Kawûs Mîlanî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Kawûs Mîlanî
کاووس میلانی تهران سال ۲۰۱۸.jpg
Jînenîgarî
Jidayikbûn22ê hezîrana 1964an(1964-06-22) (58 salî)
Puldeşt, Îran
Cureyê muzîkêMuzîka kurdî
PîşeHunermend û dengbêj
AmûrTembûr û saz
biguhêreBelge

Kawûs Mîlanî (bi farsî: کاووس میلانی) hunermendekî kurd e ku di 22ê tebaxa 1964ê de li gundê Daylan Kendî bi ser Puldeştê ve hatiye dinyayê.[1][2]

Jiyana wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kawûs Mîlanî, dengbêjekî navdar e. Nav û dengê wî, li nava kurdan belav bûye. Li nava kurdên kurmanc yên Iranê hemo kes ewî dinase û guhdariy kilamên wî dike, taybetiya herî balkêş a vî dengbêjî, hêdî hêdî û bijarteyî kilamstrêna wî ye. Zimanê wî, tama kilamên Serhedê dide, Hiş û zêhna bihêz û dengê xweşe wî, di nava dengbêjên devra xwe de, cihêrengî ye. Herkesê ku ji kilamên dengbêjan zêde fêm neke jî, gava li Kawûsê Mîlanî guhdarî bike, bêguman tê navêrok û wateya kilam û stranê jî baş fêm bike. Zimanekî zîz û zelal heye.

Dengbêj Kawûs Mîlanî jî, wekî gelek dengbêjên navdar daye ser rêya hunermendên mezin yên mîna Evdalê Zeynikê, Şakiro û hwd. Hem berhemên xwe bi terz û şîweyeke baş divehûnit û dibêjît û hem jî berhemên dengbêjên bi nav û deng yên hevdemên xwe straye. Herwakî me amaje pê kir ew bi giranî jî ketiye binê bayê dengbêjiya herêma Serhediyan.

Ew sala 1964 li gundê Daylankendê yê ku ser bi bajarê Poldeştê ye hatiye dinyayê. Kawûs Mîlanî kurê Simaîl kurê Tahir kurê Ceho kurê Emê kurê Îsa kurê Sîyaro kurê Mirov ji eşîra Miroyî êla Milan e. Kawûs dibêje: Ez li ber Radyoya Êrîvanê mezin bûme, min her tim guhdariya vê radyoyê dikir û kêfa min gelek dengê Şeroyê Biro, Karapêtê Xaço û Reşîdê Baso re dihat, ez gelek kilamên wan dengbêjên bi nav û deng dizanim. Kawûs sî sal berî niha li devera Makuyê koç dike û tê bajarê Urmiyê û li vê derê cîwar dibe. Ewî heta niha zêdetir li 12 kasêt kilam û stranên dengbêjên mezin û yên xwe qeyd û tomar kirî ye. Kawûs Mîlanî bi caran beşderî bername û programên tilivîzîyonên kurdî bû ye û bi dengê xweşe xwe sa gelê xwe lawjê û stran gotiye. Dengek zelal û çiyayî heye, mûzîkê baş dinase û zanistiyeka wî ya baş li ser muzîka kurdî heye. Kilamên wî di dîlan û govend, şahî û xweşî, dawet û cejnan de tên guhdar kirin.

Kawûs Mîlanî şêir û helbestan jî dinvîse. Kawûs gelektir ji 250 beyt helbest li ser evîna Mem û Zînê vehûnaye, malbata Kawûs piranî hunerdost û hunerperwer in. Lawê wî yê mezin tembûrjen e û kurekî wî din jî heye ku xwediyê dengekî xweş e û dixwaze wekî bavê xwe bibe dengbêj. Dengbêj Kawûs beşdarî çendîn mîhîrcan û fistîvalên Kurdî li nav welêt û darweyî welêt kiriye û gelak xelatên bi nirx û qîmet jî vergirtîye. Dengê wî dengbêjî dengxweş li radyoya Urmiyê u Tehranê û medyayên din ên kurdî tê weşandin.

Kawûs Mîlanî dibêje: dengbêjiya min li nava gel da bi kilama “Gewrê” despê kir û bi vê kilamê da ez navdeng bûm. Di sala 1986/1987an (1365ê koçî) da[çavkanî hewce ye] li zozanê Çilkaniyê ku li devera Qeleniyê da ye, em tewî keç û bûkên êlê diçone pincarçinîyê. Kilama “Gewrê” min hingê çêkir û got. Di sala 1992/1993an (1371ê koçî) da[çavkanî hewce ye] min kasêtek tomar kir û kilama “Gewrê” jî li nava evê kasêtê hate weşandin. Ew kilama li nava gel da bi başî hate pêşvazîkirin û pejirandin. Bo cara ewil televîzyona Ûrmiyê bangî min kirin û li bernama “Diyar bi diyar” da hate weşandin[3].

Berhemên wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Gewrê
  • Nûrê
  • Hay lo dilo
  • Lê lê Hecer
  • Emîna Mela Silê
  • Gulşana Esê
  • Şemla Xelîl
  • Derdê giran
  • Mîrê min
  • Kinê
  • Gengeçîn
  • Heyla siyaro
  • Kobanê
  • Kurona

Fîlmnîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Fîlmên Kawûs Mîlanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]