Katherine Maher

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Katherine Maher
Navê rastî
Katherine Roberts Maher
Jidayikbûn18ê nîsana 1983an (41 salî)
EsilAmerîkî
PerwerdeZanîngeha New Yorkê
Salên çalak2005–niha
PaşêRêveberê Weqfa Wîkîmedyayê ya giştî
Jêrenot
biguhêreBelge

Katherine Roberts Maher, (jdb. 18ê nîsana 1983an; Wilton, Connecticut, DYA) rêveberê giştî ya Weqfa Wîkîmediyayê ye. Katherine Maher di hezîrana 2016an dest bi karê xwe ya Weqfa Wîkîmediyayê kirîye.[1] Maher di teknolojiyên înformatîk û ragihandinê de pispor e. Di projeyên bi armanca xurtkirina mafên mirovan û pêşxistina navneteweyî de jî cih digire û di navbera salên 2007 û 2010an de di UNICEF'ê de li ser mijarên nûbûn û ragihandinê xebitî ye.

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Maher li Wilton, Connecticut mezin bû û perwerdeya xwe ya navîn di dibistana navîn a Wiltonê de xwend.[2] Katherine Maher pişt dibistana navîn di sala 2003an de li Qahîreyê ji Enstîtuya Zimanê Erebî ya Zanîngeha Amerîkayê mezûn bû. Meher wiha anî ziman; "Ev jibo min bû ezmûneke avaker ku heskirinekî kûr ji Rojhilata Navîn re vedihewîne".[3]

Piştre Maher, li Sûriyê di Enstîtuya Zimanê Erebî ya Fransî Institut français d'études arabes de xwend û dema xwe li Libnan û Tûnisê derbas kir.[4][5] Di sala 2005an de Maher ji Zanîngeha New Yorkê lîsansa Lêkolînên Rojhilata Navîn û Îslamê wergirt.[6]

Maher di demên pêşî de difikirî ku wê bibe akademîsyen û ji bo mafên mirovan û rêxistinên pêşvebirinê yên navneteweyî de bixebite.[7]

Kariyera wê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Piştî navbeynkariyên li Konseya Têkiliyên Derve û Koma Eurasia, di sala 2005an de Maher di çarçoveya bernameya xwe ya pêşvebirina rêveberiya navneteweyî de ya HSBC'ê yê, li London, Almanya û Kanadayê dest bi kar kir.[8]

Maher di sala 2007an de vegeriya Bajarê New Yorkê û ji sala 2007an heta 2010an di UNICEF'ê de wek karmendê nûbûn û ragihandinê xebitî.[9] Maher jibo pêşxistina jiyana mirovan ji bo bikaranîna teknolojiyê xebitî û bi berfirehî rêwîtî kir, ku li ser mijarên têkildarî tenduristiya dayîkan, pêşîlêgirtina nexweşî yên HIV/AIDS û beşdarbûna ciwanan ên teknolojiyê teşwîq bike. Yek ji projeyên wê yên pêşîn li UNICEF tevlî ceribandina dirêjkirinên MediaWiki yên têkildarî gihanê li Etiyopyayê bû. Projeyeke din pêşkeftina USAid 2.0 ji bo ku li ser karanîna telefonên mobîl bixebite da ku çavdêriya xwarinê di zarokên malawî de bike.[10]

Maher di salên 2010 û 2011an de di Enstîtuya Neteweyî ya Demokratîk de wek Karmendê Bernameya ICT xebitî, di warê teknolojiya înformatîk û ragihandinê (ICT) de dixebite.[11]Maher ji sala 2011an heta 2013an li Banke ya Cîhanê wek pisporê nûbûnê yê ICT xebitî ye û ji bo pêşketina navneteweyî û demokratîkbûnê li ser teknolojiyê şêwirî kiriye, ji bo hesabpirsîn û rêvebirinê li ser ICT dixebite û bi baldariyek li ser rola telefonên mobîl û teknolojiyên din di hêsankirina civaka sivîl û reforma saziyî de, bi taybetî li Rojhilata Navîn û Afrîkayê.[12] Wê di beşa "Making Government Mobile" ya weşaneke Banka Cîhanê de bi navê Agahdarî û Ragihandinê ji bo Pêşveçûna 2012: Maximizing Mobilê hate weşandin.[13] Di sala 2012an de di twittera Maher de twettên li ser mijarên têkildarî Rojhilata Navîn ji ber ku di Bihara Ereban de bal kişand.[14]

