Here naverokê

Kela Çimdîn

Kela Çimdîn (bi kurdî: Eskikale), gundekî navça Rihayê wêranşarê ye.

Cîwarê dîrokî: Kela Çimdîn

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Şûnwarê dîrokî Kela Çimdîn a li navçeya Wêranşarê ya ser bi Rihaya Bakurê Kurdistanê ve di çend salên dawî de piştî Girê Mirazan û Qûça Keçlê sêyemîn cih e ku bala miroveyetî û cîhanê dikşîne. Di kolandinên heta niha de gelek berhem û cihên dîrokî hatin dîtin. Berpirsên Wêranşarê jî hêvî dikin xebatên kolandinê zû birêve biçin, da ku ev cih bibe navendeke geştiyariyê.

Pispor pêşbînî dikin ev der jî wek Girê Mirazan ku dîroka wê vedigere berî 12 hezar salan, yek ji cihê herî kevin ê niştecîbûna mirovayetiyê ye.

Berî 2-3 salan Girê Mirazan li cîhanê di asta xwe de tekane cih dihate qebûlkirin. Bi van projeyan hat dîtin ku ji rojhilatê Rihayê heta rojavayê wê gelek cihên hevdem û pêwendiya wan bi Girê Miraza re hene. Ev ji bo jinûve nirxandina serdema Neolîtîk gelekî girîng e. [1]

  1. ^ www.rudaw.net https://www.rudaw.net/kurmanci/people-places/17092022. Roja gihiştinê 1 hezîran 2024. {{cite web}}: |title= kêm an vala ye (alîkarî)