Here naverokê

Idrîs

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Taswîrkirina Hz. Îdrîs a li bihişt û dojehê

Îdrîs yek ji neviyên Hz. Şît û pêxemberê Xwedê ye. Hz. Şît ji bi xwe zarokê mirovê yêkemîn pêxember Adem bû. Ji Hz. Îdrîs ra 30 rûpelên pîroz hatine dayîn. Navê wî yê rast Ahnuh bû. Lê ji ber ku wî pirr pirtûk dixwendin li Quranê da ji wî ra "Îdrîs" hatiye gotin. "Îdrîs" ji mirovên ku di zanistiyê da pêş da çûne tê gotin. Li gora riwayetan Hz. Îdrîs li Misir ê bajarê Minuf ê yan jî li Babil ê hatiye dinê û jiyaye. Navê bavê wî Yerd û navê diya wî Berre ye. Neseba wî hettanî Hz. Adem aha tê zanîn: Îdris - Yerd - Mehlail - Kinan - Enûs - Şît - Adem.

Hz. Îdrîs wekî pêxember ji komalekî ra hatî bû şandin. Va komala ji neviyên lawê Adem Kabil bû. Hz. Îdrîs kêm û zêde hettanî 120 salan ferman û qedexeyên Xwedê ji mîrovan ra got. Hz. Îdrîs bi 72 zimanan qise dikir û hemû komal bi zimanên wan dawetî li ser riya Xwedê dikir. Wî bi xwe sedî zêdetir bajar û gund ava kirine û ji mîrovan ra gellek zanistî elimandiye. Di zanistiyên huner, stêrnasî û nivisê da ew mirovê yêkemin bû.