Harry Potter

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Harry Potter
Harry Potter Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
  • Heptalojî
  • rêzeroman
  • kanon Li ser Wîkîdaneyê biguhêre

Logoya Harry Potter
Welat Keyaniya Yekbûyî
ZimanInglîziya brîtanî û inglîzî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema weşandinê1997 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
NivîskarJ.K. Rowling
Bergçêker
  • Mary GrandPré Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Wêneçêker
  • Mary GrandPré
  • Jim Kay
  • Kazu Kibuishi
  • Jonny Duddle
  • Andrew Davidson Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
WeşanxaneBloomsbury
Cihê weşandinêKeyaniya Yekbûyî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
ŞêweRoman
Mijara serekeHevaltî, wêrekî, adolesanî, kişfa ez, mirin û sêrbazî di Harry Potter de Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Motîv
Karekterên wê
  • Harry Potter (serleheng)
  • Ron Weasley
  • Hermione Granger
  • Albus Dumbledore (fîgurê bav)
  • Severus Snape
  • Lord Voldemort (dijlehengê/a sereke)
  • Lily Potter
  • James Potter
  • Minerva McGonagall
  • Ginny Weasley (jê hez dike) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dewra çîrokê
  • 1990î Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Cihê çîrokê
Gerdûna honakî
  • Gerdûna Harry Potter Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Jê çêbûyî
  • Fîlmên Harry Potter Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pêk tê ji
Malperwww.wizardingworld.com Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Harry Potter rêzeromaneke fantazî ye ku ji hêla nivîskara brîtanî J. K. Rowling ve hatiye nivîsandin. Roman jiyana ciwanê sêrbaz ê bi navê Harry Potter û hevalên wî Hermione Granger û Ron Weasley wekî kronîkî vedibêje ku hemû li Xwendingeha Cadûgerî û Sêrbaziyê ya Hogwartsê xwendekar in. Çîroka sereke bi tekoşîna Harryyî re têkildar e ku wî li ber Lord Voldemortê sêrbazê tariyê radibe ku dixwaze nemiriyê bi dest bixe, desthilatdariya sêrbaziyê ku wekî Wezareta Sêrbaziyê tê binavkirin, hilweşîne û hemû sêrbaz û Mugglean (mirovên ne-sêrbaz) li bin hêza xwe stûxwar bike.

Di 26ê hezîrana 1997an de ji weşandina romana yekem Harry Potter and the Philosopher's Stone vir ve, rêzeroman li seranserê cîhanê popûlerbûneke berbiçav pêk anî û pesnê rexnegir û serkeftineke bazirganî bi dest xist. Rêzepirtûk him bala xwendevanên mezin û him jî ya xwendevanên biçûk kişand ser xwe û êdî yek ji kevirên kevneşopî yên wêjeya mezinên ciwan tê hesibandin.[1] Heta sibata 2018an, ji zêdetirî 500 mîlyon kopiya rêzeroman li çar aliyê cîhanê hatine firotin û ketiye nav lîsteya pirtûkên ku di dîrokê de herî pir hatine firotin û li heştê zimanan hatine wergerandin.[2] Çar pirtûkên dawî yên rêzeromanê li DYAyê di nav bîst û çar demjimêran a çapkirina xwe de nêzî yanzdeh mîlyon kopî firotin ku bi vê taybetiyê bûye yekemîn a lîsteya pîrtûkên ku zûtirîn hatine firotin.

Pirtûk di destpêkê de bi zimanê îngilîzî ji hêla du weşanxaneyên mezin ve hat weşandin, Bloomsbury li Keyaniya Yekbûyî û Scholastic Press li Dewletên Yekbûyî. Şanoya Harry Potter and the Cursed Child, li ser bingeha çîrokek e ku ji hêla Rowling ve hatibû nivîsandin, li Londonê di 30yê tîrmeha 2016an de li Palace Theaterê hat pêşandan, berhem ji hêla Little, Brown ve hatiye çapkirin. Fîlmên heft pirtûkên xwemalî di nav heşt beşan de bi heman navê ji hêla Warner Bros. Pictures ve hatin çêkirin, ku heta sibata 2018an bûye sêyem rêzefîlma ku herî zêde dahatê bi dest xistiye. Di sala 2016an de nirxa giştî ya takemafa Harry Potter wekî $25 mîlyar hatiye texmînkirin[3] ku bi vê jî Harry Potter dibe yek ji takemafên medyayê yên herî bilindtirîn ên hemû deman.

