Here naverokê

Leglega spî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Hacîlegleg hat beralîkirin)
Leglega spî
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Animalia
Filûm: Chordata
Çîn: Aves
Kom: Ciconiiformes
Famîle: Ciconiidae
Cins: Ciconia
Cure: C. ciconia
Navê zanistî yê latînî
Ciconia ciconia
(Linnaeus, 1758)
Belavbûna leglegan li cîhanê

     Cihên ku tê de hêlînên xwe çêdikin      Zivistan

Legleg an leglege[1] an hacîlegleg[2] an jî hecîlegleg[2] an jî leglega spî (Ciconia ciconia), cureyekî leglegan (Ciconiidae) e.

Legleg 110-115 cm dirêj e. Rawestayî nêzîkî 85 cm bilind e. Teyrekî reşbelek û stûdirêj e û pê û nikul sor in. Serçeng û serbask û serbaskveşêr û perên milan yên dirêj reş in. Yê nêr mezintir e ji ya mê. Têjik wekî yê mezin e. Tenê reşatiya çengan û perên milan şûna reşî qehwayî ye. Reşika çavî risasiyekî bi ser şînî ve ye. Çermê rûsê di navbera binê nikulî û çavî û dormandorî çavan reş e.

Legleg hindek balindeyên mezin û pê û stû û nikuldirêj in. Nêr û mê yek reng in. Nikulên gihaştiyan sor,ên çêlikan reş e. Dema rêveçûnê hêdî gavên xwe diavêjin. Li ser daran û avahiyên bilind û minare û dartêlan hêlînan çêdikin. Xwarina wan behra pitir masî û beq û mar û mêş û mor vekolîne.

Li cihên bilind li ser qube û minare û qevlexanî û zincan û darên hişk û dartêlan hêlînên xwe çêdike.

Hêlînkirin û pirbûn

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hêlîna xwe her sal ji nû ve dike. Di serê sibatê û adarê de ji 3-5 hêkên spî spî dike. Têjikan gulan û xizîranê tîne derê.

Legleg balindeyekî koçber e, ji nîvê meha Razberê karê barkirinê dike, xwe dike ref ref (refa wan hindek caran xwe li pênciyan jî dide eger nebore) û qesta başûrî dike (ji tebaxê heta çiriya pêşî li herêma Kurdistanê namîne qesta nişîv dike) heta bakurê rojava û başûrê Afrîkayê diçe. Hêjayî gotinê ye di van pazdeh-bîst salên dûmahiyê de bi awayekî eşkere legleg li Kurdistanê ber bi vebiryanê diçe.

Li perê avan û di nav zevî û mêrg û golên avê de beq, mar, margîse, mêş û masiyên biçûk dixwe, lê gelek hez ji xwarina kuliyan jî dike.

Leglega spî li gelek herêmên li parzemînên Afrîka, Asya û Ewropayê tên dîtin.

  • Îsmaîl Taha Şahîn (2006). Balindeyên Kurdistanê. Spîrêz, Dihok. (Bi tîpên erebî ye, ji bo tîpguhêziya latînî û wîkîpedyandina nivîsê, bikarhêner MikaelF).
  • Zana Farqînî (2004). Ferhenga kurdî-tirkî. Enstîtuya Kurdî, Stenbol.
  • H. Heinzel, R. Fitter û J. Parslow (1995). Türkiye ve Avrupa'nin Kuşlari (Kuzey Afrika ve Orta dogu dahil). Türkiye Dogal Hayati Kuruma Dernegi, Stenbol. ISBN 975 94098 28
  • D. Îzolî (2007). Ferheng. Kurdî-tirkî Tirkî-kurdî. Deng, Amed.
  • R.F. Porter, S. Christensen, P. Schiermacker-Hansen (1996). Field Guide to the birds of the Middle East. T & A D Poyser, London.

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]