Karapêtê Xaço

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Karapêtê Xaço
Jidayikbûn1902
Bileyder, Êlih, Botan - Kurdistan
Mirin2005 (103 Salî)
NeteweErmenî
PîşeDengbêj
Salên çalak1930 - 2005
biguhêreBelge

Karapêtê Xaço (bi ermenî: Կարապետ Խաչո), dengbêjê kurdî yê ku bi eslê xwe ermenî bû, ji gundê Kolhoza Êrîvanê bû û wî di 103 saliya xwe de sala 2005an jiyana xwe ji dest da. Xaço di dûmahika 90 salên jiyana xwe de bi kurdî stran çêkirin û gotin. Xaço ku 15 salan di artêşa Fransayê de leşkerî kir, 55 salan di Radyoya Êrîvanê de xebitî. Xaçoyê ku di tevahiya jiyana xwe de rastî gelek ta'dehiyan hat, bi dehan dengbêj gihandin.

Karapêtê Xaço bavê 5 zarokan bû û 15 neviyên wî jî hebûn.

Film û pirtûk[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pirtûka Salihê Kevirbirî a bi navê Bir Çığlığın Yüzyılı: Karapetê Xaço, Sedsala Qêrînekê: Karapetê Xaço heye. Ev pirtûk piştî çapê bi mehekê hate desteserkirin û qedexekirin.[1]

Fîlmê Mehmet Aktaş ê bi navê Dengekî zemanê berê: Karapêtê Xaço, Voice from the Past heye[çavkanî hewce ye].

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Salihê Kevirbirî (2002, 2005, 2009). Sedsala Qêrînekê: Karapêtê Xaço. Wergera ji tirkî Şerîf Derînce. Weşanxaneya Do, Stembol.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]