Logoya ku beriya sala 2010an di weşanên Brîtanya, Awistiralya û Kanadayê de dihat bikaranîn.[4]

Rêzeroman ji gelek cureyan pêk hatiye, di cîhana Harry Potter de fantazî, drama, mezinbûn û çîroka xwendingehê ya brîtanî (ku tê de hêmanên sêrbazî, rakêşanî, serpêhatî, tirsnakî jî) hene, gelek mijaran hatine nexşandin û gelek referans û wateyên çandî jî dihewîne.[5] Li gorî Rowling, temaya sereke mijara mirinê ye.[6] Mijarên din ên girîng ên rêzeromanê pêşdarazî, gendelî û dînîtî ne.[7]

Serkeftina pirtûk û fîlman destûr daye nivîskarê ku cîhana Harry Potter bi gelek xebatên din ên alîgir re berfireh bike û bi vê derfetê ve J. K. Rowling bi riya malpera Pottermoreê ji bo geşedana cîhanê çîrokên alîgir diweşîne û wan rojane dike ku di nav wan de ya herî navdar Fantastic Beasts and Where to Find Them e. Di van demên dawî de, li seranserê cîhanê li çend Universal Parks & Resortsê bi navê Wizading World of Harry Potter parkên temadar hatine çêkirin ji bo gerr û geştên turîstîk.

Bûyer[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Platforma 9¾ li stasyona trenê ya London King Crossê

Lehengê navendî yê rêzeromanê Harry Potter e, lawikê yanzdeh salî li Surreyê li bajarokê honakî ya bi navê Little Whingingê bi xaltîk, ap û pisxaltiyê xwe -bi Dursleysan- re dijî û her çiqas ew mirovên ne-sêrbaz bin jî ku wekî Muggles têne zanîn, Harry sêrbaz e.[8] Cîhana sêrbaziyê ya veşartî bi cîhana Muggle re paralel e. Hêza wî ya sêrbazî zikmakî ye û zarokên xwedî hêzên bi vî rengî têne vexwendin ku biçin xwendingehên sêrbazî yên taybetî yên ku behreyên pêdivî yên ser efsûnî fêr bibin da ku di cîhana sêrbaziyê de bi ser kevin.[9]

Harry dibe xwendekar li Xwendingeha Cadûgerî û Sêrbaziyê ya Hogwartsê, vê akademiya sêrbaziyê li Skolendayê ye û piraniya bûyerên rêzeromanê li wir qewimiye. Her ku Harry di temenên xwe de pêşve diçe, ew fêr dibe ku pirsgirêkên têne ber wî, çawa çareser bike: sêrbazî, civakî û hestyarî, mîna pirsgirêkên xortaniyê yên normal, weke hevaltî, dilşikestî, têkiliyên romantîk, karûbarên xwendingehê û ezmûnan, xeyal, depresiyon, stres û hêj mezintir ceribandina tundîtî bi riya şerên cîhana sêrbaziyê.[10]

Di her pirtûkê de ji 1991ê heta 1998an ve saleke temenê Harryî tê vegotin.[11] Di pirtûkan de gelek flashback jî hene, ku bi gelemperî bi riya bikaranîna amûra Pensieveyê tevlî honakê dibin ku Harry tê de bîranînên karekterên din dibîne.

Jîngeha ku ji Rowling ve hatiye afirandin bi rastiyê ve girêdayî ye. Civakên sêrbaziyê yên brîtanî ya pirtûkên Harry Potter li bin bandora çanda brîtanî ya 1990an û gelêriya ewropî ye û nivîskar sûd ji mîtolojiya klasîk û sîmyayê girtiye û hêmanên cîhana xwe ya mîna şivikên sêrbazan, nebatên efsûnî, melkisên firrinde, peyv û gotinên cadûgerî/efsûnî, sentor û afirîdeyên din ên efsûnî û kevirê fîlozofê hwd. çêkirine. Digel cîhana mîtolojîk a Narniayê û Cîhana Navîn a Lord of the Ringsê cîhana sêrbazî ya Harry Potter tevî cîhana rastîn e û di nav xwe de gelek hêmanên jiyana normal a rojane dihewîne û bûyerên diqewimin piranî li Skoktlendayê (Hogwartsê), West Country, Devon, London û Surreyê li başûrê rojhilata Înglistan pêk tên.[12] Cîhana ku tenê ji sêrbazan re gihîştiye, ji komeke perçebûyî ya kolanên veşartî yên tirsnakî, barên kevnar, xanûmanên welatê tenêtî û kela û şatoyên veşartî yên ku ji xelkê Muggle re nedîtî ne, pêk tê.[9]

Salên destpêkê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Harry Potter and the Philosopher's Stone[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pirtûka yekem a rêzeromanê, Harry Potter and the Philosopher's Stone (li Dewletên Yekbûyî wekî Harry Potter and the Sorcerer's Stone hatiye weşandin) dema hatiye weşandin, diyar dibe ku bûyereke girîng û balkêş di cîhana sêrbaziyê de qewimiye ku Muggles (mirovên ne-sêrbaz) jî nîşanên wê dibînin. Daxuyaniya tevahî ya vê bûyerê û paşeroja Harry Potterê di seranserê rêzeromanê de bi hêdî hêdî û bi piledarî tê diyarkirin. Piştî beşa danasînê, pirtûk bi beriya rojbûna yanzdehem a Harry Potterî vedibe û pê re serpêhatiya wî ya sêrbazî dest pê dike.

