Halil Uysal

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Halil Uysal (Halil Dağ)

Halil Uysal (Halil Dağ) (1973 Almanya - 1 nîsan 2008 Besta) kameraman û derhênerekî kurd bû.

Di vekirina televîzyona MED-TV, di 1995 de, Xelîl Uysal ji kesên yekemîn bû ku weke kameraman dest bi xebatê kir. Xelîl Uysal piştre ji bo kişandina hinek hevpeyvînan îdareya televîzyona MED TV ew şande Şamê, cihê ku serokê PKK Abdullah Ocalan lê dima.

Ji wir derbasî nava gerîlayên PKK bû. Gelek fîlmên dokumentar li ser jiyana gerîla çêkirin. Her wiha fîlmek bi navê Bêrîtan, ku serkeftina wî ya herî mezin bû, jî amade kir û weke derhêner ew pêşkêş kir.

Roja 1'ê nîsana 2008'an li Bestayê di şerekî nav HPG û artêşa tirk de tevî sê hevalên xwe hat kuştin.

Fîlmografî[biguherîne]