Hejarê Şamil

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Hejarê Şamil
Jidayikbûn16 tîrmeh 1966 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîAzerbaycan, Rûsya Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
Dê û bav
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Hejarê Şamil (bi rûsî: Гажар Шамилович Аскеров, lat. Gazhar Shamilovich Askerov; bi azerî: Əsgərov Həjar Şamil oğlu), nivîskarekî Kurd e ku di 16ê tîrmeha 1966an de li Kelbecerê (Azerbaycan) hatiye dinyayê. Kurê Şamîlê Selîm Esgerov û Nazîle Manafova (Esgerova) ye. Pirtûkên wî bi kurdî tirkî, rûsî, azerî û hatine çapkirin.

Editorê malpera kurdistan-post.eu Girêdana arşîvê 2014-01-22 li ser Wayback Machine ye

Hejarê Şamil li bajarê Bakûyê fîlolojî xwendiye (1984-1990). Dû re xebatkarê weşanxaneya "Yazıcı" (li Bakûyê, 1989-1991) bûye. Li rojnameya parlamêntoyê Azerbaycanê Heyat de wekî nûçegihan (Bakû, 1991-1993) xebitiye. Editorê beşa azerîkî, di rojnama Dengê Kurd (Bakû, 1992-1994) bûye, pişt re kovara Kurdistan Raport (Moskow, 1994-1997) û rojname Maxmûr (Kurdistana Başûr, 2000) de rojnamevanî kiriye. Di 2008an de peyamnêrê Ak News bûye. Cigirê rêdaktorê kovara Nûbar (li Qazaxistanê, 2004-2010, rêdaktorê radyoyê Qirgizistanê, beşê kurdî (Qirgizistan, 2005-2010) û rêdaktorê sereke weşanxaneya Zengezûr [1] e.

Edîtorê malperên Kurdistan Post û Berbeng[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kunciknivîsar û editorê malpera Kurdistan Post[2] û editorê malperên din wekî Berbang [3] û Mîdya [4] ye.

Neh pirtûkên wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Şerê eqilan (Başûrê Kurdistan, 2000, bi tirkî).
  • Di pêşiya de sê xal (Başûrê Kurdistan, 2001, bi tirkî).
  • Rêya ewlekariyê (Başûrê Kurdistan, 2000, bi hevbeşî hatiye nivisandin, bi tirkî).
  • Diaspora Kurda (Stembol, Pêrî, 2005, bi tirki).
  • Gulnar û Ocalan (Stembol, Pêrî, 2005, bi tirkî).
  • Knyazê Îbrahim (Stembol, Pêrî, 2007, bi tirkî).
  • Jiyan di rêya welatparêziyê de (Qazaxistan, 2007, bi kurdî).
  • Diaspora Kurdên YKS (Qirgizistan, 2007, bi rûsî).
  • Tenê me (Qirgizistan, 2007, bi azerîkî).

Hêjarê Şamil, sê pirtûk wergerandiye[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Kurdên Azerbaycanê (Stembol, Pêrî, 2007, ji rûsî wergerandiye ser zimanê tirkî).
  • Kurdistana Sor (ji rûsî wergerandiye ser zimanê tirkî).
  • Şerefname, wek çavkaniya dîroka kurdan (ji azerî wergerandiye ser zimanê tirkî)

Hêjarê Şamil, romana Eliyê Evdilrehman a bi navê Şer çiya de ku li Stembolê weşanxaneya Pêrî derketiye ji kîrîlî derbasî latînî kiriye. Nêzîkî 20 pirtûk rêdakte kiriye û weşandiye.

Endamê PENa Kurd e[çavkanî hewce ye].

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ www.kurdistan-post.eu, ji orîjînalê di 9 adar 2020 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 21 kanûna paşîn 2014
  2. ^ www.kurdistan-post.eu, ji orîjînalê di 22 kanûna paşîn 2014 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 21 kanûna paşîn 2014
  3. ^ www.berbang-nur.kz, ji orîjînalê di 2 kanûna pêşîn 2020 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 5 adar 2021
  4. ^ www.midya.ru

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]