Hestîbûn

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Hestîbûn an jî çêbûna hestî (bi înglîzî: Ossification)

Kiryara guherîna kirkirkê bo hestî wekî hestîbûn tê navkirin. Hemû kirkirkê laş naguhere bo hestî, hinek beşên laşê mirov bi temenê pêgehiştiyê jî her dimîne kirkirk. Di qonaxên destpêkê yên geşedana korpeleyê de, laşê korpeleyê ji perdeyên rîşalî û kirkirka ron (hîalîn) pêk tê.[1] Di laşê korpeleyê de hestîbûn bi temenê 8-12 hefteyî de dest pê dike.[2] Hestîbûn kirkirkê qalib digre û ji wî qalibê kirkirkê, şêweyî hestî awa dibe. Lê ne hemû hestî ji guherîna kirkirkê çêdibin, hinek hestî rasterast ji xaneyên bineratî yên bestereşaneyê, ango ji xaneyên mezenşîm (bi înglîzî: mesenchyme) tên çêkirin.[2]

Di laşê mirov de bi du awayî hestîbûn rû dide.[3]

1.Hestîbûna di navbera perdeyan (bi înglîzî: Intramembranous ossification)

2. Hestîbûna di nav kirkirkê (bi înglîzî: endochondral ossification)

Her çiqas ev herdu rêk ji hev gelek cuda bin jî, li dawiya hestîbûnê, pekhateya hestiyên ko ji herdu rêkan çêdibin heman e.[1]

Hestîbûna di navbera perdeyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkaniya hestîbûna di navbera perdeyan, xaneyên mezenşîm e.

Çavkaniya hestîbûnê çîna xaneyên mezenşîm e. Xaneyên mezenşîm, xaneyên bineratî yên bestereşaneyê ne. Ji ber ko bestereşane ji xane û madeya binyad pêk tê, li derdora çîna xaneyên mezenşîm jî madeya binyad heye. Hestiyên pan ên kiloxê, hestiyên hinarikê (bi înglîzî: zygomatic bone), çeneya jorîn, çeneya jêrîn û hestiyên pirika mil (bi înglîzî: collarbone) bi hestîbûna di navbera perdeyan ve ava dibin.[2]

Di destpêka pêvajoya hestîbûnê de, xaneyên mezenşîmê nêzî hev dibin û li hin beşan çînên stûr ava dikin. Ji xaneyên beşên stûrbûyî ya mezenşîmê, hinek xane diguherin bo mûlûleyên xwînê, hinek xane jî diguherên bo xaneyên pêşengê hestî (bi înglizî: osteoprogenitor / osteogenic cells). Xaneyên pêşeng, xaneyên bineratî ne, diguherin bo xaneyên çêkerê hestî (bi înglîzî: osteoblast). Koma xaneyên çêkerê hestî wekî navanda hestîbûnê tê navkirin.[1] Di qonaxa hestîbûnê de ne yek, lê gelek navendên hestîbûnê bi awayekî hevbeş kar dikin.

Xaneyên çêkerê hestî osteoîd der didin.[4] Osteoîd madeya binyad (matrîks) a hîn nereqbûyî ye. Di nav çend rojan de bi kombûna xwêyên kalsiyumê, osteoîd req dibe.[2] Bi reqbûna osteoîdê, xaneyên çêkerê hestî di nav osteoîdê de asê dimînin, paşê van xaneyan diguherin bo xaneyên hestî.[4] Her ko xaneyên çêkerê hestî diguherin bo xaneyên hestî, pêşengê xaneyên hestî yên derdorê jî diguherin boy xaneyên çêkerê hestî.

Gava xaneyên çêkerê hestî ostoîd der didin derdora mûlûleyen xwînê, osteoîd dibe sedema çêbûna matrîksa kêranan (bi înglîzî: trabecular matrix) û hestiyê îsfencî. Xaneyên çêkerên hestî yên li ser rûyê hestiyê îsfencî jî diguherin û dibin bergê hestî. Paşê, bergê hestî jî li ser hestiyê îsfencî çînek hestiyê pitew çêdike.

Hestîbûna di navbera perdeyan, di laşê korpeleyê 2-3 mehî de dest pê dike, heta ko temenê pêgehiştiyê didome.

Ji dayikbûnê (dema zayînê) de kilox û hestiyên pirika mil ên dergûşê bi tevahî req nîn in. Herwisa hestiyên kiloxê li hîn beşan bi hev re girêdayî nîn in. Ev rewş, di coga zayînê de derbasbûna dergûşê hêsantir dike.

Bi kurtasî, mirov dikare bi pênc gavan hestîbûna di navbera perdeyan bi awayekî kurt rave bike.[5]

1.Xaneyên mezenşîm diguherin bo xaneyên çêkerê hestî û di navendên hestîbûnê de kom dibin.

2. Xaneyên çêkerê hestî, osteoîd der didin, bi kombûna xweyên kalsiyumê, xaneyên çêkerê hestî di nav osteoîdê de asê dimînin û diguherin bo xaneyên hestî (osteosîd)

3. Hestiyê îsfencî û bergê hestî çêdibe.

4. Li ser hestiyê îsfencî, hestiyê pitew çêdibe.

5. Lûleyên xwînê moxê sor çêdikin.

Hestîbûna di nav kirkirkê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çêbûna hestiyên dirêj 6 heta 8emîn hefteya ducaniyê de dest pê dike.

