Gotûbêja kategoriyê:Kurdên Anatolyaya Navîn

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Êvar baş @Balyozxane@Penaber49,@MikaelF, @Ghybu Di sernavê vê gotarê de peyva Anatolya çewt hatiye nivîsandin. Silav û rêz Avestaboy (gotûbêj) 21:50, 30 kanûna paşîn 2024 (UTC)[bersiv bide]

Rojbaş @Avestaboy, tu çawan î? Erê, gotina te ye! Silav û rêz. MikaelF (gotûbêj) 08:27, 31 kanûna paşîn 2024 (UTC)[bersiv bide]
@MikaelF ez baş im. Gelek spas . Gelo tu çawanî ? Her wiha ez difikirim ku Anatolyaya navîn ji Anatolya Navîn çêtir? Ma tu çawa difikirî ? Avestaboy (gotûbêj) 23:34, 31 kanûna paşîn 2024 (UTC)[bersiv bide]
@Avestaboy spas, ez jî baş im. Erê, ez bi te re me. Hîperkorektî ye, lê di ensîklopediyan de çêtir e :) Silav û rêz. MikaelF (gotûbêj) 08:27, 1 sibat 2024 (UTC)[bersiv bide]
@MikaelF Bi min ew ne hîperkorektî ye lê rêzîman e . Mesela em dibêjin Deryaya Navîn û ne Derya navîn ,Rojhilata Navîn û ne Rojhilat navîn . Em nikarin îzafetên zimanê kurdî paşguh bikin .Avestaboy (gotûbêj) 11:02, 1 sibat 2024 (UTC)[bersiv bide]
Silav @Avestaboy, MikaelF, Bikarhêner, Guherto, û Ghybu:. Hemû ferhengên li jêr dibêjin Anadolî rast e. Gelo ne baştir e em li gorî van ferhengên mezin herin û navê rûpelê bikin "Kurdên Anadoliya Navîn", û "Anadoliya navîn" ?
  1. Ferhenga Zana Farqînî (r. 42),
  2. Ferhenga Qanatê Kurdo (r. 818)
  3. "Ji Bo Rastnivîsînê Ferhenga Kurdî (Kurmancî) - Tirkî ya Nû (2018)" (r. 44)
  4. Ferhenga Weqfa Mezopotamyayê [1]
--Balyozxane (gotûbêj). 11:14, 1 sibat 2024 (UTC)[bersiv bide]
@Balyozxane Min gelek guherto ya vê peyva xwend. Rastnivîseke standartkirî tune ye. Avestaboy (gotûbêj) 12:52, 1 sibat 2024 (UTC)[bersiv bide]
@Avestaboy. Yekane ferhenga rastnivîsînê ya kurdî ku ji aliyê çend zimannasên mezin ên kurdî çêkirine dibêje Anadolî rast e. Ma ev ne bes e ji bo rastnivîsa standard? Eger em jî neçin bi riya wan tabî rastnivîsa standard tinebe. --Balyozxane (gotûbêj). 12:59, 1 sibat 2024 (UTC)[bersiv bide]
@Balyozxane, @Avestaboy, @Penaber49, @Gomada bi dîtina min :).. ji xeynî çavkaniyên jorîn, çend çavkaniyên din jî hene:
  • 1. Ferhenga Farqînî (2010) r. 25 Anatoliya, r. 834 Enedol, Anatoliya;
  • 2. Daryoush Ashouri (1995) English-Persian Dictionary for Human Sciences, r. 15 Anatolian: Anatolyayî;
  • 3. Farqînî (2000) r. 80-81 Enedol (enedolî), Anadol (anadolî), Anatoliya (anatoliyayî, kesê ku ji gelê Anatolyayê (!) ye);
  • 4. Farqînî (2004) r. 42-43 Anadol, Anatoliya, r. 591 Enedol;
  • 5. Qanatê Kurdo (1960) Anadolî...