Şopa êrîşê.

Herçiqas xaltî û apê wî hewil dide ku Harry behreyên xwe yên sêrbazî ferq neke,[13] hewildanên wan pûç dibe. Harry nîv-efsûnî Rubeus Hagrid nas dike ku ew pêwendiya wî ya yekem bi cîhana sêrbaziyê re ye. Hagrid xwe wekî Nobedarê Kilît û Erdên Hogwartsê û şahidê hin bûyerên dîroka wî dide nasîn.[13] Harry fêr dibe ku di pitikiyê de ew bûye şahidê kuştina dêûbavên xwe a ku ji hêla sêrbazê tariyê Lord Voldemort ve hatine kuştin û piştre jî hewil daye ku wî jî bikuje.[13] Di cihê kuştinê de bûyereke ecêbmayî qewimiye: Harry ji vê êrîşî xelas bûye, tenê bi şopa birîneke birûskî ya li ser eniya xwe û Voldemort bi qelsbûneke şûnde winda bûye.

Ji ber vê bûyerê ya bêxwestek û bêhewila wî pêk hatiye, Harry di cîhana sêrbaziyê de bûye efsaneyeke zindî. Lê belê, bi fermana sêrbazê pîrê navdar Albus Dumbledore, Harryê sêwî li mala xizmên xwe yên cirnexweş ên Muggle, Dursleyan hat hewandin lê tevî parêziyê, tevgerên xirab jî pê kirin; wan gelek caran di dolabekê de bêxwarin ew heps kir û wî wekî xulamê xwe dîtin. Hagridî ew bi riya fermî vexwend Xwendingeha Cadûgerî û Sêrbaziyê ya Hogwartsê ku di vê xwendingeha navdar a Skotlendayê de ji zarokên deh saliyan heta ciwanên hevde saliyan re heft salan perwerdehiya sêrbaziyê dihat dayîn.

Bi alîkariya Hagrid, Harry amadekariya xwe dike û dest bi xwendina xwe ya sala yekem a li Hogwartsê dike. Gava ku Harry dest bi venasîna cîhana sêrbaziyê dike, xwendevan li gelek deverên sereke yên ku li seranserê rêzeromanê de têne bikaranîn, nas dike. Harry bi piraniya lehengên sereke re hevdîtinê dike û bi du hevalên xwe yên herî nêzîk re li hev tê: Ron Weasley, endamê malbateke kevn, mezin û şa, lê hejar e û Hermione Granger ciwaneke hêja, jêhatî û zaroka dêûbaveke ne-sêrbaz e.[13][14] Ji wan pê ve Harry rastî van kesan jî tê: mamosteyê îksîrê yê xwendingehê, Severus Snape ê ku her tim bi dilsarî nêzî Harryî dibe; Draco Malfoyê ku ji destpêkê ve dijminatiya Harryî dike û Quirinus Quirrellê ku dersa Parastina Li Dijî Hunerên Tariyê dide ku piştre hevalbendiya wî ya bi Lord Voldemortî re eşkere dibe. Her wiha ew behreya xwe ya ajotina melkisên firrindeyê vedibîne û piştî serkeftinên xwe li tîma Quidditch tê peywirdarkirin, ku ev werzîşek e di cîhana sêrbaziyê de. Pirtûka yekem bi rûbirûmana duyem a Harryî bi Lord Voldemortî re dawî dibe, ku ew pir dixwaze ji bo laşekî nû, bibe xwediyê kevira fîlozofê, ji ber ku hêza kevir derfeta jiyaneke bêdawî û behreya zêrkirina hemû metalan dide xwediyê xwe.[13]

Harry Potter and the Chamber of Secrets[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Rêzeroman bi Harry Potter and the Chamber of Secretsê didome, ku salvegera duyem a Harryî ya li Hogwartsê vedibêje. Ew û hevalên wî dikevin şopa sirrek 50 salî, ku têkiliya wê bi bûyerên xirab ên herî dawiya xwendingehê re girêdayî xuya nake. Xwişka biçûk a Ron, Ginny Weasley, sala xwe ya yekem li Hogwartsê tomar dike û lênûskeke kevn li nav alavên xwendekarekî berê Tom Marvolo Riddleî dibîne, piştre eşkere dibe ku ew ezîtiya xortaniyê ya Voldemort e. Bîra Tom Riddle di hundurê wê rojnivîskê de veşartî maye û dema ku Ginny dest bi pêbaweriyê dike, Voldemort derfetê dibîne ku bibe xwediyê wê.

