Heşîna bêrîvanan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Heşîna bêrîvanan, sifreya bêrîvanan, dolmeha bêrîvaniyê, kutilkek (dolmeh) e kurdî ye. Di pêjgeha kurd de dolmeh ne tenê bi îsot û pelên rezê tên çêkirin, kundir, bacanreşk, fringî, pîvaz ûêd gelek zebze tên bikaranîn. Li tevahiya herêmên Kurdistanê dolmehên wiha tên xwarin.

Çima gotine ya bêrîvanan?[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Heger di yek xwarineke dolmehê de, çend zebze bi hev re bên bikaranîn di wêjeya devkî de jê re heşîna, dolmeha bêrîvanan, sifreya bêrîvanan dibêjin. Ev nav çawa derketiye nayê zanîn.

Bi texmînî di riyên dûr ên bêrîvaniyê de bêrîvanan xwarinên xwe, herwiha dolmehên xwe bi hevre dixwarine, li ser sifreye radixistine, ev nav jî wisa derketiye. Ango yekê ji malê kutilka îsotê, yekê ya pîvazê yan a pelên rezê aniye, li ser sifreyê cureyên wê pirr bûne. Xebateke zanistî li ser pêjgeha kurd nehatiye kirin.

Ev ne xwarineke standard e. Mirov dikare bi dilê xwe sebze, biharbêhnan bibijêre.

Berkeliya terîfeyekê (pêşniyar e)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 1 kg goşt
  • 4 serî pîvaz
  • 4 îsotên dirêj û tûj (no)
  • Têra xwe kundirên dirêj, bacanreşk, kelem an pelên rezê
  • 2 KX (kevçiyê xwarinê) xwê (solin)
  • 2 KX biharbêhn (bi dilê xwe)
  • Rûn
  • 1/2 kg fringî (bacanê sor, şamik, pamîdor, tomatos)
  • 1 kg riz (birinc)
  • 100 gr simaq
  • 4 KÇ (kevçiyê çayê) îsota sor (îsota tûj, îsota pûlpelî)
  • 2 KX mergeya fringiyê

Çêkirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Berê berkeliya (melzemeyê) hundir amade bikin. Ango goşt, pîvaz, îsot, fringî hûrbikin, berkeliya hatiye dayîn bi giştî tevlîhev bikin, ava simaqê pê bidin xwarin. Hûn dikarin di nava ava simaqê de hinekê bikelînin jî.

Zebzeyên xwe (li gor kêfa xwe bacanreşk, kundir, îsot, fringî, kelem ûêd) bînin, hundirê wan bo dolmehê derînin. Ji têkela hundir, hundirê zebzeyan dagirin (tije bikin). Ava simaqê berdin ser. Giraniyeke pan bidin ser dolmehên di quşxane yan beroşê de hatine bicihkirin û bihêlin bila bikele.

Kel bidawî bû, ji agir bigirin, bi qasî 10-15 deqeyan derxûnê (qalpaxa, devanga quşxaneyê) venekin, bila di hilmê de bimîne. Êdî dikare were ser destexaneyê (sifre).

Binêrin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]