Hilbijartinên herêmî yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê 2024

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Hilbijartinên herêmî yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê 2024
  • Hilbijartina mehelî
  • municipal election Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Serkeftina partiyan li gorî parêzgeh û navçeyan
DewletTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
  • Hilbijartinên mehelî yên Tirkiyeyê 2024 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Hilbijartinên herêmî yên li Bakurê Kurdistanê û li Tirkiyeyê hilbijartineke herêmî ye ku 31 adara sala 2024an de li Bakurê Kurdistanê û li Tirkiyeyê hatiye lidarxistin. Di hilbijartinan de li Bakurê Kurdistanê û li Tirkiyeyê 1393 şaredarên bajar, navçe û bajarokan, şaredarên şaredariyên bajarên mezin, endamên meclisa şaredariyan, endamên meclîsa giştî ya parêzgehan, mixtarên taxan û endamên rûspiyan hatine diyarkirin.

Di hilbijartina herêmî ya sala 2024an de Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) li Bakurê Kurdistanê şaredariyên 3 bajarên mezin, 7 bajar,[1] 58 navçe, (di nav de şaredariya navçeya navandî ya Mêrsînê ya Akdenîz heye) û şaredariyên 7 bajarokan, bi giştî 75 şaredarî û li Bakurê Kurdistanê jî bi giştî 74 şaredarî bidestxistiye.

Paşperdeh[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hilbijartina sala 2019an[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di hilbijartinên herêmî ya sala 2019an de partiyên muxalefetê di hilbijartinê de hevkarî pêk anîbûn û li her du bajarên herî mezin ên Tirkiyeyê Stenbol û Enqereyê hikûmetê têk birin. Muxalefet di hilbijartina li Stembolê bi ferqeke kêm li hemberî hevrikê xwe ji ku %0,2 pêk tê biser dikeve lê hilbijartin ji aliyê hikumetê ve nehatiye qebûlkirin û hikumet daxwaza dubarekirina hilbijartina li Stenbolê dike. Li hemberî hemî bervêdanên muxalefetê, ji bo ku hilbijartin were dubare kirin ji aliyê hikumeta AKPê ve hatiye betalkirin. Di hilbijartina dubare ya ku di tîrmeha sala 2019an de hatiye lidarxistin berbijarê muxalefetê Ekrem İmamoğlu bi ferqek mezin ku nêzîkê 800.000 dengên zêde bidest dixe wekê şaredarê bajarê mezin tê hilbijartin.

Şaredarên kurd ên ku ji kar hatine avêtin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hikumeta bi rêveberiya partiyên AKP û MHPê li Bakurê Kurdistanê ji 19ê tebaxa sala 2019an heta 2ê adara 2021ê li 3 şaredariyên bajarên mezin, 5 bajarok, 33 şaredariyên navçeyan desteser dikin û li şaredariyan qeyûm têne bicihkirin.[2]

Sîstema hilbijartinê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hilbijêr di hilbijartinên ku di heman rojê de û bi yek gerê li 185 hezar û 369 sindoqên dengdanê bi dengên xwe 1393 şaredariyên li seranserê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê û rêveberên herêmî yên ku di erkên cuda xizmet dikin diyar dikin.

  • Hilbijartinên li bajarên mezin; şaredarên şaredariyên bajarê mezin, şaredarê navçeyê, endamên meclîsa şaredariya navçeyan û mixtarên taxan têne diyarkirin.
  • Hilbijartinên li navçeyan; endamên meclîsa giştî ya parêzgehê, şaredarê navçeyê, endamên meclîsa şaredariya navçeyê û mixtarên taxan di hilbijartinê de têne diyarkirin.
  • Hilbijartinên li bajarokan; endamên meclîsa giştî ya parêzgehê, şaredarê şaredariya bajarokê, endamên meclîsa şaredariya bajarokê û mixtarên taxan di hilbijartinê têne diyarkirin.

