Gotûbêj:Spanya

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Navê rastî "Espanya" ye, ne "Spanya"
Bi Kurdî jî wisa ye. Fermo, biguherînin!!! --89.166.150.160 00:14, 23 rezber 2010 (UTC)
Silav, wek tu dibêjî navê Îspanya jî heye. Spanya jî navekî rastî ye. --MikaelF 12:17, 23 rezber 2010 (UTC)

MikaelF 12:55, 5 rezber 2007 (UTC) Li Spanya zimanê galîsiyayî heye, anku, ne zimanê galîçî ye. Du zimanên cuda ne. Galîçiya navçeyeke dîrokî ye li Polonya / Ukrayna ye û Galîsiya herêmeke otonom a li Spanya ye. Ji bo vê yekè ez galîçî bo galîsiyayî diguherînim, başe? Lê ez nizanim çawa sernivîsa bi navê Galiçî biguherînim.

83.35.62.60 14:02, 4 rezber 2007 (UTC) Min li van rûpelên li ser Spanya, Katalonya, Galîsiya, Valensiya û Welatê Baskî gelek çewtî dîtin. Ez ji bo vê yekê van guhêranan pêşniyaz dikim:

Spanya, zimanê spanî (kastîlî)

Kastîlya, zimanê kastîlî, mirovên kastîlî bi kastîlî xeber didin.

Katalonya, ziman katalanî, katalan bi katalanî dipeyivin.

Welatê Baskî (Euskal Herria), zimanê baskî, bask bi baskî diaxivin.

Galîsiya, zimanê galîsiyayî (an jî galîsî?, galegî?), mirovên galîsiyayî bi galîsiyayî qise dikin.

Valensiya, zimanê katalan-valensiyayî, mirovên valensiyayî bi katalan-valensiyayî dişitexilin.

Çavkanî

Zana Farqînî (1992). Ferhenga Kurdî-Tirkî, Enstituya Kurdî, Istanbul

Daryoush Ashourî (1995). English-Persian dictionary for Human Sciences. CIDR, Paris.

Hûn jê çi dibêjin?

Keyaniya Spanyayê di agahîdankê de[çavkaniyê biguhêre]

Êvar baş hevalno @Penaber49 , @Balyozxane , @MikaelF , @Tarîxnas Aniha di agahîdankê de Kingdom of Spainhatiye nivîsand. Gelo ez çawa dikarim vê bi kurdî wek Keyaniya Spanyayê biguhêrînim ? Silav û rêz Avestaboy (gotûbêj) 18:31, 7 îlon 2023 (UTC)[bersiv bide]

Silav Avestaboy min agahdankê guhert niha navên bi kurdî dixuyên. Lê agahîdank hinek dirêje ku bikariya hinek parametreyan kêm bikar êdî baştir dibûya. Ev jî divê mirov zimanê kodkirinê bîzane. Penaber49 (gotûbêj) 18:51, 7 îlon 2023 (UTC)[bersiv bide]

Wergera Googleê[çavkaniyê biguhêre]

Silav hevalê @Penaber49 . Tu çawanî ? Başî ? Bikaranîna Google Translate ne qedexe ye . Lê zêde baweriya Wergera Google ne ke . Google Translate zêde çewtiyên rêziman û rastnivîsê dike . Mesela ez difikirim ku Herêma Euro bi kurdî Herêma Ewroyê ye û heke ez şaş nebim Kastroya keltîk çewt e û Kastroya keltî rast e .Suebî û Vandalên Alman jî çewt in . German bi inglîzî alman in û germanic peoples jî tê wateya German . Vandal gelekî german bûn . Jixwe di vê demê de gelê Alman tune bû . Her wiha wergera Google peyva padîşah û padîşahî tercîh dike . Em ema li ser Wîkîpediyayê bi taybet ji bo keyaniyên ewropî wek standartkirin peyva keyanî tercîh dikin . Mesela Keyaniya Yekbûyî , Keyaniya Makedonî , Keyaniya Prûsyayê, Keyaniya Gurcistanê , Keyaniya Îtalyayê. Ji kerema xwe standartkirinê xirab nekin. Silav û rêz Avestaboy (gotûbêj) 09:33, 19 îlon 2023 (UTC)[bersiv bide]

Silav Avestaboy, bê serrastkirin û kontrol kirin hevokan li gotarê zêde nakim. Dibe ku di nivîsa navên orîjînal de çewtiyên biçûk hebin mirov dikare bi demê dikare sererast bike. Fem kirina hevok û rêzmanzana rast êdî girîng e. Penaber49 (gotûbêj) 10:00, 19 îlon 2023 (UTC)[bersiv bide]
Roj baş @Penaber49 . Mixabin di gotarê de çewtiyên mezin jî hebûn. Ger kesek ferqa Alman (German) û German (Germanic peoples) nizanibe çewtiyek mezin e.Mixabin ev çewtî pir caran tê kirin. Girîng e ku em hemû çewtiyan sererast bikin. An jî ziyan (zirar) li ser Wîkîpediyaya kurdî dibe . Silav û rêz Avestaboy (gotûbêj) 12:10, 19 îlon 2023 (UTC)[bersiv bide]