Gotûbêja bikarhêner:Ilamxan
Tu bi xêr hatî Wîkîpediyaya kurdî!
[çavkaniyê biguhêre]Wîkîpediya, ensîklopediya azad a bi kurdî,
- Wîkîpediyaya kurdî projeyeke navneteweyî û azad e. Armanca wê komkirina zanyariyan a bi alîkariya çavkanî û jêderan û bi şêweyê ensîklopediyê ye. Hewleke hevbeş e ku ensîklopediyeke azad derkeve holê. Her kes dikare tevlî nivîsandina vê berhemê bibe. TU nivîskarê/a vê ensîklopediyê yî! Gavên pêşî gelek hêsan in.
- Berî ku tu dest bi karê xwe bikî, ji kerema xwe re li vir binêre. Heke te alîkariya bikarhênerên din hewce be û tu bixwazî ji bikarhênerên Wîkîpediyayê re binivîsî, here rûpela gotûbêja mijarê û dû re li jor « Mijarekê lê zêde bike » bitikîne.
- Ji ber sedema mafên telîfê em li Wîkîpediyayê nivîsên di çavkaniyeke din de li vir nanivîsin, lê bikarhêner dikarin bi gotinên xwe û bi nîşandana çavkaniyê ji çavkaniyên din sûd werbigrin. Ji kerema xwe re agahiyên peyv bi peyv ji malper, pirtûk an jî kovaran li ser Wîkîpediyayê kopî neke. Tu nivîskar î û divê tu gotarên xwe bi peyvên xwe binivîsî!
- Heke alîkarî ji te re hewce be tu dikarî rûpela Alîkariyê bixwînî û pirsên xwe li Dîwana Wîkîpediyayê an jî Kurdîgehê binivîsî.
- Dema ku tu di gotarekê de tiştekî biguherînî, divê tu bi nêrîneke bêalî û bi zimanekî ensîklopedîk binivîsî. Çavkaniya agahiyê jî ji bir neke!
- Îmzeya xwe li nava gotarê nexe û di gotaran de reklamê neke an jî e-mail û hejmara telefona xwe nenivîse. Ji bo danasîna xwe tu dikarî di rûpela xwe ya bikarhêneriyê de bi bikaranîna şablona Babîlê agahiyan bidî.
- Dema te ji bikarhênerên din re peyam nivîsand, ji kerema xwe li gorî hîmên rêzgirtinê tevbigere û wisa bifikire ku her kesê li vir weke te dixwaze ji bo pêşvexistina Wîkîpediyayê beşdar dibe û wan weke kesên niyetbaş bihesibîne. Pênc hîmên sereke yên Wîkîpediyayê jî bixwîne.
- Divê mirov xwediyê/a tenê yek hesabî be! Hinga çend hesabên heman kesî an jî çend hesabên mirovên cuda yên ku di gotûbêjan de ji bo bidestxistina avantajê bi hevre tevdigerin, di Wîkîpediyayê de weke kuklabaziyê tê binavkirin û ev dibe sedema astengbûnê.
- Heke te rê û rêbazên Wîkîpediyayê xwendibî, êdî tu dizanî bikarhêner çi dikin û bi çi awayî gotaran diguherînin. Wîkîpediyaya kurdî her roj di nava pêşketinê de ye. Niha 90.421 gotarên bi zaravayên dimilî, kelhûrî, kurmancî û soranî yên bi tîpên latînî hene.
Kurterêbera rastnivîsînê ya Wîkîpediyaya kurdî
|
|
Klavyeya kurdî: Kurdî-h • Kurdî-tr (metod ji bo klavyeya tirkî)
—Penaber49 (gotûbêj) 13:56, 8 gulan 2022 (UTC)
Parêzgeha Bedexşan
[çavkaniyê biguhêre]Silav
[çavkaniyê biguhêre]Silav Kelhuri, Min xwest ji we re bibêjim ku ez pir kêfxweş im ku hûn beşek ji Wîkîpediya Kurdî ne, karê te baş e û berdewam bike. Silav û rêz! KelêÛxelfetî (gotûbêj) 22:12, 6 sibat 2023 (UTC)
Guhertina navan
[çavkaniyê biguhêre]Silav Xaneqînî, navên kesan kes ku bi çi navê îmze diavêje ew nav li ser wîkîpediyayê derbasdar e. Ji kerema navan li gorî bi lêvkirina kurdî neguherîne. Penaber49 (gotûbêj) 21:15, 11 adar 2023 (UTC)
Guhertina navên gotaran / zimanekî wîkîperwer
[çavkaniyê biguhêre]Silav Xaneqînî, hêvîdar im tu bas bî. Di serî de spas bo karê te yê derbarê rexnekirina olan. Ji kerema xwe re gava tu gotaran dinivîsî, bêhtir zimaneki bêalî bikarbîne. Û navên gotaran yên zanistî bi yên yekalî neguherîne. Peyva „pût“ ji aliyê hin dîndaran ve wek heqaret tê bikaranîn, lewma nabe ku em gotarekê wek „Pûtperestiya erebî“ bi kar bînin. Ku em wiha bifikrin, divê em Kaaba jî wek pûtperestî binav bikin, ku bi zimanekî wiha emê ti car negihînin standarteke pêsketî di Wîkîpediya kurdî de. Qewat be - û Newroza te pîroz be!Ferrus (gotûbêj) 05:53, 22 adar 2023 (UTC)
- Silav @Ferrus û Xaneqînî: ez jî wekî Ferrus difikirim, wisa dixûyê ku hevalê Xaneqînî hinek alîgir tevdigere. Li cihanê her kes û her bawerî heye. Di derbarê rastî û nerastiyan kesên dîndar de divê wîkîpedîya bi temamî bêalî be. Penaber49 (gotûbêj) 06:46, 22 adar 2023 (UTC)
Alîgirî
[çavkaniyê biguhêre]Silav Xaneqînî, dibe her mirov xwedî fikr û siyasetên cûda bin lê wîkîpedia ne cihê vî yekê ye ku mirov propagandaya reş bike. Ji kerema xwe tenê di nav hewlên zêdekirina zanyarî ya wîkîpediyayê be ne di nav reş kirina aliyên siyasî de. Spas. Penaber49 (gotûbêj) 02:13, 9 tebax 2023 (UTC)
Gotûbêj:Şerê Sofîk û Tirkiyeyê
[çavkaniyê biguhêre]Bnr. Gotûbêj:Şerê Sofîk û Tirkiyeyê#Sererastkirina gotarê --Balyozxane (gotûbêj). 15:07, 16 sibat 2024 (UTC)
Xebatên alîgir
[çavkaniyê biguhêre]Silav Kelhûrî, bi caran ku li ser wîkîpediyaya navê xwe guhertiye û xebatên te bi giştî aligîr û wekê propaganda dixuyê. Hewceye pesn û xirab kirina tu kesî nîne. Divê em li vir objektîv bin ne subjektîv. Gotara Huseyîn Velîoglu ji binî tev bi zimanê pesn alîgir hatiye nivîsandin. Ji kerema polîtîkaya Wîkîpediya:Nivîsandin û sererastkirina gotaran li benda Zimanê bêalî binêre. Pêwîste em destûr nedin ku wîkîpediya kurdî bibe cihê propagandaya rêxistinan. Penaber49 (gotûbêj) 13:33, 21 tîrmeh 2024 (UTC)