Jîna Emînî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jîna Emînî
Wêneyê Jîna Emînî di dema xwepêşandanên li bajarê Melbourne a Awistralyayê.
Jidayikbûn22ê tîrmeha 2000an
Mirin16ê îlona 2022an (22 salî)
Tehran, Îran
Sedema mirinêxwînrêja mejî
EsilKurd
Navê dinMehsa Emînî
HevwelatîÎran
biguhêreBelge

Jîna Emînî (jdb. 20 tîrmeh 2000, Seqiz, Rojhilatê Kurdistanê – m. 16 îlon 2022, Tehran, Îran), bi zimanê farisî wekê Mehsa Emînî dihate naskirin, keçeke 22 salî ya kurd bû ku di 13ê îlona sala 2022an de ji aliyê polîsên exlaqê yên Îranê ve bi hinceta ku xwepêçana wê sererast û serûber nîne hatiye desteserkirin û ji aliyê heman hêzan ve di dema desteserkirin wê de hatiye îşkence kirin. Ji ber derbên dardestên heman polîsan ku li serê Jîna Emînî dikeve, di 19ê îlona sala 2022an de li Nexweşxaneya Kesrayê (Kasra) ku li ser kolana Alvend (Alvand) a li qada Arjentîn a Tehranê ye jiyana xwe ji dest daye.

Jîna Emînî keçeke kurd e ku ji bajarê Seqiza Rojhilata Kurdistanê bû. Jîna di nav malbateke rewşenbîr de mezin bibû.

Bûyer[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Desteserkirina wê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Jîna Emînî ji bo serlêdana xizmên xwe yên ku li Tehranê ne bi malbata xwe re diçe Tehranê.[1][2]

Piştî çûyîna Tehranê, saet di 6ê piştî nîvroya roja sêşem a 13ê îlona 2022an de li nêzî rawestgeha metroya Şehîd Heqanî ya li ser rêya Şehîd Heqanî ya Tehranê dema ku Jîna li gel birayê xwe bû, ji aliyê hêzên bi navê "polêsên exlaqê" ji bo xwepêçana wê hate desteserkirin û ji bo şîretdayîn û fêrkariya xwepêçandanê, wê dibin navenda polêsan a li kolana Wuzera ya Tehranê.[1][2]

Piştî birina wê ji bo navenda polêsan a ku li kolana Wuzera ya Tehranê ye, li gorî daxuyaniyên jinên ku di heman demê de bi Jîna Emînîyê re li navenda polêsên exlaqê bûne, Jîna Emînî ji aliyê heman hêzên ku ew desteser kirine bi awayekî giran hatiye derb kirin û serê wê dane ber batoman (dardestên polîsan).[1][3][2] Ji ber derbên ku li serê Jîna Emînîyê dikeve, di êvara 13ê îlona 2022an piştî ku ji ber êşa serî bêhiş dibe, dikeve erdê, wê sewqê Nexweşxaneya Kesrayê dikin.

Malbata Emîniyê daye zanîn ku di dema girtina keça wan de alozî derketiye û rayedarên ewlehiyê li birayê wê xistine. Xalê Emîniyê anî ziman:

“Birayê Jîna Emînî li wir bû û dema xwest desteserkirin xwîşka xwe asteng bike, gaza rondikrêj li wî direşînin û li wî jî xistine.[4]

Derbkirina ji aliyê polêsên Îranê ve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Jinên ku bi Jîna Emînî re hatine binçavkirin diyar kirine ku li hemberî sivikatî û heqareta ji aliyê polêsên ku ew girtinî, Jînayê li ber xwe daye û rastî derbên giran yên lêdanê hatiye.[5]

Piştê du saetan agahî ji birayê wê re tê ku Jîna bi ambûlansê ji polîsxaneyê derxistine. Hatiye ragihandin ku Jîna ji aliyê polîsên Îranê ve hatiye derb kirin û ji ber derbên ku li serê wê ketiye û xwînrijîna mejî ya Jîna Emînî pêk hatiye.[1] Birayê wê Kiyareş li ser û lingên Jîna Emînî birîn û şopên lêdanan dibîne.[5]

Mirina wê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dîmenek ji Nexweşxaneya Kesrayê ku Jîna Emînî lê jiyana xwe ji dest daye.

