Jacques Chirac
Jacques René Chirac [bilêvkirina bi kurdî: Jak Renê Şîrak; bi alfabeya fonetîk a navneteweyî: [ʒak ʀəˈne ʃiˈʀak] (jdb. 29ê çiriya paşîn 1932 li Parîsê) yek ji polîtîkên hemdemî yên fransî û serkomarê 22êmîn Komara Fransayê bû. Ew cara pêşîn li sala 1995ê wekî serkomar hat hilbijartin û cara duyê jî li sala 2002an. Li roja 17ê gulana 2007an Nicolas Sarkozy dê cihê wî bigire û bibe serkomarê Fransayê.
Berî ku bibe serkomar, Jacques Chirac çend berpirsyariyên mezin mîna şaredarî ya Parîsê, wezariya çandinê û serokwezîriya Fransayê wergirtine.
Di siyaseta navxweyî da ew alîgirê kêmkirina bac anko teksan, rakirina zevitkirina bihayan anko kontrola qîmetên bazarî, û sizadana rijda terorîzmê bû.
Li Enstîtuya Lêkolînên Polîtîk a Parîsê (Institut d'études politiques de Paris) perwerdeya xwe diqedîne. Li dibistana taybetî bo kargerên dewletê dersê dide ya Dibistana Neteweyî ya Gerînendeyan a Fransayê (École nationale d'administration - ENA) -, bo siyaseta Fransî xwe amade dike.
Ew li dijî polîtîkaya sosyalîstan, li lîberalîzmeke taybetî bo Fransayê digeriya. Li dema peywirdariya xwe da li firotina milkên dewletê, kêmkirina bacan, serbixweyî di polîtîkayên global de hember DYA hwd digeriya.
Di nasandina Komkujiya Ermeniyan li Fransayê da rolekê erênî leyîstiye. Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurdî xwedî siyasetekê nîne.