiv bide]
Silav @Avestaboy peyvên etîmîlojî, biyografî fîlolojî û hwd yek ji van di zimanê tirkî de tune bûn (ev jî rastiyeke zimanê kurdî gelek ji zimanê tirkî gelek dewlemendtir e) wan bi parastina peyvên tirkî yên heyî ve jibo dewlemendiya zimanê xwe van peyvên biyanî wergirtine û bikaranîne. Ez jî bi awayekî tund divêm peyvên heyî bêne parastin û gelek caran peyvên zêde di nav parantezan de bikartînim lê ji bo dewlemendiya ziman mirov hinek peyvan bikarbîne dibe ku êdî çêtir be. Penaber49 (gotûbêj) 12:21, 21 hezîran 2023 (UTC)[bersiv bide]
@Penaber49 Îro, piraniya dibistanan îngilîzî fêr dikin. Di destpêka serdema nûjen de, di nav misilmanan de jî axaftina fransî wek xweş (chic)
dihat hesibandin.Piraniya peyvên ku te li jor nivîsî hevwateyên wan a kurdî jî he ne. Ji bo peyvên etîmolojî û biyografî peyvên bêjenasî /peyvnasî û jînenîgarî jî he ne. Avestaboy (gotûbêj) 12:40, 21 hezîran 2023 (UTC)[bersiv bide]