Dengdêrên ji derveyî bajaran[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji bo ku şaredariyên bajarên Bakurê Kurdistanê nekeve destê berbijarê DEM Partiyê di roja hilbijartinê de ji gelek bajarên tirk bi hezaran leşker û polîs ji bo ku dengên xwe bikar bînin anîne bajarên Bakurê Kurdistanê.[3][4] Di dîmenên ku ji aliyê ajansa ve hatiye parvekirin hatiye dîtin ku li Şirnexê li ber deriyê dibistanekî gelên bajêr bertek nîşanê dengdêrên ku ji derveyî bajêr hatine didin.[5] Di encama van dengan de DEM Partiyê bajarên wekê Qers,[6] Bidlîs û Şirnexê bidest nexistiye. Hatiye ragihandin ku nêzîkê 46 hezar dengdêrên ji derveyî bajaran ji bajarên din ên Tirkiyeyê li bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanê bikar anîne.[7] Rojekê piştî hilbijartinê di hinek dîmenên ku li ser medyaya civakî hatine parvekirin hatiye dîtin ku bi dehan otobusan leşker ji bajarê Qersê ya Bakurê Kurdistanê diçin. Parlamentera DEM Partiyê Gulîstan Koçyiğit ji dengdêrek pirs dike ku ji ku hatiye, dengdêr bersiva ji derveyî bajêr hatiye dide.[8]

Hewlên desteserkirina şaredariya Wanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Nêzîkî roja hilbijartinê di roja înê de mafên rewa yên berbijarê DEM Partiyê Abdullah Zeydan tê ji aliyê dewleta tirk ve hatiye vekişîn. Piştre di roja yekşemê de Abdullah Zeydan bi rêjeya ji sedî 55,48 bi dengên bajêr tê hilbijartin.

Di roja 1ê nîsanê de berbijarê AKPê Abdulhalat Arvas ku bi rêjeyeke kêm dengê bajêr werdigire bi rêya parêzerê xwe ji bo ku li cihê Abdullah Zeydan bibe şaredarê şaredariya bajarê mezin ê Wanê serî li lijneya hilbijartina parêzgeha Wanê dide. Li gorî hinek îddayan lijneya hilbijartina parêzgeha Wanê mazbateya Abdullah Zeydan dide berbijarê AKPê Abdulhalat Arvas. Piştî demekî kurt ev îdia li ser ajansên nûçeyan hatiye weşandin. Piştre ev îdia li bajêr dibe sedema infialeke mezin û li bajêr dibe sedemên xwepêşandanên girseyî.

Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan di 2ê nîsanê ji bo mazbateya Abdullah Zeydan paşve vegerîne li Enqereyê serlêdana li Lijneya Bilind a Hilbijartinan dide.

Piştî xwepêşandanên du rojan li seranserê bajêr û li gelek bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanê û bertekên partiyên siyasiyên wekê CHP, TÎP û bertekên kesayetên siyasetê di dana êvara 3ê nîsanê de lijneya hilbijartina bilind a Hilbijartinan biryardayina pejirandina şaredarvaniya Abdullah Zeydan dide.[9]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Bajarên bakurê Kurdistanê bi rengên DEM Partiyê xemilîn". mezopotamyaajansi35.com. Roja gihiştinê 1 nîsan 2024.[girêdan daimî miriye]
  2. ^ "Şaredarên HDPê ku ji kar hatine dûrxistin". web.archive.org. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 19 tebax 2022. Roja gihiştinê 3 nîsan 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  3. ^ Merkezi, Haber (31 adar 2024). "Ağrı'da taşımalı seçmen iddiası | Sırrı Sakık: "Ağrı halkının iradesini gasp etmeyin"". Medyascope (bi tirkî). Roja gihiştinê 7 nîsan 2024.
  4. ^ "Qers'teki siyasi partilerden 'taşımalı seçmen' açıklaması". Yeni Yaşam Gazetesi | Yeni Yaşam (bi tirkî). 5 nîsan 2024. Roja gihiştinê 7 nîsan 2024.
  5. ^ Şırnak'ta taşımalı seçmenlere tepki gösteren öğretmene polis müdahalesi! "HIRSIZSINIZ!" (bi îngilîzî), roja gihiştinê 7 nîsan 2024
  6. ^ "Taşıma seçmene dikkat çekmek için gerçek sonuçları il binasına astılar". Artı Gerçek (bi tirkî). 6 nîsan 2024. Roja gihiştinê 7 nîsan 2024.
  7. ^ "DEM Parti 'taşımalı seçmen' sayısını açıkladı - Diken" (bi tirkî). 31 adar 2024. Roja gihiştinê 7 nîsan 2024.
  8. ^ Kars'ta taşımalı seçmen: Koçyiğit’in ‘Nereden geldiniz?’ diye sorduğu asker: İl dışından geldik (bi îngilîzî), roja gihiştinê 7 nîsan 2024
  9. ^ "Lijneya bilind a Hilbijartinan girteya Abdullah Zeydan da". www.rudaw.net. Roja gihiştinê 8 nîsan 2024.