Ev kategorî têkildarî Wîkîproje Kurdistan ye, hewleke ji bo baştirkirina gotarên têkildarî Kurdistanê li ser Wîkîpediyayê. Eger dixwazî beşdar bibî, ji kerema xwe re here rûpela projeyê. Li vir dikarî tevlî gotûbêjan bibî û lîsteyeke xebatên heyî bibînî.KurdistanWîkîpediya:Wîkîproje KurdistanŞablon:Wîkîproje KurdistanGotarên Kurdistanê
Silav @Avestaboy, MikaelF, Bikarhêner, Guherto, û Ghybu:. Hemû ferhengên li jêr dibêjin Anadolî rast e. Gelo ne baştir e em li gorî van ferhengên mezin herin û navê rûpelê bikin "Kurdên Anadoliya Navîn", û "Anadoliya navîn" ?
Ferhenga Zana Farqînî (r. 42),
Ferhenga Qanatê Kurdo (r. 818)
"Ji Bo Rastnivîsînê Ferhenga Kurdî (Kurmancî) - Tirkî ya Nû (2018)" (r. 44)
@Avestaboy. Yekane ferhenga rastnivîsînê ya kurdî ku ji aliyê çend zimannasên mezin ên kurdî çêkirine dibêje Anadolî rast e. Ma ev ne bes e ji bo rastnivîsa standard? Eger em jî neçin bi riya wan tabî rastnivîsa standard tinebe. --Balyozxane (gotûbêj). 12:59, 1 sibat 2024 (UTC)[bersiv bide]
1. Ferhenga Farqînî (2010) r. 25 Anatoliya, r. 834 Enedol, Anatoliya;
2. Daryoush Ashouri (1995) English-Persian Dictionary for Human Sciences, r. 15 Anatolian: Anatolyayî;
3. Farqînî (2000) r. 80-81 Enedol (enedolî), Anadol (anadolî), Anatoliya (anatoliyayî, kesê ku ji gelê Anatolyayê (!) ye);
4. Farqînî (2004) r. 42-43 Anadol, Anatoliya, r. 591 Enedol;
5. Qanatê Kurdo (1960) Anadolî...
Ferhenga Weqfa Mezopotamya hewleke baş e ji bo standarkirina zimên, lê dîsa bi dîtina min, karê wan ne vekirî û zelal e, yanî kî peyvên standard hildibijêre, kengî tên hilbijartin, li gorî çi krîteran, çima peyvek standard e û çend peyvine din ne standard in? Bi nihêrîna min, Wîkîpediya kurdî gelek caran zelaltir û bêhtirî bi çavkanî ye ji Weqfa Mezopotamyayê, zimannasên mezin lê jî hebin, divê zimannasên mezin hilbijartin û lêkolînên xwe zelal û ronî bikin, bi awayekî akademîk biryarên xwe şirove bikin. Ev ramana min e û di warê peyva Anatolya de, gelo anatolî/anadolî ne rengdêr e ji navê Anadol? Heke ne rengdêr bûya, rengdêra Anadolî çi ye? Silav û rêz. MikaelF (gotûbêj) 09:16, 2 sibat 2024 (UTC)[bersiv bide]
@MikaelF Min heta niha ti ferhenga rastnivîsînê nedîtiye ku yek bi yek îzah bike çima ev form hatiye hilbijartin. "Ji Bo Rastnivîsînê Ferhenga Kurdî (Kurmancî) - Tirkî ya Nû (2018)" di rûpela 32an de hemû çavkaniyên xwe nivîsine. Rengdêra vê peyvê di ferhengê de nehatiye nivîsin. Gelo zimanê kurdî mecbûr e ku ji bo her kelîmeyê rengdêra wê çêke? Ma em nikarin "xelkê Anadoliyê" / "kesê ji Anadoliyê" bi kar bînin? Ji ber ku gelek kes bi mantiqa tirkî an jî bi zimanên din difikirin ji bîr dikin ku her tişt nayê tercimekirin loma diçin kelîmeyên nû çêdikin. Ma ne mimkûn e ev jî ji wan rewşan be? --Balyozxane (gotûbêj). 11:24, 2 sibat 2024 (UTC)[bersiv bide]
Ji ber ku Anatolya zêdetir tê bikaranîn, ez ne dijî bikaranîna Anatolyayê wekî sernav im eger gun herdu bibêjin anatolya be lê belê ji bo standardkirina zimên bi ya min baştir e ku em li gorî ferhengên rastnivîsinê herin. --Balyozxane (gotûbêj). 13:32, 2 sibat 2024 (UTC)[bersiv bide]
Dembaş, ez jî hînî Anatolya bûme, Anatolya, anatolyayî, xelkê Anatolyayê, Anatolyaya Navîn (ku li gorî zimannasan hîperkorektî ye :) )... Silav û rêz. MikaelF (gotûbêj) 19:17, 2 sibat 2024 (UTC)[bersiv bide]
@Balyozxane, Gomada, MikaelF, û Avestaboy:@Penaber49 û Ghybu: Merheba. Wekî ku min ji berê de jî gotibû, karê me ne zimannasî ye. Agahîyên me yên zimannasîyê jî ne di wê dereceyê de ye ku em karibin di her mijara zimanî/rêzimanî de bixwe qerarê bidin. Lewma min ji bo rastnivîsînê esasgirtina 2 çavkanîyên sereke, "Ji Bo Rastnivîsînê Ferhenga Kurdî (Kurmancî) - Tirkî ya Nû (2018)" û Rêbera Rastnivîsînê ya Komxebata Kurmancîyê ya Weqfa Mezopotamyayê pêşnîyar kiribû û hê jî li ser wê fikrê me.