Maher ji sala 2013an heta 2014an li Washington, D.C.based Access Now rêveberê alîgiriyê bû.[15] Di çarçoveya vê xebatê de li ser bandora qanûnan a li ser ewlehiya sîber, exlaq û heqareta dewletê ya ku sansura dewletê zêde dike û nelirêtiyê kêm dike Access îmzekerê Deklerasyona Azadiya Înternetê bû.[16]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Foundation Board appoints Katherine Maher as Executive Director – Wikimedia Blog". web.archive.org. 9 tebax 2016. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 9 tebax 2016. Roja gihiştinê 5 kanûna paşîn 2021.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  2. ^ "Maher: «La Fundación necesita reflejar la cultura que queremos ver en la comunidad» »" (bi spanî). Roja gihiştinê 5 kanûna paşîn 2021.
  3. ^ "AUCians Recognized Among Top 99 Foreign Policy Leaders Under 33 | The American University in Cairo". www.aucegypt.edu. Roja gihiştinê 5 kanûna paşîn 2021.
  4. ^ "Web Can Foment Openness as Corrupt Regimes Fall - Tech Europe - WSJ". web.archive.org. 4 îlon 2012. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 4 îlon 2012. Roja gihiştinê 5 kanûna paşîn 2021.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  5. ^ "Katherine Maher, CEO and Executive Director of Wikimedia Foundation". ABILITY Magazine (bi îngilîziya amerîkî). 13 çiriya pêşîn 2020. Roja gihiştinê 5 kanûna paşîn 2021.
  6. ^ "Malpera zanîngeha New Yorkê".
  7. ^ "Katherine Maher, CEO and Executive Director of Wikimedia Foundation". ABILITY Magazine (bi îngilîziya amerîkî). 13 çiriya pêşîn 2020. Roja gihiştinê 5 kanûna paşîn 2021.
  8. ^ "Maher: «La Fundación necesita reflejar la cultura que queremos ver en la comunidad» »" (bi spanî). Roja gihiştinê 5 kanûna paşîn 2021.
  9. ^ "SXSW 2009 Interview - Katherine Maher - YouTube". www.youtube.com. Roja gihiştinê 5 kanûna paşîn 2021.
  10. ^ "SXSW 2009 Interview - Katherine Maher - YouTube". www.youtube.com. Roja gihiştinê 5 kanûna paşîn 2021.
  11. ^ design, frog (12 adar 2011), Tech in the Egyptian Revolution, roja gihiştinê 5 kanûna paşîn 2021
  12. ^ "Resisting Internet Censorship: Katherine Maher of Access at SHARE Beirut - YouTube". www.youtube.com. Roja gihiştinê 5 kanûna paşîn 2021.
  13. ^ Raja, Siddhartha; Melhem, Samia; Cruse, Matthew; Goldstein, Joshua; Maher, Katherine; Minges, Michael; Surya, Priya (15 tebax 2012). Information and Communications for Development 2012. Information and Communications for Development. The World Bank. rr. 87–101. doi:10.1596/9780821389911_ch06. ISBN 978-0-8213-8991-1.
  14. ^ York, @katrinskaya, @lisang, Jillian C. "Introducing the FPwomerati". Foreign Policy (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 5 kanûna paşîn 2021.{{cite web}}: CS1 maint: multiple names: lîsteya nivîskaran (lînk)
  15. ^ Lorente, Patricio (16 adar 2016). "Wikimedia Foundation Board of Trustees welcomes Katherine Maher as interim Executive Director". Diff (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 5 kanûna paşîn 2021.
  16. ^ "Resisting Internet Censorship: Katherine Maher of Access at SHARE Beirut - YouTube". www.youtube.com. Roja gihiştinê 5 kanûna paşîn 2021.