Hejmarek bijîjkan li ser bingehê nîşaneyên klînîkî ku di nav de xwînrijîna ji guh û birînên ku di bin çavan de heye ragihandin ku birînek mêjî ya Jîna Emînîyê heye.[6][7] Tomografiya serê Jîna Emînîyê ku aliyê hacktivîstan ve ji komputerên nexweşxaneyê hatine derxistin, şikestinek hestî ya ser, hemorrajî û edema (perç) mejî nîşan dide.[8][9]

Bavê wê Emcet Emînî diyar kiriye ku di dema teşxîsa keça wî de tenê rû û lingên keça wî nîşanê wî dane.[10] Destûra ku li laşê Jînayê binêrin ka şopên birînan heye yan na, nedane malbata wê. Bavê wê di axaftina xwe de tîne ziman ku li ling û rûyê Jîna Emînîyê birîn hebûn.[10] Dema bavê wê ji nojdaran pirsa birînên ling û rûyê wê dike, bersiva "em ê lê binêrin we agahdar bikin" hildide.[10] Heta niha rapora sedemên birînên li laşê Jîna Emînîyê ji aliyê rayedarên Îranê ve bi malbata wê re nehatiye parvekirin.[10]

Jîna Emînî, piştî sê rojan di 16ê îlona sala 2022an de li Nexweşxaneya Kesrayê ku li ser kolana Alvend a li qada Arjentîn a Tehranê ye, jiyana xwe ji dest daye.[2]

Xwepêşandanên li dijî kuştina wê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dîmenek ji xwepêşandanên dijî kuştina Jîna Emînî, li ser rêya Kesawerz a Tehranê.

Xwepêşandanên li bajaran[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Piştî mirina Jîna Emînî li bajarê wê, bajarê Seqizê jî ku di nav de ye li gelek bajaran xwepêşandan hatin lidarxistin. Di demên destpêkê de komek ji niştecihên Tehranê li nêzîkê Nexweşxaneya Kesrayê kombûn siloganên wekê "Bimre dîktator" "Polîsên exlaqê kujer in" "Kesên ku xwîşka min kuştiye ezê wê/wî bikujim" "Em bi xwîna te sond dixwin Mehsa, dê Îran azad bibe" "Xamineyî kujer e, desthilatdariya wî betal e" û "Zexta li ser jinan ji Kurdistanê heta Tehranê" anîn ziman.[11][12][13] Piştî mirina Jîna Emînî roj bi roj xwepêşandan û meş li bajarên cuda zêdetir bûn û li seranserê Îranê belav bû.

Li ser medyaya civakî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girtin, îşkencekirin û kuştina Jîna Emînî ji aliyê Polîsên Exlaqê ve li ser torên civakî bû sedema nerazîbûnan. Di vê demê de, hashtag #MahsaAmini bûye yek ji hashtagên herî tweetkirî yên tweetên farisî. Hejmara tweet û retweetên van hashtagan heta 9ê çirîya pêşîn a 2022an ji 200 milyonan derbastir bûn.[14][15][16] Hinek hunermendên jin ên fars, kurd û hunermendên jin ji neteweyên cûda ji ber kuştina Jîna Emînî bi birîna porên xwe nerazîbûn û bertekên xwe nîşan dan.[17]

Bertekên li dijî kuştina wê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Saziyên navneteweyî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî li ser kuştina Jîna Emînî daxûyaniyek weşand. Di daxuyaniya xwe de dibêje ku “Şert û mercên ku bûne sedema mirina bi guman a jina ciwan Jîna Mehsa Emînî ya 22 salî, di nav de îdiayên îşkence û muameleya xerab a di qereqolê de, divê bi gumana ku sûc hene bêne lêkolînkirin.[18][19][20]
  • Çavdêriya Mafên Mirovan: mirina Emînî bi “hovîtî” bi nav kir û nivîsî: “Rayedarên Îranê divê yasaya hicabê ya mecbûrî betal bikin û yasayên din ên ku jinan ji serxwebûn û mafên wan bêpar dike, rakin an sererast bikin.[21][22]
  • Navenda Mafên Mirovan a Îranê: Jîna Emînî qurbaniyeke din a şerê Komara Îslamî ya Îranê li dijî jinan da zanîn û daxwaz kir ku tundûtûjiya li dijî jinan di Îranê de bi tundî li hemû cîhanê were şermezarkirin ku rê li ber karesatên bi vê rengê bên girtin.[23]
  • Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku divê îşkence û kuştina Jîna Emînî bi awayekî serbixwe bê lêkolînkirin.[24][25]
  • Anonymous, amaje bi wê yekê kir ku çend malperên medyayî yên hikûmeta Îranê û yên girêdayî dewleta Îranê ji bo piştgirîkirina xwepêşanderan asteng kirine û vîdyoyek belav kir ku tê de piştevaniya komên ji xwepêşandanan re ligel dîmenên xwepêşandanan belav dike.[26]

