Moxê hestî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Pêkhateya hestiyê dirêj

Moxê hestî an jî mejiyê hestî (bi înglîzî bone marrow)[1] şaneyeke nerm e û dişibe jelatînê. Ev şane xaneyên xwînê û xaneyên lîmfê dirist dike[2], loma têkiliya wî bi sîstema lîmfê û sîstema gera xwînê ve heye[3]. Hestiyên pahn ên wekî hestiyên kilox (hestiyên serê mirov), hestiyên hevzê (pelvîs) û hestiyê perasûbend (hestiyê singê), moxê hestî lixwe digirin. Her wiha hestiyên birrbirre û hestiyên dirêj ên wekî hestiyên ran (femur), hestiyên perasû û hestiyên pazû (humerus) jî moxê hestî lixwe digirin[3][4] . % 4ê giraniya laşê mirov ji moxê hestî pêk tê.

Cureyên moxê hestî[biguherîne]

619 Red and Yellow Bone Marrow ku.jpg
Moxê zer di nav valahiya hestiyên dirêj de cih bûye

Li nav hestiyên mirov de du cureyî moxê hestî heye, moxê sor û moxê zer. Ji dayikbûnê heta temenê heft salî, li nav hestiyên zarokan de tenê moxê sor berhem dibe. Pîştî heft salî, li hin beşên hestiyan de dewsa moxê sor, moxê zer cih dibe[3]. Di laşê mirovên têgihîştî de valahiyên hundirê hestiyên dirêj bi moxê zer tijî ye, beşa hestiyê îsfencî yên hestiyên pahn û yên dirêj jî moxê sor lixwe digirin.[4] Moxê zer ê hestiyan gelek xaneyên çewrî lixwe digire[4], rengê wî ji ber xaneyên çewrî(lîpîd) zer e. Demên asayî de moxê zer wekî enbara çewrî kar dike. Heke di laş de ji ber xwînçûna zêde, kêmxwînî peyda bibe, dibe ku moxê zer biguhere û bibe moxê sor û xaneyên xwînê çê bike[3] . Hemû cureyên xaneyên xwînê ji aliyê moxê sor ê hestiyan ve tê berhemkirin[4]. Berî ya ji dayikbûnê, xaneyên xwînê yên korpele(embriyo) ji hêla endamên wekî sipil, kezeb û şaneyên lîmfê û moxê hestî ve tên çêkirin[3]. Lê, piştî ji dayikbûnê, êdî piraniya xaneyên xwînê di moxê sor ê hestî de berhem û geş dibin, di laşê mirovên têgihîştî de li gel moxê hestî, hinek xaneyên xwînê di sipil û kezeb de tê çêkirin[5] . Karê çêkirina xaneyên xwînê wekî hemopoez an jî hematopoez tê binavkirin[5].(Bi zimanê yewnanî de, haima= xwîn, -poiesis = berhemkirin e) Di laşê mirovên têgihîştî de hemopoez li moxê sor ê hestiyan de pêk tê. Di moxê sor de xaneyên bineratî (stem cells) heye, bi dabeşbûn û guherîna van xaneyan, xaneyên xwînê û yên lîmfê tên çêkirin[4][5]. Xirokên spî û xaneyên lîmfê(lîmfexane) bergiriya laş rêk dixin, loma moxê hestî wekî endamekî sereke ya sîstema lîmfê tê binavkirin.

Şêrpenceya xwînê[biguherîne]

Dibe ku ji ber hin nexweşiyan, berhemkirina xaneyên xwînê yê moxê hestî ne bi rejeya asayî bê. Lusemî ( bi înglîzî”lukemia”[6] ) yek ji van nexweşiyên moxê hestîyan ne. Lusemî nexweşiya şêrpenceya xwînê ye. Gava mirov tuşî lusemî dibe, rêjeya hejmara xaneyên xwînê diguhere. Hejmara xirokên spî zor zor zêde dibe, hejmara xirokên sor û perikên xwînê kêm dibe[4][5]. Her çiqas hejmara xirokên spî zêde bibe jî, ev xirokên spî ne yên asayî ne û karê parastinê pêk naynin. Loma bergiriya laşê nexweşan lawaz dibe. Nexweşiya lusemî bi pişkinîna xaneyên xwînê diyar dibe. (complete blood count (CBC)). Heke hêjmara xaneyên kesek ne asayî be û gumana nexweşiya xwînê bi wî /wê kesê ve hebe, vê gavê pizîşk, ji bo taqîkirdinê ji moxê hestî perçeyek şane digire. Xaneyên moxê hestî yên bi nexweşiya lusemî ne bi şeweya asayî ne. Ev perçeya şane di bin mîkroskobê de tê teqîkirin, ku heke xane tuşî nexweşiya xwînê bûye an na. Çareseriya nexweşiya şêrpenceya xwînê de derman( kemoterepî) an jî tîrêjên radyasyonê(radyoterapî) tê bikaranîn [7] , hin caran ev herdu rêbaz li du hev tên bikaranîn. Ji bo çareseriya lusemî, mox guhestin rêbaza(metod) herî serkeftî ye. Bi vî rêbazê moxê ziyangirtî yên bi nexweşiya lusemî, bi moxên saxlem ve tên guhestin. Lê ji boy mox guhestinek serkeftî, divê şaneyên mox bexşînerê bi şaneyên mox wergir re guncaw be. Heke mox bexşîner û mox wergir xizmên hev bin, rêjeya egera guncawbûna moxên hestî hê zêdetir dibe. Di demên berê de ji bo mox guhestinê, hestiyê mox bexşîner bi derziyek zirav dihat qulkirin û ji nav hestiyê isfencî hinek mox dihat kişandin[3]. Ev rêbaz karek gelek biêş bû loma nerehetî dida mox bexşînerê. Van salên dawî êdî xaneyên moxê ji xwîna mox bexşînerê tov dikin, ev jî canê mirov naêşîne.

Çavkanî[biguherîne]

  1. Lawrence, E. (2005). Hendersons dictionary of biology. Harlow: Pearson/Prentice Hall. ISBN 978-0-13-127384-9
  2. Villee, Claude Alvin, et al.( 1989) Biology. 2nd ed., Saunders College Publishing. ISBN 0-03-023417-4 p951,p985
  3. a b c d e f ENCYCLOPÆDIA BRITANNICA, [1]Bone marrow
  4. a b c d e f Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J. S., & Wilson, K. J. (2014). Ross and Wilson anatomy & physiology in health and illness 12th ed.
  5. a b c d OpenStax, Anatomy & Physiology, OpenStax ,2013 [2]
  6. Rittner, D., & McCabe, T. L. (2004).Encyclopedia of biology,Lukemia. New York, NY: Facts On File.ISBN 0-8160-4859-2
  7. ENCYCLOPÆDIA BRITANNICA [3]Leukemia