Harry Potter

Bi domahiya rojnivîskê re, Ginny li ser fermanên Voldemort tevdigere û bêhemdê xwe bo berdana cinawirekî, "Odeya Sirran" vedike, piştre tê fêmkirin, êrîşa ku li ser xwendekarên Hogwartsê tê birin, ji aliyê cinawirekî bi navê basiliskê tê kirin. Ew kesên ku rasterast li çavên wî dinihêrin dimirin û kesên ku bi dizîka lê dinihêrin jî dibin kevir. Pirtûk her wiha mamosteyê nû yê Parastina Li Dijî Hunerên Tariyê Gilderoy Lockhartî dide nasîn; sêrbazekî pir şa û bixwebawer be jî piştre tê dîtin ku sixtekar e. Harry vedibîne ku pêşdaraziya nav Cîhana Sêrbaziyê di dîroka xwendingehê de jî heye, û fêr dibe ku hikûmdariya terorê ya Voldemortî bi gelemperî li ser sêrbaz û cadûyên bingeh-Mugglean pêk aniye.

Her wiha Harry fêrî behreyeke xwe ya din dibe ku dikare zimanê maran Parseltongueê biaxive û ev behreya kêmdîtî bi Hunerên Tariyê re girêdayî ye. Gava ku êrîşî Hermione kir û bû kevir, Harry û Ron asoxî parçeyên pazilê li hev anîn û Odeya Sirran vekir. Harryî rojnivîsk ji holê rakir û Ginny xelas kir, piştre fêr dibin ku wan parçeyekî ji giyana Voldemortî jî tune kir. Dawiya pirtûkê diyar dike ku Lucius Malfoy ê ku bavê Draco û dijberê bavê Ron û Ginny ye, ev rojnivîsk têxistiye nav alavên Ginnyê.

Harry Potter and the Prisoner of Azkaban[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Romana sêyem, Harry Potter and the Prisoner of Azkaban, li ser sala sêyem a perwerdeya sêrbaziyê ya Harryî disekine. Ev pirtûk bi ti awayî Lord Voldemortî tevlî bûyeran nake ku di rêzeromanê de tenê ev pirtûk vê taybetiyê hildide. Di şûna wê de, Harry bi Sirius Black re mijûl dibe, ku ew hevalê herî baş ê bavê wî bû lê belê bi ya Cîhana Sêrbaziyê ew mêrkujek girseyî ya reviyayî ye û di kuştina dêûbavên Harryî de alîkariyê kiriye, ji ber vê tawanbariyê ew avêtine girtîgeha Azkabanê. Gava ku Harry bi dementoran dikoşiya (afirîdeyên tarî yên ku giyanên mirovan dimêjin, giyanmêj) ku bi dîtinê ve xwendingehê jî diparêzin, wî digihîje mamosteyê Parastina Li Dijî Hunerên Tarîyê Remus Lupin ê ku dawiyê derdikeve holê ku ew gurmirov e. Lupin hunerên parastinê li Harryî dide fêrkirin ku behreya wî yê sêrbaziyê ji yên hevsalên xwe bilindtir e. Harry fêr dibe ku him Lupin û him jî Black hevalên baştirîn ên bavê wî bûn û hevalê wan ê çaremîn, Peter Pettigrew, diyar dibe ku di canê mişka malî ya Ronî, Scabbersê de hatiye veşartin, ku wî ketibû bin fermana Voldemortî.[15] Bi vê pirtûkê re diyar dibe ku dê di hemû salên perwerdehiyê de mamosteyek nû ya dersa Parastina Li Dijî Hunerên Tarîyê were xwendingehê ku yek ji wan jî dê salek zêdetir nemîne.

Voldemort vedigire[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Harry Potter and the Goblet of Fire[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

"The Elephant House", a small, painted red café where Rowling wrote a few chapters of Harry Potter and the Philosopher's Stone
The Elephant House yek ji kafeyên li Edinburghê ye ku Rowling beşa yekem a Harry Potter tê de nivîsandiye.

Di dema xwendingeha sala çarem a Harry de (di pirtûka çaremîn, Harry Potter and the Goblet of Fireê de), Harry bêdilxwazî beşdarî Triwizard Tournament bû ku ev pêşbaziyek gelek xeternek û qasî wê peroşîner e, sê pêşbazên xwendingehan di sê peywiran de ji bo destxistina kupaya Triwizardê bi hev re pêşbaziyê dikir. Îsal, Harry divê li dijî cadûyekê û sêrbazekî şampiyon re pêbaziyê bike ên ku ji xwendingehên dûr ên aliyê din ên deryayê Beauxbatons'ê û Durmstrangê hatine, û ev dibe sedema ku hevalên Harry ji wî dûr bikevin.[16]

Harry di domahiya tûrnûvayê de ji hêla mamosteyê xwe yê nû yê Parastina Li Dijî Hunerên Tariyê ve tê rêberîkirin ku ew Alastor "Mad-Eye" Moody ye ku yek ji alîgirên Voldemort e û navê wî yê rast Barty Crouch, Jr. e. Plana Voldemort ev e ku Crouch di tûrnûvayê de Harry bibe ji wî re. Her çend Harry karibe xwe jê xelas bike jî, Cedric Diggory, şampiyonê din ê Hogwartsê bû, ji hêla Peter Pettigrew ve tê kuştin û Voldemort dîsa bi bedeneke fizîkî re têdikeve Cîhana Sêrbaziyê.