Di hestîbûna nav kirkirkê de, hestî cihê kirkirka ron (hîalîn) digire. Bi eslê xwe kirkirk naguherin bo hestî, lê kirkirk ji bo çêbûna hestî wekî qalib kar dikin.[6] Her ko kirkirk hildiweşe cihê vala ji aliyê hestî ve tê dagirkirin bi vî awayî hestîyê nû li şûna kirkirkê de cih dibe. Hestîbûna di nav kirkirkê li gor hestîbûna navbera perdeyan, ji bo demek dirêjtir didome.

Hestiyên dirêj bi rêka hestîbûna di nav kirkirkê çêdibin. Herwisa hestiyên binî yên kiloxê, wekî mînak; hestiyê bêjingî (bi înglîzî: ethmoid bone) jî bi heman rêkê çêdibin.[1]

Çêbûna hestiyên dirêj 6 heta 8emîn hefteya ducaniyê de dest pê dike.[1] Pêşî, hinek ji xaneyên mezenşîm diguherin bo xaneyên kirkirkê (bi înglîzî: chondrocytes). Xaneyên kirkirkê kirkirkepeykerê ava dikin. Kirkirkepeyker pêşenga hestiyepeykerê ye. Çêbûna kirkirkê bi çêbûna bergê kirkirk (bi înglîzî: perichondrium) didome. Bergê kirkirk, perdeyek bestereşaneyê ye ko rûyê kirkirkê dapoş dike. Her ko diçe di kirkirkê de hê pirtir matrîks (madeya binyad) çêdibe û qabareya xaneyên kirkirkê yên di navenda kirkirkê zêde dibe. Lê di matrîksê de kombûna xwêyên kalsiyumê, rê li ber xurek û madeyên pêwist digire, xaneyên kirkirkê bêxurek dimînin û dimirin.[7] Bi mirina xaneyan, di nav kirkirkê de hin valahî peyda dibin. Lûleyên xwînê ber bi nav valahiyê dirêj dibin û cih dibin. Bi vî awayî cihên vala hê firehtir dikin. Bi navbeynkariya lûleyên xwînê, xaneyên pêşengê hestî û xaneyên hilweşînerê hestî (bi înglîzî: osteoclasts) jî digihîjin nav kirkirkê. Piraniya xaneyên pêşeng diguherin û dibin xaneyên çêkerê hestî. Bi çalakiya xaneyên hilweşînerê hestî û xaneyên çêkerê hestî, ji matrîksa reqbûyî, hestiyê îsfencî çêdikin. Xaneyên hilweşînerê hestî hinek ji hestiyê îsfencî têk dişkîne bi vî awayî kelêna moxê (bi înglîzî: medullary cavity) peyda dibe.[7]

Her ko kirkirk geş dibe hê pirtir mûlûleyên xwînê di kirkirkê re diçin. Têreçûna lûleyên xwînê ya nav kirkirkê, bergê kirkirkê çalak dike û diguherine bo bergê hestî. Xaneyên çêkerê hestî yên li bergê hestî, li derdora kirkirkê, li beşa doxê (bi grekî: diaphysis) de gerdeniya hestiyê pitew (bi înglîzî:compact bone collar) ava dikin.[1]

Lewheyên geşê ji bo çêbûna hestî navendên duyem ên hestîbûnê ne.

Dema temenê korpeleyê gihîşt du an jî sê mehî, geşbûna xaneyên hestî û leza çekirina hestî zêdetir dibe. Li kûrahiya gerdeniya hestî (bi înglîzî: bone collar) de navenda hestîbûnê ya yekem tê avakirin. Çêbûna hestî li vê navendê dest pê dike. Dema ev guherîn rû didin, li aliyê din ve jî xaneyên kirkirk û şaneya kirkirkê li cemserên hestî de geşbûna xwe didomînin. Di heman demê de li beşa doxê de hestî cihê kirkirkê digire. Gava ko avakirina hestiyepeykerê korpeleyê çû serî, kirkirk tenê li du cihên hestî de dimîne. Di beşa gehê de rûyê hestiyên gehê bi kirkirka gehê (bi înglîzî: articular cartilage) dapoşî dimîne. Herwisa hinek kirkirk jî di navbera cemserê hestiyê û doxê hestiyê de dimîne û wekî lewheya geşê (bi înglîzî: epiphyseal plate) tê navkirin.[8] Lewheya geşê ji dayikbûnê heta temenê pêgehiştiyê dirêjbûna hestiyan dabîn dike. Ango hestîbûn piştî ji dayikbûnê jî didome. Lewheyên geşê ji bo çêbûna hestî navendên duyem ên hestîbûnê ne. Navendên duyem a hestîbûnê heta temenê 21 saliyê çalak dimînin. Lê her ko mirov ji zaroktiyê derbasî temenê pêgehiştiyê dibe, çalakiya lewheya geşê ji ber bandora hormona geşê û hormonên zayendê kêm dibe. Paşê li kirkirka lewheya geşê jî hestîbûn rû dide, êdî ji vê gavê şûn ve dirêjbûna hestî radiweste.[4]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ a b c d e f Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,
  2. ^ a b c d McKinley, M., & O'Loughlin, V. (2011). Human Anatomy (3rd ed.). New York, NY: McGraw-Hill
  3. ^ Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology (3rd ed.). Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.
  4. ^ a b c Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.
  5. ^ Breeland G, Sinkler MA, Menezes RG. Embryology, Bone Ossification. [Updated 2020 Jun 3]. In: StatPearls [Internet]. Treasure Island (FL): StatPearls Publishing; 2021 Jan-.Available from: [1]
  6. ^ Starr, C., & McMillan, B. (2010). Human Biology (8th ed.). Pacific Grove, CA: Brooks/Cole Publishing Company.
  7. ^ a b Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  8. ^ Mader, S., & Windelspecht, M. (2017). Human Biology (15th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.