Haftbefehl
Jidayikbûn | |
---|---|
Navê jidayikbûnê |
Aykut Anhan |
Nasnav |
Haftbefehl |
Hevwelatî | |
Pîşe |
Rapvan, hunermenda/ê tomargehê |
Salên çalak |
Dp. |
Xwişk û bira | |
Label |
Urban (en) |
Şêweyê hunerê |
Hip-hopa almanî (en) |
Cezayê birrî |
Sextekarî (en) () |
Malper | |
Dîskografî |
Haftbefehl discography (en) |
Haftbefehl an jî Aykut Anhan (jdb. 16ê kanûna pêşîn a 1985an, li Offenbach am Main, Almanya) rapvanekî alman e ku bi eslê xwe kurd e.
Jiyan û pêşveçûn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Anhan, di 16ê kanûna pêşîn a 1985an de li Almanyayê hatiye dinê. Dayika wî ji Gîresûnê û bavê wî bi eslê xwe kurd ji Dêrsimê ye.[1] Bavê wî dema ew biçûk bû xwe kuşt.[2][3] Di temenekî biçûk de bi karên neqanûnî re mijûl dibû. Demekê li Tirkiyê jiya. Paşê vegeriya Almanyayê û dest bi muzîka rapê kir. Wî dest bi ragihandina navê albûma xwe ya yekem 'Azzlack Stereotyp' kir. Wateya navê 'Biryarê Girtinê' ye. Birayê wî Capo jî raperekî alman e.[4]
Rapvaniya wî û taybetmendiya şêwaza wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Haftbefehl, Bi gelemperî, ew muzîka hip-hop, trap û rap-a normal çêdike. Ew bi gelemperî Rapa Almanî tercîh dike. Her wiha diyar kir ku hin kilamên wî ji kurdî, zazakî, tirkî û erebî wergirtine.
Bi taybetî di gotinên hin stranên wî de gotinên weke Kurdistan û Dêrsimê hene. Wek mînak di gotinên strana 'Chabos wissen wer der Babo ist' de peyvên wek 62 Tunceli, Dersîm, Kurdî û Bijî Bijî Kurdistan hene.
Dîskografî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- Azzlack Stereotyp (2010)
- Kanackiş (2012)
- Blockplatin (2013)
- Russisch Roulette (2014)
- Das weiße Album (2020)
- Mainpark Baby (2022)
Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- ↑ "Haftbefehl - Munzinger Biographie". www.munzinger.de. Roja wergirtinê: 23 tîrmeh 2023.
- ↑ "Haftbefehl spricht über den Selbstmord seines Vaters". Hiphop.de (bi elmanî). Roja wergirtinê: 23 tîrmeh 2023.
- ↑ ""Er war besessen" - Haftbefehl spricht über den Selbstmord seines Vaters". Raptastisch (bi elmanî). 11 nîsan 2021. Roja wergirtinê: 23 tîrmeh 2023.
- ↑ "Biografie von Capo Azzlack". Last.fm (bi elmanî). Roja wergirtinê: 23 tîrmeh 2023.