Harry Potter and Order of the Phoenix[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di pirtûka pêncem de, Harry Potter and Order of the Phoenix, Harry divê bi darî Voldemortê nûvekirî keve. Ji bo bersivê bide nûvekirina Voldemortî, Dumbledore Order of the Phoenixê (Celebiya Sîmirê) ji nû ve çalak dike ku ev civakek veşartî ye û di mala malbata tarî ya Sirius Black de dixebite da ku peyrewên Voldemortî têk bibin û li hemberî armancên Voldemortî bi taybetî Harryî jê biparêze. Tevî ku daxûyaniya Harryî li ser çalakiyên vê dawiyê yên Voldemortî, Wezareta Efsûnê û gelek kesên din ên li cîhana sêrbaziyê red dikin û dibêjin Voldemort venegeriyaye. Li hemberî hewilên Dumbledore û Harryyî yên ku hewil didin ku qala vegera Voldemortî, Cîhana Sêrbaziyê hişyar bikin, Wezareta Efsûnê Dolores Umbridgeê wek Vekolînera Bilind a Hogwartsê û mamosteya Parastina Li Dijî Hunerên Tariyê dişînin xwendingehê. Ew xwendingeh vediguherîne rejîmek dîktatorî û destûrê nade xwendekaran ku li hemberî sêrbaziya tarî, dersên parastinê bistînin.[17]

Hermione û Ron "Artêşa Dumbledore"î ava dikin, komek veşartî ye û tê de Harry ji hevalên pola xwe re efsûnên Parastina Li Dijî Hunerên Tarîyê rê dide ku wî li pevçûnên xwe yên berê ya li dijî sêrbazên tariyê ceribandibû. Bi saya van dersan bala Harryyî dikeve Cho Changê a ku navdar û dilkêş. Karûbarên xwendingêhê û xebatên komê Harryî têdixe tengasiyê û di xewnên xwe de her tim dibîne ku ew di eywanên wezaretê yên tarî de ye, bi vê rewşê ew bi bêxewiyê de diçe. Paşê kehanetek girîng di derbarê Harry û Lord Voldemortî de eşkere dibe[18] û Harry vedibîne ku di navbera wî û Voldemortî de têkiliyeke êş heye, ku destûrê dide Harry da ku hin çalakiyên Voldemortî telepatîkî bibîne. Di lûtkeya romanê de, Harry ji aliyê Wezareta Efsûnê ve tê xapandin û ev dibe sebeba ku Sirius êşkence bibîne. Ew û hevalên wî bi peyrewên Voldemortî (bi navê Death Eaters, mirinxuran) ên li Wezareta Sêrbaziyê ne, rû bi rû dimînin. Her çiqas bi hatina endamên Order of the Phoenix jiyanên ciwanan xilas bibe jî, di pevçûnê de Sirius Black tê kuştin.

Harry Potter and the Half-Blood Prince[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di pirtûka şeşan de, Harry Potter and the Half-Blood Prince, Voldemort dest bi şerek bipergal dike. Harry û hevalên wî kêm zêde ji xeterên li Hogwartsê têne parastin. Lê ew bi tengasiyên xortaniyê mijûl dibin - Harry di dawiyê de bi Ginny re dest bi têkiliyê dike, Ron bi xwendekara Hogwartsê Lavender Brown re têkiliyek xurt ava dike û Hermione di nav xwe de hestên romantîkî pêşde dixe bo Ronî. Di destpêka romanê de, Harry pirtûkek bi dest dixe ku ji xwediyê kevn ve bi gelek şîrove, jêrenot û pêşniyazan re hatiye dagirtin: "the Half-Blood Prince"(Mîrzayê Melez). Ev pirtûk çavkaniya serkeftinek zanistî ya skolastîk e û bi saya wê di nav hosteyên îksîran de navdariyeke mezin a nivîskarê wê, Horace Slughornî pêk hatiye; lê ji ber bandorên mezin ên îksîran bûye çavkaniyek xeternak jî.

