Helîm Yûsiv

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Helîm Yusiv hat beralîkirin)
Helîm Yûsiv
2013
Jidayikbûn1967 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîSûrî, Almanya Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Malperhalimyoussef.com/ Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Helîm Yûsiv nivîskarekî kurd e ku di sala 1967an de li Amûdê (biniya xetê) hatiye dinyayê. Wî li Zanîngeha Helebê xwendina hiqûqê qedandiye û ji sala 2000î û vir ve li Almanyayê dijî.

Bi dehan gotarên wêjeyî di kovar û rojnameyên erebî û kurdî de weşandine. Heta niha berhemên wî bi Kurdî, Erebî, Tirkî û Elmanî hatine weşandin. Hemû berhemên wî yên bi Kurdî ji hêla weşanxaneya Avesta yê ve li Stembolê hatine weşandin.

Heta niha ev berhemên Helîm Yûsiv çap bûne: Mêrê avis, çîrok, 1991 bi erebî, 1997 bi kurdî. / Jinên qatê bilind, çîrok, 1995 bi erebî, 1998 bi kurdî. / Mirî ranazin, çîrok, 1996 bi kurdî, 1998 bi tirkî. / Sobarto, roman, 1999 bi kurdî û erebî.

Wekî din çend çîrokên Helîm Yûsiv bûne şano û wî herweha li Sûriyê di antolojiyeke çîrokên Sûriyê de jî cih girtiye.

Berhem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. Mêrê avis, çîrok, (1991 bi erebî, 1997 bi kurdî, 2004 bi elmanî).
  2. Jinên qatê bilind, çîrok, (1995 bi erebî, 1998 bi kurdî).
  3. Mirî ranazin, çîrok, (1996 bi kurdî, 1998 bi tirkî).
  4. Sobarto, roman, (1999 bi kurdî û erebî).
  5. Memê bê Zîn , roman, 2003 bi kurdî.
  6. Tirsa bê diran, roman, 2006 bi kurdî.
  7. Gava masî tî dibin, roman, Amed 2009, bi kurdî, Weşanên Lîs.
  8. Romana kurdî lêkolîn, 2011, bi kurdî, Weşanên Ronahî.
  9. Ausländer beg çîrok, 2011, bi kurdî, weşanên Lîs.
  10. 99 Morîkên Belavbûyî, roman, 2015, bi kurdî, Weşanên Peywend.

Ji Şanoyên ku ji nivîsên wî hatine girtin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. Komara dînan
  2. Bidarvekirina pozekî
  3. Sol û serî

Xebatên Televizyonê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji 11ê çiriya paşîn sala 2000an, bernameyeke wêjeyî, bi navê Gava Sêyemîn, heftane, di Medya TV û Mezopotamya TV û niha jî di Roj TV de amade û pêşkêş dike.

Girêdanên Derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]