Jean Baptiste Perrin

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jean Baptiste Perrin
Jean Perrin 1926.jpg
Jean Baptiste Perrin-signature-1.jpg
biguhêreBelge

Jean-Baptiste Perrin (jdb. 30ê îlona 1870an li Lille; m. 17ê nîsana 1942an li New York) fîzîknasekî navdar ê fransî bû. Sala 1926î Xelata Nobel a fîzîkê wergirtiye.

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li bajarê xwe Lilleyê di dibistana École Normal Supérieure de dixwîne. Dema di sala 1894î de bidawî dike, li heman dibistanê heya sala 1897î wekî asîstent dixebite. Li zanîngeha Sorbonne a Parîsê wekî profesor ji sala 1910 heya 1940î kar dike.

Bi dagirkirina Almanan a Fransayê re, diçe DYAyê. Sala 1942î dimire û wî li Goristana Panthéon vedişêrin. Lawê wî Sohn Francis Perrin jî fîzîknas bû û ji sala 1951 heya 1970î komîsertiya bilind a saziya atomenerjiyê kiriye,

Xebat û girîngiya wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di ciwantemeniya xwe de bi Tîrêjên Röntgen û katotan re bilî bûye. Dûv re bi floresan, radyûm û destkeftiyên nûjen ên fîzîkê re bilî dibe.

Bi navê Boriya Perrin alavekê çêdike û bi wê bandora elektronan dipîve. Xebata wî ya herî mezin a li ser kolloîdan e. Ji ber xebatên xwe yên li ser strûktûra materyalan û bi taybetî ya hevgiraniya sedîmentasyonan guncavê Xelata Nobelê tê dîtin.

Xelat û paye[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Xelata Joule, Royal Society, 1896
  • Matteucci-Medaille, 1911
  • Xelata Vallauri, Bologna, 1912
  • Xelata La-Caze, Akademiya Parîs a zanistiyê, 1914
  • Hilbijartin bo Akademiya Fransî ya zanistiyê, 1923
  • Xelata Nobel a fîzîkê, 1926
  • Pokala lehengiyê (Lejyon), 1926
  • Nîşana Keyaniya Brîtanya
  • Nîşana şerefê ya Belgiyayê (Pokala Leopold)