Bi nêzîkbûna şerê ve Dumbledore bi Harry re dersên taybet dimeşîne, ku Harry bi saya amûra Pensieveê ji bîranînên cûda yê wî di wê kevirê de ew dîtin, di derbarê destpêka jiyana Voldemortî de agahiyan hev dide. Van agahiyan eşkere dikin ku, ji bo ku jiyana xwe biparêze, Voldemortî giyanê xwe parçe parçe kiriye û ji bo afirandineke nû wan têxistiye nav Horcruxan - alavên efsûnî ên şeytanî yên ku li cihên ji hev cûda hatine veşartin, ku yek ji wan rojnivîsk bû a ku di pirtûka duyemîn de hatibû tunekirin.[19] Draco, ku tevlî Death Eateran bûbû, piştî vegera xwe ya ji berhevkirina Horcruxan, hewl dide ku êrîşek bibe ser Dumbledoreî û pirtûk bi kuştina Dumbledoreî ji hêla Severus Snape ve diqede, yê ku bi Half-Blood Prince hatibû binavkirin.

Harry Potter and the Deathly Hallows[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Harry Potter and the Deathly Hallows, romana dawîn a rêzeromanê ye, rasterast piştî bûyerên pirtûka şeşemîn dest pê dike. Lord Voldemort hêza xwe ya desthilardariyê temam dike û Wezareta Efsûnê dixe bandora xwe. Harry, Ron û Hermione xwendingehê berdidin ku karibin bi rehetî têkevin şopên Horcruxên mayî yên Voldemortî û wan hilweşînin. Him ji bo ewlehiya xwe û him jî yên malbat û hevalên xwe neçar dibin ku xwe bi xwe îzole bikin. Ron wekî bi nexweşiyeke ketiye tev dide û ji malbata xwe dûr dikeve, ji xwe Harry û Dursleyan ji hev cihê ne û Hermione jî bîranînên dê û bavê xwe ji hişê wan paqij dike û wan dişîne derveyî welêt.

Gava ku li Horcruxa sêyemîn digeriyan, ew hûrguliyên li ser kehaneteke kevn a Deathly Hallowsê (Qencinên Mirinê) bi dest dixin, bi ya efsaneyê heke kesek sê alavên efsanewî li bin Nobedarê bike yek, dê ew ê bibe Serdarê/a Mirinê. Invisibility Cloak (Kitana Nedîtbariyê) a Harry yek ji wan alvan e û ew pê dihese ku Voldemort li yekî din digere: Elder Wand, şivika herî hêzdar a dîrokê. Di dawiya pirtûkê de, Harry û hevalên wî hînî pêşeroja Dumbledoreî û her armancên rastî yên Snapeî dibin - ew ji kuştina dayika Harryî vir ve ji bo Dumbledoreî xebitiye. Di encamê de, Snape ji hêla Voldemortî ve tê kuştin.

Pirtûk bi Şerê Hogwartsê diqede. Harry, Ron û Hermione, bi hevkariyên endamên Order of the Phoenixê û gelek mamoste û xwendekaran, Hogwartsê ji Voldemortî, Death Eater û afirîdeyên efsûnî yên cûrbecûr diparêzin. Di pêla yekem a şerê de çend lehengên mezin têne kuştin, mîna Remus Lupine û birayê mezin ê Ron Fred Weasley. Piştî ku fêr dibe, ew bixwe jî Horcrux e, Harry li Forbidden Forestê (Daristana Qedexe) xwe berdide destên Voldemortî lê di wê kêliyê de lenet (Avada Kedavra) li wî dike. Parêzgerên Hogwartsê ji ber texmîna mirina Harryî radestî dijminê nabin û şerê didomînin. Harry hişyar dibe û tê ber rûyê Voldemortî, ê ku hemû Horcruxên wî hatin hilweşandin. Di şerê dawîn de, leneta Voldemortî li efsûna Harryî (Expelliarmus) ket û Voldemort kuşt.

Epîloga "Nineteen Years Later" (danîn li 1ê îlona 2017an)[20] li ser jiyanên lehengan e ku ji şerê xelas bûbûn û bandorên mirina Voldemortî ya li ser Cîhana Sêrbaziyê vedibêje. Di epîlogê de, Harry û Ginny zewicî ne û sê zarokên wan hene;` Ron û Hermione jî xwediyên du zarokan in.[21]

Malpera Pottermore[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

J.K. Rowling, a blond, blue-eyed woman, who is the author of the series
Romannivîs, J. K. Rowling

Di 2011an de, Rowling ji bo ragihandina projeyek paşerojê bi navê Pottermore, malperek nû da destpêkirin.[22] Pottermore di 14ê nîsana 2012an de ji raya giştî re vebû.[23] Pottermore destûrê dide bikarhêneran ku bên hilbijartin, ji hêla şivikê ve bêne komkirin û derfeta lîstikên biçûk ên cuda cuda dide ku bilîzin. Armanca sereke ya malperê ew bû ku ku çîrokên qasî 18.000 bêjeyan pêk hatine ji aliyê bikarhêneran ve bêne gihaştin ku berê nehatibûn weşandin.[24]

