Reşîdê Baso

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Reşîdê Baso di 1ê Gelawêja sala 1926 an de li gundê Keleşbeg yê li ser bi herêma Tahlîn (Ermenistan) di nava malbatekê de ji dayika xwe bûye. Dengbêj ku him evîndarên ziman û hunera Kurdî bûn, him jî ji bo xatirê doza Kurdistanê ji erdê bav û kalên xwe (Serhed) rewiya bûn nava Kurdên Ermenistanê. Reşîdê Baso di sala 2006 an de bi hevpeyvîkîde ji Derwêş Serhedî rê gıtibû pêşiyên me ji Dutax'a (Êzdîxane) Agiriyê hatine Qersê ji wê derê re jî derbasî Sovyetê bûne.

Malbata Reşîdê Baso jî mîna gelek malbatên din ji ber bayê reşê zilm û stema Roma Reş (Tirkên Şovînîst) rewiya bûn Ermenistanê. Wan tenê canê xwe rizgar kirî bû û ji ber ku bi ola xwe Êzidî bûn, qedera wan jî tevlî bexta gelê Ermenî bibû. Hinek hatin kuştin û hejmareke kêm jî derbasî komarên Ermenistan, Gurcistan û Azerbaycanê bûn. Belê ew ji tevkujiyeke dîrokî rizgar bibûn.

Di salên 60 an de û pêda hate Radyoya Êrîvanê û dengê xwe yê germ li serê çiyayê Agirî derbasî welatê bav û kalan (Kurdistana Delal) kir. Li wira Reşîdê Baso li rex dengbêjên mîna Şeroyê Biro, Karapêtê Xaço, Efoyê Esed, Dawûdê Xelo, Memoyê Silo, Egîdê Têcir û Ordînê Dengbêj xeml û rewşa civata dengbêjên Kurd gehandî bûn astekî herî bilind. Di radyoyê de ew tev bibûn niwênerên nasnameya muzîka Kurdî ya resen. Kilamên ku wan digotin dîrokeke şifahî û nenivîsandî bû. Dîroka ramyarî, civakî û hunerî di peyvên stranên wan da zadeganiyaa Kurda radixistin ber çavan.

Ferqa Reşîdê Baso bi hinek dengbêjên din re ew bû ku wî piraniya stranên ku gotine bi xwe afirandine. Hinek ji stranên wî jî hunermedên din strîne. Stranên mîna Felekê, Peyawo, Delal ha delal û gelekên din hunermendên mîna Şemdîn û Dilovanê kurê wî di berhemên xwe da gotine.

Ji bîra neken her dengbêjê ku ji nava me koçberî dibe, arşîveke dewlemend jî bi xwe re dibe nava axa sar. Heya ew saxin bila medya û ragehandina Kurdî desthilîne. Keda wan biqedrîne, xizîneya stran û jiyana wan ji bo arşîva me ya netewî tomar bike.

Dengbêjê nemir di 12.04.2006 ê de li Osnabrück a Germanistanê diçe li ser dilovaniya mafeya xwe Xwedê.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]