Nicolas Sarkozy
Nicolas Sarkozy (bilêvkirina bi kurdî: Nîkola Serkozî) (28ê befirbara paşîn a 1955an, Parîs) siyasetvanekê Fransayê ye ko li roja 6ê gulanê a sala 2007an wekî serokkomarê 23emîn komara Fransayê hat hilbijartin û roja 16ê gulana sala 2007an bi awayekî fermî wekî serokkomar şûna Jacques Chirac girt.
Sarkozy bi baweriyên şopparêzên xwe di warê qanûn û tenzîmatê da hatiye niyasîn. Ew sîstemeke aborî ya gelek serbesttir ji bo Fransayê dixwaze. Rexnegirên wî dibêjin ko ew mirovekê demagog e û bi sanahî azadiyên bajêrwarane gorî bidestveanîna hêza siyasî dike. Ew bi tewawî dijberî çûna Tirkiyê bo nav Yekîtiya Ewropayê ye.
Heta 26ê adarê a sala 2007an ew wezîrê Navxwe yê Fransayê bû.
Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Sarkozy li roja 28ê befirbara paşîn a 1955an wekî Nicolas Paul Stéphane Sarközy de Nagy-Bocsa li malbateka bi koka xwe macar li Parîsê hat dinyayê. Bavê wî, Pál Sárközy de Nagy-Bócsa, ji malbateke arîstokrat a mişextên macar bû; dayika wî jî, Andrée Mallah, ji malbateke cihûyên sefardî ya Fransayê bû.
Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
![]() | Ev gotara li ser siyasetmedarekî şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |