Hemîdiye

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Hemîdiye yan hengên Hemîdiyeyê yan jî leşkerê Hemîdî (bi romî: Hamidiye Hafif Süvari Alaylari), yekîneyên osmanî yên nîvsiwarî, di forma heng (artêş)an de hatibûn avakirin bû.

Çewtiyek[biguherîne]

Di komkujiya ermeniyan de cih negirtine, lewra dema komkujî dibû, ev yekîneyan nebûn, di sala 1909'ê de hatibûn belavkirin. Hengên ku qismen tevlî komkujiyan bûbûn, cuda bûn ji wan re Aşiret Alaylari dihate gotin. Ji ber dîroka fermî ya romiyan (tirk), gelek tevlîhevî derdikevin.

Keyê osmaniyan Evdilhemîd û hengên wî[biguherîne]

Sildan Evdilhemîd ê keyserê osmanî, bi navê Hamidiye Hafif Süvari Alaylari- Hengên nîvsiwarî yên Hemîdiyeyê di sala 1891'ê de 36 hengan dadimezirîne.

Wekî tîm û cerdevanên îro, arteşeke taybetî, ji hin beg, axa û serokên êlên kurd damezirandibû. Pirraniya eşîrên kurdan daxwaza tevlîbûna van alayan napejirînin. Hejmara alayan di ala 1895'an de 57 û paşê jî digihîje 64'î.

Armanca Evdilhemîd ew bû ku tixûbên osmanî û keyaniya Îran bi destê kurdan biparêze, xwe ji êrîşên Îranê dûr bixîne û bi van dayînan devê kurdan girê bide, dawî li serhildanên kurdan bîne. Piştî ji text daxistina Evdilhemîd, Hengên Hemîdiyeyê tên belavkirin di sala 1908'an de. Keyserê nû Mehmûd Şewket Paşa bi navê Aşiret Alayları (hengên êlan) hin alayan dîsa birêxistin dike, lê hejmara wan tenê sê alay in.

Bi destpêkirina Şerê cîhanê yê yekem van alayên ku Mehmûd Şevket Paşa]] damezrandîbûn bi artêşa sêyem a osmaniyan ve tê girêdan û li dijî rûsan şer dikin. Osmanî di şerê cîhanê yê yekem de têk diçe lê ji ber ku li Rûsyayê şoreşa bolşevîkan dibe, ûris ji Bakurê Kurdistanê vedikişin.

Bi pirranî Mezopotamya û Anatoliya ji aliyê serkeftên şerê cîhanê yê yekem ve tên dagirkirin. Daxwazên kurdan, ermenîyan, Pontûsan, Grekan hwd zêde dibin. Osmanî ji kerba têkçûne dest bi komkujî, nîjadkujî û tevkujîyan dike.

Komkujiya ermeniyan[biguherîne]

Tirk di sala 1914 -1915'an de rûreşiyeke mezin a di dîroka mirovahiyê de pêk tînin. Komkujiya ermeniyan dikin. Bi qasî 1,5 mîlyon hay (ermenî) qirdikin, dest didin ser dewlemendiyê wan. Hinek eşîrên kurd jî bi saya serokên xwe tevlî tevlîkujiyê dibin.

Gotina hin dîroknasên tirk a Hengên Hemîdiyeyê bi tevayî tevlî tevkujiya filehan bûn û alîkariya me kirin, ne rast e. Lewra di sala 1908'an de Hengên Hemîdiyeyê hatin belavkirin. Dîsa ew yekîneyên ku Mehmûd Şewket Paşa damezrandîbûn jî bi têkçûyîna osmaniyan û dagirkirina serkeftiyên şerê cîhanê yê yekem, bi serê xwe ve mabûn. Tirk dixwazin vê rûreşiya xwe bikin para kurdan jî.

Tê zanîn ku di heman demê de bi sed hezaran kurdên êzîdî, asûrî, yewanên Pontûsê hatine qirrkirin û koçberkirin. Pirraniya kurdên li Sovyeta berê ji ber tevkujiya dûgela Tirk reviyane ji Bakurê Kurdistanê çûne. Dîsa dinya dizane hin eşîrên kurdan di nîjadkujiyê de alîkarî dane filehan. Serhildana Dêrsimê de, Seyîd Riza 30.000 ermenî ji ber terteleyê parastiye.

Çavkanî[biguherîne]

  • van Bruinessen, Martin, Agha, Scheich und Staat - Politik und Gesellschaft Kurdistans (almanî)
  • Avyarov, Osmanlı - Rus ve İran Savaşlar'ında Kürtler 1801 - 1900 (Di şerên Osmanî-Rûs û Îranê de kurd 1801 - 1900) , sipan, Enqere, 1995, ISBN 975-59829-1-0. (romî)