Ferhenga Weqfa Mezopotamya hewleke baş e ji bo standarkirina zimên, lê dîsa bi dîtina min, karê wan ne vekirî û zelal e, yanî kî peyvên standard hildibijêre, kengî tên hilbijartin, li gorî çi krîteran, çima peyvek standard e û çend peyvine din ne standard in? Bi nihêrîna min, Wîkîpediya kurdî gelek caran zelaltir û bêhtirî bi çavkanî ye ji Weqfa Mezopotamyayê, zimannasên mezin lê jî hebin, divê zimannasên mezin hilbijartin û lêkolînên xwe zelal û ronî bikin, bi awayekî akademîk biryarên xwe şirove bikin. Ev ramana min e û di warê peyva Anatolya de, gelo anatolî/anadolî ne rengdêr e ji navê Anadol? Heke ne rengdêr bûya, rengdêra Anadolî çi ye? Silav û rêz. MikaelF (gotûbêj) 09:16, 2 sibat 2024 (UTC)[bersiv bide]
@MikaelF Min heta niha ti ferhenga rastnivîsînê nedîtiye ku yek bi yek îzah bike çima ev form hatiye hilbijartin. "Ji Bo Rastnivîsînê Ferhenga Kurdî (Kurmancî) - Tirkî ya Nû (2018)" di rûpela 32an de hemû çavkaniyên xwe nivîsine. Rengdêra vê peyvê di ferhengê de nehatiye nivîsin. Gelo zimanê kurdî mecbûr e ku ji bo her kelîmeyê rengdêra wê çêke? Ma em nikarin "xelkê Anadoliyê" / "kesê ji Anadoliyê" bi kar bînin? Ji ber ku gelek kes bi mantiqa tirkî an jî bi zimanên din difikirin ji bîr dikin ku her tişt nayê tercimekirin loma diçin kelîmeyên nû çêdikin. Ma ne mimkûn e ev jî ji wan rewşan be? --Balyozxane (gotûbêj). 11:24, 2 sibat 2024 (UTC)[bersiv bide]
@Avestaboy, @MikaelF
Ji ber ku Anatolya zêdetir tê bikaranîn, ez ne dijî bikaranîna Anatolyayê wekî sernav im eger gun herdu bibêjin anatolya be lê belê ji bo standardkirina zimên bi ya min baştir e ku em li gorî ferhengên rastnivîsinê herin. --Balyozxane (gotûbêj). 13:32, 2 sibat 2024 (UTC)[bersiv bide]
Silav ji we re, ez bi peyva ***Anatolya*** re me. Bawer dikim -i- ne hewce ye. Farqînî peyv zehf dirêj kiriye.—Gomadapeyam 19:06, 2 sibat 2024 (UTC)[bersiv bide]
Dembaş, ez jî hînî Anatolya bûme, Anatolya, anatolyayî, xelkê Anatolyayê, Anatolyaya Navîn (ku li gorî zimannasan hîperkorektî ye :) )... Silav û rêz. MikaelF (gotûbêj) 19:17, 2 sibat 2024 (UTC)[bersiv bide]
@Balyozxane, Gomada, MikaelF, û Avestaboy: @Penaber49 û Ghybu: Merheba. Wekî ku min ji berê de jî gotibû, karê me ne zimannasî ye. Agahîyên me yên zimannasîyê jî ne di wê dereceyê de ye ku em karibin di her mijara zimanî/rêzimanî de bixwe qerarê bidin. Lewma min ji bo rastnivîsînê esasgirtina 2 çavkanîyên sereke, "Ji Bo Rastnivîsînê Ferhenga Kurdî (Kurmancî) - Tirkî ya Nû (2018)" û Rêbera Rastnivîsînê ya Komxebata Kurmancîyê ya Weqfa Mezopotamyayê pêşnîyar kiribû û hê jî li ser wê fikrê me.
Bi van sedeman ez jî tevlî fikrê Balyozxane yê guhertina wekî "Anadolî" dibim. Bi silavên germ. -- Bikarhêner (gotûbêj) 16:48, 6 sibat 2024 (UTC)[bersiv bide]
Wekî din, gelek navdêr di kurdî de jixwe rengdêr in jî. -- Bikarhêner (gotûbêj) 16:59, 6 sibat 2024 (UTC)[bersiv bide]