Di îlona 2015an de, malper bi tevahî hatiye sererastkirin û piraniya taybetmendiyên wî hatin guhartin. Malper ji nû ve hatiye çêkirin û êdî ew giraniya xwe dide agahiyên heyîn û di pirtûkan de tên peydakirin.[25]

Werger[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Wergera rûsî ya The Deathly Hallows li Moskoyê, di 2007an de, xwendevan li benda firotina çapa yekem e

Pirtûk li 80 zimanan hatiye wergerandin,[2] Rowling di nav nivîskarên herî wergerandî yên di dîrokê de cih digire.[26] Pirtûk ji zimanên cihêreng ên wekî koreyî, ermenî, ûkraynî, erebî, urdu, hindî, bengalî, bulgarî, afrîkî, albanî, letonî, viyetnamî û hawaiyî hatiye wergerandin. Romana yekem ber bi latînî û hetta yewnaniya kevn ve hatiye wergerandin,[27] û ji ber vê wergerandinê ew wekî xebata herî dirêj a nivîsandî ya yewnaniya kevn e, ji romanên Heliodorusê Emesa yê vir ve ya ku di sedsala 3an PZ. hatibûn nivîsandin.[28] Romana duyem jî bo zimanê Latînî hat wergerandin.[29]

Hin wergêrên ku ji bo wergerandina pirtûkan xebitîne, berî wergerê jî nivîskar û rexnegirên zimanên xwe bûn ên ku di civata wêjeyî de xwedî hêz bûn, wekî Viktor Golyshev, ê ku wergera rûsî an jî Sevin Okyay, wergera tirkî kiriye.[30]

Di Fransayê de yekem pirtûka ziman-biyanî ya ku têketiye lîsteya pirtûkên herî pir hatine firotin, romana pêncem a Harry Potter e.[31]

Weşanên DYAyê bo înglîziya Amerîkayê hatin adaptekirin da ku wan ji xwendekarên ciwan ên amerîkî re bêtir famdar bibe.[32]