Daxuyaniyên siyasetmedaran[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Cewaid Rehman, raporterê taybet ê Neteweyên Yekbûyî, xemgîniya xwe ji tevgerên Komara Îslamî ya Îranê nîşan da û got: Ev bûyer nîşana binpêkirina berfireh a mafên mirovan ê li Îranê ye.[27]
  • Wezareta Karên Derve ya Fransayê îşkenceya ku bû sedema mirina Jîna Emînî şermezar kir.[28]
  • Wezîrê derve yê Amerîkayê Antony Blinken kuştina di destê hêzên polis ên Îranê de şermezar kir û daxwaza rawestandina van kiryarên dewleta Îranê kir.[29][30]
  • Karbidestên Yekîtiya Ewropayê mirina wê şermezar kirin.[31] Josep Borell, berpirsê siyaseta derve ya Yekîtiya Ewropayê (YE) mirina wê "ne qebûlkirin" bi nav kir.[32] Berdevkekî daxuyaniyek da û ragihand ku tişta ku li Jîna Emînî hatiye, nayê qebûlkirin û divê berpirsyarên vê kuştinê bên dîtin.[33]
  • Serok Joe Biden di gotara salane ya rêberên cîhanê de li Neteweyên Yekgirtî di 21ê Îlona 2022an de, amaje bi rewşa jinan li Îranê kir û jibo mirina Jîna Emînî soza piştevaniya bi jinên Îranî re da.[34]
  • Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Selahattin Demirtaş û hevserokê şaredarê bajarê mezin a Amedê Selçuk Mızraklı ku niha di girtîgehê de ne, jibo kuştina Jîna Emînî porên xwe kur kirin.[35]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ a b c d "Îran di bin navê 'şîretê' de jinekê kuşt | Xwebun". 16 îlon 2022. Ji orîjînalê di 16 îlon 2022 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 16 îlon 2022.
  2. ^ a b c d "Îşkencekirina Jîna Emînî". www.rudaw.net. Roja gihiştinê 16 îlon 2022.
  3. ^ "Kurdistan24".
  4. ^ "Desteserkirina Jîna ji aliyê polêsên Îranê ve".
  5. ^ a b "Îşkencekirin a Jîna Emînî". www.rudaw.net. Roja gihiştinê 22 îlon 2022.
  6. ^ "Mahsa Amini's medical scans show skull fractures caused by 'severe trauma': Report". Al Arabiya English (bi îngilîzî). 19 îlon 2022. Roja gihiştinê 23 îlon 2022.
  7. ^ "Iranian Medical Official Says Amini's Death Caused By Head Injury, Rejects Official Version". RadioFreeEurope/RadioLiberty (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 23 îlon 2022.
  8. ^ "Mahsa Amini's medical scans show skull fractures caused by 'severe trauma': Report". Al Arabiya English (bi îngilîzî). 19 îlon 2022. Roja gihiştinê 23 îlon 2022.
  9. ^ "Mahsa Amini's CT Scan Shows Skull Fractures Caused By Severe Blows". Iran International (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 23 îlon 2022.
  10. ^ a b c d "Bavê Jîna Amînî: Cenazeyê keça min nîşanî me nedan". mezopotamyaajansi35.com. Roja gihiştinê 23 îlon 2022.[girêdan daimî miriye]
  11. ^ "Protests in Iran at death of Kurdish woman after arrest by morality police". the Guardian (bi îngilîzî). 17 îlon 2022. Roja gihiştinê 26 îlon 2022.
  12. ^ "the police open fire at the funeral". Italy 24 News English (bi îngilîziya amerîkî). 17 îlon 2022. Roja gihiştinê 26 îlon 2022.
  13. ^ "www.rudaw.net/english". www.rudaw.net. Roja gihiştinê 26 îlon 2022.
  14. ^ "Fury grows in Iran over woman who died after hijab arrest". Reuters (bi îngilîzî). 18 îlon 2022. Roja gihiştinê 26 îlon 2022.
