Hevrîn Xelef
Hevrîn Xelef | |
---|---|
![]() Hevrin Xelef ( 2019) | |
Jiyan | |
Jidayikbûn | 15ê çiriya paşîn a 1984an Dêrika Hemko |
Mirin | 12ê çiriya pêşîn a 2019an |
Pîşe | Endezyar, Ramyar |
biguhêre![]() |
Hevrîn Xelef (bi tîpguhêziya latînî ji alfabeya erebî: Hevrin Khalaf) (jdb. 15ê çiriya paşîn a 1984an li Dêrika Hemko, Rojavayê Kurdistanê, Sûrî - m. 12ê çiriya pêşîn a 2019an nêzîkî Qamişlo, Rojavayê Kurdistanê, Sûrî), endezyar û ramyareke kurd a ku sekretera giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê bû. Ew di 12ê çiriya pêşîn a 2019an de li operasyona leşkerî ya Tirkiyê ya li dijî Hêzên Sûriya Demokratîk û kurdên Rojavayê Kurdistanê, di encama kemîneke çeteyên Ehrar eş-Şerqiyeyê[çavkanî hewce ye] de li ser rêya Diwelî ya bajarê Qamişlo hate kuştin[1].
Jiyana wê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Hevrîn Xelef di 15ê çiriya paşîn a 1984an de li Dêrika Hemko hatiye dinyayê. Hevrîn Xelef di nav malbateke kurd ê welatperwer hatiye dinyayê û mezin bûye. Xwendina xwe ya seretayî, navîn û amadehiyê li dibistanên Dêrikê xwendiye û di sala 2009an de beşa endezyariya çandiyê[1] li Zanîngeha Helebê dixwîne û piştre jî di nav siyaseta kurd e li devera kurdî ya xweserî li Rojavayê Kurdistanê cihekî payebilind werdigire. Hevrîn Xelef di sala 2012an de yek ji damezirînerên Weqfa Zanist û Ramana Azad bû. Di sala 2015an de wekê cîgira serokê komîsyona wizeyê ya herêma Cizîrê dixebite û di sala 2016an de bûye hevseroka desthilata wizeyê. Partiya wê, Partiya Sûriya Pêşerojê, di sala 2017an de li dû dagirkirina Reqayê ji koma Dewleta Islamî beşdarî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûye. Xelef beşdarî gotûbêjên li Dewletên Yekbûyî, Fransa û şandeyên din re bûye. Ew di nav civata kurd de bi karînên xwe yên dîplomatîk dihate naskirin. Xelef li ber zêdebûna xweşbînî û yekîtiyê di nava mesîhî, ereb û kurdan de xebitiye.
Kuştina wê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Rojnameya Daily Telegraph ragihand ku rayedarên kurd digotin çeteyên serhildanê erebeyek zirxî ya Hevrîn Xelef rê girtin.
Xelef yek ji wan sivîlan bû ku di rojên yekem ên operasyona leşkerî ya piştgiriya Artêşa Tirkiyê de hat kuştin, ligel Obsavdêrîya Sûrî ya jibo mafên mirovan ragihand ku neh sîvîl hatin îdamkirin li demên cûda li başûrê bajarokê Girê Spî.
Artêşa Neteweyî, komeke serhildêr ku ligel Tirkiyeyê şer dike, berpirsyariya kuştinê red kir.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- (inglîzî) 7dnews.com Girêdana arşîvê 2019-10-15 li ser Wayback Machine