Pirtûkên bideng[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hemû heft pirtûkên Harry Potter bi versiyonên xwe yên dengî yên nekurtkirî jî hatine weşandin. Stephen Fry çapa Keyaniya Yekbûyî û Jim Dale jî ya amerîkî xwendiye.[33][34]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Allsobrook, Dr. Marian (18 hezîran 2003). "Potter's place in the literary canon". BBC News. Ji orîjînalê di 9 kanûna paşîn 2008 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 15 çiriya pêşîn 2007.
  2. ^ a b The Pottermore News Team (1 sibat 2018). "500 million Harry Potter books have now been sold worldwide". Pottermore. Ji orîjînalê di 14 adar 2018 de hat arşîvkirin.
  3. ^ Meyer, Katie (6 nîsan 2016). "Harry Potter's $25 Billion Magic Spell". Time. Ji orîjînalê di 10 nîsan 2016 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 4 çiriya paşîn 2016.
  4. ^ "Harry Potter Books (UK Editions) Terms and Conditions for Use of Images for Book Promotion" (PDF). Bloomsbury Publishing Plc. 10 tîrmeh 2007. Ji orîjînalê (PDF) di 10 tîrmeh 2007 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 7 îlon 2012.
  5. ^ Sources that refer to the many genres, cultural meanings and references of the series include:
  6. ^ Greig, Geordie (11 kanûna paşîn 2006). "'There would be so much to tell her...'". The Telegraph. London. Ji orîjînalê di 11 adar 2007 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 4 nîsan 2007.
  7. ^ Mzimba, Lizo (28 tîrmeh 2008). "Interview with Steve Kloves and J.K. Rowling". Quick Quotes Quill. Ji orîjînalê di 9 gulan 2015 de hat arşîvkirin.
  8. ^ Lemmerman, Kristin (14 tîrmeh 2000). "Review: Gladly drinking from Rowling's 'Goblet of Fire'". CNN. Ji orîjînalê di 29 hezîran 2006 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 28 îlon 2008.
  9. ^ a b "A Muggle's guide to Harry Potter". BBC News. 28 gulan 2004. Ji orîjînalê di 27 kanûna pêşîn 2008 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 22 tebax 2008.
  10. ^ Hajela, Deepti (14 tîrmeh 2005). "Plot summaries for the first five Potter books". SouthFlorida.com. Ji orîjînalê di 15 gulan 2010 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 29 îlon 2008.
  11. ^ Foster, Julie (çiriya pêşîn 2001). "Potter books: Wicked witchcraft?". Koinonia House. Ji orîjînalê di 20 tebax 2008 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 15 gulan 2010.
  12. ^ Farndale, Nigel (15 tîrmeh 2007). "Harry Potter and the parallel universe". The Daily Telegraph. London. Ji orîjînalê di 18 tebax 2020 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 28 îlon 2008.
  13. ^ a b c d e Memmott, Carol (19 tîrmeh 2007). "The Harry Potter stories so far: A quick CliffsNotes review". USA Today. Ji orîjînalê di 18 kanûna pêşîn 2008 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 28 îlon 2008.
  14. ^ "J K Rowling at the Edinburgh Book Festival". J.K. Rowling.com. 15 tebax 2004. Ji orîjînalê di 23 tebax 2008 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 27 îlon 2008.
  15. ^ Maguire, Gregory (5 îlon 1999). "Harry Potter and the Prisoner of Azkaban". The New York Times. Ji orîjînalê di 13 tîrmeh 2010 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 28 îlon 2008.
  16. ^ King, Stephen (23 tîrmeh 2000). "Harry Potter and the Goblet of Fire". The New York Times. Ji orîjînalê di 4 nîsan 2009 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 28 îlon 2008.
  17. ^ Leonard, John (13 tîrmeh 2003). "'Harry Potter and the Order of the Phoenix'". The New York Times. Ji orîjînalê di 17 gulan 2012 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 28 îlon 2008.
  18. ^ A Whited, Lana (2004). The Ivory Tower and Harry Potter: Perspectives on a Literary Phenomenon. University of Missouri Press. r. 371. ISBN 978-0-8262-1549-9.
  19. ^ Kakutani, Michiko (16 tîrmeh 2005). "Harry Potter Works His Magic Again in a Far Darker Tale". The New York Times. Ji orîjînalê di 16 nîsan 2009 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 28 îlon 2008.
  20. ^ "Kopîkirina arşîvê". Ji orîjînalê di 2 kanûna paşîn 2018 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 28 kanûna pêşîn 2017.{{cite web}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  21. ^ "Kopîkirina arşîvê". Ji orîjînalê di 18 îlon 2011 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 9 îlon 2011.{{cite web}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  22. ^ "J.K. Rowling Has Mysterious New Potter Website". ABC News. 16 hezîran 2011. Ji orîjînalê di 18 hezîran 2011 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 16 hezîran 2011.
  23. ^ "Waiting for Pottermore?". Pottermore Insider. 8 adar 2012. Ji orîjînalê di 10 adar 2012 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 9 adar 2012.
  24. ^ Gilder Cooke, Sonia van (23 hezîran 2011). "'Pottermore' Secrets Revealed: J.K. Rowling's New Site is E-Book Meets Interactive World". Time. Ji orîjînalê di 29 tebax 2012 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 6 kanûna paşîn 2013.
  25. ^ "Pottermore". Pottermore. Pottermore. Ji orîjînalê di 26 îlon 2015 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 8 çiriya pêşîn 2015.
  26. ^ "WHO IS THE WORLD'S MOST TRANSLATED AUTHOR?". Tomedes. 27 tîrmeh 2016. Ji orîjînalê di 12 hezîran 2018 de hat arşîvkirin.
  27. ^ Wilson, Andrew (2006). "Harry Potter in Greek". Andrew Wilson. Ji orîjînalê di 21 hezîran 2008 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 28 tîrmeh 2008.
  28. ^ Castle, Tim (2 kanûna pêşîn 2004). "Harry Potter? It's All Greek to Me". Reuters. Ji orîjînalê di 19 kanûna paşîn 2008 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 28 tîrmeh 2008.
  29. ^ LTD, Skyron. "Harry Potter and the Chamber of Secrets (Latin)". Bloomsbury Publishing. Ji orîjînalê di 5 îlon 2015 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 13 tebax 2015.
  30. ^ Güler, Emrah (2005). "Not lost in translation: Harry Potter in Turkish". The Turkish Daily News. Ji orîjînalê di 30 îlon 2007 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 9 gulan 2007.
  31. ^ "OOTP is best seller in France - in English!". BBC News. 1 tîrmeh 2003. Ji orîjînalê di 13 hezîran 2017 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 28 tîrmeh 2008.
  32. ^ "Differences in the UK and US Versions of Four Harry Potter Books". FAST US-1. 21 kanûna paşîn 2008. Ji orîjînalê di 19 adar 2015 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 17 tebax 2008.
  33. ^ Valentine, James (13 tîrmeh 2012). "It's time for the compleat, omnipresent me". The Australian. Ji orîjînalê di 9 tebax 2012 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 9 tebax 2012.
  34. ^ "Creator Bryan Fuller Hints at PUSHING DAISIES Broadway-Bound 'Revival'". broadwayworld.com. 16 tîrmeh 2012. Ji orîjînalê di 20 tîrmeh 2012 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 9 tebax 2012.