  15. ^ "هشتگ مهسا امینی ترند جهانی شد – DW – ۱۴۰۱/۶/۲۷". dw.com (bi farisî). Roja gihiştinê 26 îlon 2022.
  16. ^ "خشم عمومی گسترده از ضرب و جرح و به کما رفتن مهسا امینی درپی بازداشت از سوی گشت ارشاد". ایران اینترنشنال (bi farisî). Roja gihiştinê 9 çiriya pêşîn 2022.
  17. ^ "Iran women cut their hair to protest against death of 22-year-old woman in custody". The Indian Express (bi îngilîzî). 19 îlon 2022. Roja gihiştinê 26 îlon 2022.
  18. ^ "Iran woman's death after morals police arrest sparks protests". Reuters (bi îngilîzî). 16 îlon 2022. Roja gihiştinê 23 îlon 2022.
  19. ^ "Woman dies after arrest by Iran's morality police". www.aljazeera.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 23 îlon 2022.
  20. ^ "Condemnations Follow Death Of Young Woman In Iranian Police Custody". Iran International (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 23 îlon 2022.
  21. ^ "Woman Dies in Custody of Iran's 'Morality Police'". Human Rights Watch (bi îngilîzî). 16 îlon 2022. Roja gihiştinê 23 îlon 2022.
  22. ^ "The Murder of Mahsa Amini; Iran Human Rights Calls for an International Fact-Finding Mission". iranhr.net (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 23 îlon 2022.
  23. ^ "Mahsa Amini is Another Victim of the Islamic Republic's War on Women". Center for Human Rights in Iran. 16 îlon 2022. Roja gihiştinê 23 îlon 2022.
  24. ^ "UN calls for 'impartial' investigation into Iranian woman's death". www.aljazeera.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 23 îlon 2022.
  25. ^ Welle (www.dw.com), Deutsche. "Iran: UN calls for probe into death of Mahsa Amini in police custody | DW | 20.09.2022". DW.COM (bi îngilîziya brîtanî). Roja gihiştinê 23 îlon 2022.
  26. ^ Motamedi, Maziar. "'Anonymous' hacks Iran state websites after Mahsa Amini's death". www.aljazeera.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 23 îlon 2022.
  27. ^ "Mahsa Amini's mother: Zhina! People have come for you!" (bi îngilîziya amerîkî). 17 îlon 2022. Roja gihiştinê 23 îlon 2022.
  28. ^ "France's Ministry of Foreign Affairs condemns the death of Mahsa Amini". Reuters (bi îngilîzî). 19 îlon 2022. Roja gihiştinê 23 îlon 2022.
  29. ^ "Death of Mahsa Amini". Wikipedia (bi îngilîzî). 23 îlon 2022.
  30. ^ "US demands accountability in death of Iranian woman after hijab arrest". Reuters (bi îngilîzî). 19 îlon 2022. Roja gihiştinê 23 îlon 2022.
  31. ^ "EU concern over woman who died after being stopped by morality police". euronews (bi îngilîzî). 20 îlon 2022. Roja gihiştinê 23 îlon 2022.
  32. ^ "EU concern over woman who died after being stopped by morality police". euronews (bi îngilîzî). 20 îlon 2022. Roja gihiştinê 23 îlon 2022.
  33. ^ "eeas.europa.eu".
  34. ^ "Joe Biden Vows Solidarity With Iran Women Amid "Anti-Hijab" Protests". NDTV.com. Roja gihiştinê 23 îlon 2022.
  35. ^ "Demîrtaş û Mizrakli ji bo Jîna Mahsa Amînî pora xwe jê kirin". mezopotamyaajansi35.com. Roja gihiştinê 23 îlon 2022.[girêdan daimî miriye]